Hilbijartinên 2023yan: Jiyana min hatiye red kirin!

Hilbijartinên 2023yan: Jiyana min hatiye red kirin!
Hilbijartinên 2023yan: Jiyana min hatiye red kirin!
Gulistan Korban
  • 2 Mayıs 2023 15:03

Namzetê parlementerîyê yê Partîya Çepên Kesk a Amedê Azad Barişî dibêje, “Jiyana min a şexsî di alîyeke da tesîr li xelkê kiriye di alîyekî din da jî hatiye red kirin.”

Azad Barişî li Amedê di rêza 10emîn da namzet e. Ew di debarê kesayeta xwe û jiyana xwe da bersiva pirsên Botan Timesê dide.

Her dem li siyaseta Kurd rexne dihate girtin ku sîyasetmedarên wan kurdî naxivin. Lê axaftina we ya kurdî baş e. Kî yan jî çi bandor li ser axaftina we kiriye?

Ez bi kurtasî bibêjim kurdî mala min e. Ez kurdekî Êzîdî me. Em kurdên Êzîdî bi zimên ra girêdana me ya dîrokî heye. Zimanê min ê malbatê jixwe kurdî ye. Min jiyana xwe li ser kurdî ava kiriye. Kurdî him di warê olî  da yan jî bangkirina melekan da û him jî di jiyana me ya rojane da ji bo  Êzidîyan cîheke pir girîng digire. Zimanê me Êzidîyan her kurdî bû û dê her wiha be.

We rojeke di axaftina xwe da got “Ez ji mileteke nîvco mayî me” çima we tiştek wisa bi lêv kir?  We xwest çi bibêjin?

Bi ser me Êzidîyan 73 ferman çêbûne. Ez ji gundeke biçûk a Qerejdaxê me. Li gundê me niha Êzîdî nemane. Dewletê korucuyan li gundê me bi cîh kirine. Dixwazin Êzidî êdî venegerin warên xwe. Em ji axa xwe dûr mezin  bûn. Jiyana me hemûyan nîvco hiştine.

Kurd ji xwe nasmeyeke bin dest e. Him Kurdbûn him Êzidîbûn tesîreke çawa li jiyana we û li we kiriye?

Di nava mala Kurdî da gelek zor li Êzidîyan hatine kirin. Çawa ku dewletê li Kurdan zordesîtîyê kiriye Kurd jî di nava mala xwe da zordestîyê li bawerîyên biçûk ên wekî me kirine. Dema ez ji qerejdaxê çûm Elmanyayê îcar li wir tu kesek wekî Kurd min qebûl nedikir. Ez ji Tirkîyeyê çûbûm û ji bo wan ez Tirk û misliman bûm. 

Jiyana min a şexsî di alîyekî da tesîr daye xelkê lê di alîyêkî din da jî hatiye red kirin. Ji bo ez bêm qebûkirin min tim tekoşîn daye û hê jî ew berdewam e. 

Gelo ev tekoşîna we bû sedem ku hûn bikevin sîyasetê? Hûn di listeya Partîyên Çepên Keskan da, di rêza 10emîn da namzetê Amedê ne. Ev ne rêzeke kirîtik e bi ya we?

Jiyan ji destpêka ji dayikbûnê heta tûnebûnê kirîtik e. Em ê qezenç bikin di wir da tû problem tûne ye.

Tevlîbûna min a sîyasetê ne bi daxwaza min bû. Ango fikreke min a tevlîbûnê ya sîyasetê tûne  bû. Piştî fermana 73yan a bi ser Êzidîyan fikra min guherî. Min xwest gotinên Êzidîyan li parlementoyê bînim ziman.

Ger hûn bên hilbijartin em dê li parlementoyê rengeke çawa bibînin?

Bi serê Xwedanên gişa wê gelek xweş be. Ji qebûlkirina jenosîda li hemberî Êzidîyan bigre, ji bo heq û hiqûqên wan di zagonê da bên bicîhkirin em ê kar bikin. Ji bo Êzidî vegerin li ser axa bav û kalên xwe, divê em hemû gundên dest danîne li serî, bigirin.

Dema hûn li kolanên Amedê digerin, xelkê ji we ra çi dibêje, bertekekî çawa nîşan dide?

Ger tu ji çavên mirovekî bikevî hûndir, dergeh ji te ra vekiribe, em bi Êzidî jê ra dibêjin ‘şebeka şemsê’ yan rojê yan jî ronahîyê vekiribê, ew gelekî baş e. Dilê Amedî wîha vekiriye ji me ra.