Platforma Ciwanên Serbixwe: Em neçar man ku bi xwe rabin

12/10/2023

Ev demeke dirêj e li Bakurê Kurdistanê tevgerên rizgarîxwaz ên neteweyî yên kurdî bi metodên ciyawaz derdikevin pêşberî cemaweran û xelkê.  

Ev têkoşîna neteweyî ya miletê kurd çi bi awayekî çekdarî, çi bi siyaseta sivîl û çi jî bi awayên cûda, tê meşandin. 

Di van rojên dawî de jî tevgereke nû ya bi navê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ku navenda wê li Amedê ye, bi çalakiyeka xwe ya Sonda Kurdî ya li ser platforma Xyê (Twitter) bûye rojev. 

PCS bi komeke xwendekarên Zanîngeha Stenbolê sala 2017an li Stenbolê ava bûye. Ev tevgera nû bi têgehên “Xwedaperestî”, “niştimanperwerî” û “mirovdostî” xwe bi girseyan dide nasîn û ew diyar dikin ku metoda têkoşana wan jî berxwedana pasîv e.

Di vê hevpeyvînê de em bi endamên PCSyê re li ser avabûna vê hereketê, çalakiya wan a Sonda Kurdî, metoda berxwedana pasîv, têkiliya PCSyê û tevgerên din û helwesta dewletê ya siberojê axivîn.

BI ARMANCA XWERIZGARKIRINA JI BINDESTIYÊ EM HATIN BA HEV

Hûn diyar dikin ku we beriya 6 salan dest bi xebatên PCSyê kiriye. Dixwazim di serî de vê bipirsim, gelo we ewil li ku dest bi xebatên xwe kir û armanc û hêviya ku -wê demê- hûn anîne ba hev çi bû?

Ferîd Azad: Me di 2017an de dest pê kir. Em li Zanîngeha Stenbolê di beşên cuda de bûn lê piraniya me jî di beşa îlahiyatê de bûn. Em hem diçûn zanîngehê hem jî medreseyên klasîk ên kurdî yên li Stenbolê. Li Stenbolê jî dîsa hinek seydayên kurd medreseyên xwe vekirine, bi usûla medreseyên klasîk ên Kurdistanê dersên xwe didin. Hinek ji me bi berdewamî jî dixwendin dersa medreseyê. Seydayekî me li yek ji wan medreseyan destûr dabû me ku em bi serê xwe li medresa wî bicivin û li dor mijarên kurd û Kurdistanê xwendin û gotûbêjan bikin. Piştî dersên zanîngehê, bo xwendin û analîzkirina mijarên li dor dîrok, sosyolojî, dîn, çand û siyaseta kurd û Kurdistanê em dihatin ba hev. 

Helbet bi armanca xwerizgarkirina ji bindestiyê, ji bo têkoşaneka nû ya rizgarîxwaz a neteweyî em hatine ba hev. Bi vê armancê û bi vê hêviyê em hatin ba hev, ji ber ku baweriya me êdî bi hêzên heyî, bi tevgerên heyî nemabû û hişmendiya me bi me dabû zanîn û li ser me ferz kiribû ku pêwîstî bi rabûneka nû heye. Em bi wê armancê hatin ba hev û me dest bi xebatên xwe kir, dest bi danîna riyeka nû kir. 

GIRSE GUHERÎNA RUHÎ HÊVÎ DIKIN

Piştî çalakiya we ya Sonda Kurdî ya li ser platforma Xyê gelek bikarhênerên vê platformê bûn piştgirê we û di navbeyna sê çar saetan de peyama we gihişte hezaran mirovan. Diyar e ku ji wê rojê ve peyama we gihişte gelek kesan û vê yekê bi xwe re hêviyek jî durist kiriye. Gelo ji vir û şûnde PCS dê vê hêviyê çawa karibe konsolîde bike?  

Welat Mehdî: Piştî daxuyaniya Çalakiya Sonda Jîyana Bi Kurdî, bi taybetî li ser medyaya civakî çi Twitter (X) be çi qadên din be û bo hejmarên telefonên me gelek peyamên pîrozbahî û destxweşiyê hatin. Herkesî kelecanî û hêvîya xwe dianî ziman. Hêvîyên geşbûyî berçav bûn. Ev jî dide nîşan û tu jî diyar dikî peyama ku me dixwast em bigihînin gireseyan, belê gihiştiye cihê xwe. Piştî vê rojê, pirsa em ê van hêviyan çawa têr bikin, der tê pêş me. Em niha dibêjin çalakiya ku em çaverê dikin û bandora ku li ser xelqê em hêvî dikin dê bibe bersiva hemî hêviyên girseyan. Çimkî Sonda Jiyana Bi Kurdî çalakiyeke bingehîn e.

Sonda Jîyana bi Kurdî dê bi xwe re pratîk û derfetên nû jî bîne, derfetên berfireh dê rê li ber xebatên bêtir vekin û her wisa xelqê me jî dê mecbûr bimîne ku bala xwe bide li ser wan mijaran.

Em hêvî dikin xelqê me bala xwe bêtir bide ser vê çalakîya ku di navenda wê de ziman heye. Milet dê bi guherîneke di asta ruhî de têr û tatmîn bibe. Ew jî bi serketina çalakiya Sonda Jîyana bi Kurdî ve mimkin e. Ez bêjim pratîkê de ‘em rabin vê Amedê serî û binî biguherînin’ tiştekî wisa na, lê guherîna ruhî ya çaverêkirî dê hêvîyan geş bike.

Serketina çalakîya Sonda Jîyana bi Zimanê Kurdî dê me bi xelqê me bide nasîn. Bi vê awayê em ê bikaribin paşerojê çalakiyên radîkaltir û mezintir li dar bixin.

EM JI HER TIŞTEKÎ RE BERSIVEKÊ DIDIN

Evîn Azad: Ji destpêkê heta roja îro, jixwe PCS, tiştên ku em li ser axivîne, plan û programên ku me dane pêşiya xwe tev hatine nîqaşkirin, hatine fikirîn. Ji bo îro ji bo siberojê, paşxaneya me çi bû, bi çi awayî bû, em ji ku hatine ku, yanî ji ber ku ev tev li ser hatine axaftin, ji bo siberojê jî jixwe em ji girseyan re amade ne niha jî. Ev tişta ku qewimî jî ji xwe me ev pêşbînî dikira, yanî me dizaniya ku dê pêl bi pêl girseyek mezin were, vê jî ji roja destpêkê heya aniha li gor vê pêşbîniyê me xwe amade kiribû. Ev bingeh li ba PCSyê heye, PCS ji vê girseyê re û ji vê hêviyan re amade ye. Dê ew hêvî bi izna Xwedê bigihije cihê xwe. 

Çalakiyên me cur be cur in, ji ber ku em tenê li ser yek tiştî nameşin. Em hemû qadên jiyanê ji ber ku li xwe digirin, ji her tiştekî re bersivekê didin; ev bersivên me her qadê jiyanê li xwe digire, dê girse têr bibin. Çimkî perspektîfek/nêrînek eger ji çar aliyên jiyanê ve mirovan li xwe negire piştî wextekî dê têrê neke; yanî têra pirsan nake, em bibêjin têra çareseriyan nake. Lê PCS hemû bersivên ku dihewîne têra pirsgirêkên kurdan û siberojê, tiştên ku dê derkevine pêşiya me, têr wan tiştan dike. Ha hinek bi şert û mercan dê biguherin, ev tiştekî berçav e û ev perçeyek ji dîrok û sosyolojiya siyasetê ye; guherbar in, meriv nikare tam pêşbîniya wan bike û ev qaîdeyeke giştî ye û kesek nikare. Lê dîsa jî ew tiştên çaverênekirî jî ger derkevin pêşiya me, em ê dîsa bikaribin bi vê hêzê wan tiştên çaverênekirî yanî ynê ku nehatine hişê me -ger hebin jî-, yê ku em li ser neaxivîne ger hebin jî em dîsa dikarin bi vê hêzê û bi vê baweriyê bi vê qeweta xwe bikaribin bersiva tiştên wisa jî bidin.   

EM DI SERDEMA PIŞTÎ HEQÎQETÊ DE NE

Hûn di daxuyaniyên xwe yên fermî de diyar dikin ku hûn ê li qada Şêx Seîdê Efendî, li Amedê yekem çalakiya xwe ya pratîkî, di meha Mijdarê de pêk bînin. Lê belê hûn jî dizanin ku tevger û rêxistinên siyasî berî ku dest bi çalakiyên xwe yên qadê bikin, ewil bi plan û programên xwe derdikevin pêşberî raya giştî. Gelo hûn vê yekê ji bo xwe wekî kêmasiyeke dibînin? Herwiha dê xebateke we ya bi vî rengî siberojê çêbibe an?  

Ferîd Azad: Em di serdemeka postmodern de ne, bi rastî êdî qedrê wan gotarên global/mezin nemane. Navekî dinê yê vê serdemê, serdema post-truth yanî post-heqîqet, serdema piştî heqîqetê ye. Êdî kesek an tevgerek rabe hewil bide her tiştekî yan jî hemû tiştan di yek carê de wek rastiyên objektîv pêşkêş bike, karîgerîya vê yekê li ser girseyên vê serdemê çênabe, wekî serdema modern. Ev serdema post-heqîqetê serdemeke wisa ye ku êdî karîgeriya zanyarî yan jî heqîqetên objektîv li ser civakê bi qasî hest yan jî qenaetên şexsî yên mirovan çênabe. Ji ber vê jî destpêkê ne bi manîfestoyeka total, lê me xwest em bi taybetî bi çalakiya Sonda Jiyana Bi Kurdî bên zanîn, çunkî danasîna destpêkê gelek giring e. Û parçe bi parçe ji xwe heta niha jî li ser platformên medyaya civakî û di reelê de (komên xwendin û gotûbêjê) jî me her tim xwe daye nasîn, lê wek manîfestoyekê me hê xwe nedaye nasîn, helbet kesên ku bixwazin derbarê me da agahiyên bi kurtî bi dest ve bînîn dikarin yekser bi rêya hesabên me yên giştî yên medyaya civakî xwe bigihînin wan agahiyan. 

Meseleya daxuyaniya giştî ka em kî ne, ew jî jixwe aniha heta radeyekê amade ye. Lê me nexwest em taybetî di vê çalakiyê de, daxuyaniya vê bidin. Piştê vê em ê hêdî hêdî, roj bi roj van tiştan eşkere bikin. Ev tişta hanê ne ku me piştguh kiriye, ne ku nehatiye bîra me, me taybetî bi vî awayî biryar daye, ji ber ruhê vê serdemê. Em ê parçe bi parçe her tim daxuyaniyan bidin, xwe eşkere bikin, xwe diyar bikin û xwe îzah bikin. 

ŞERT Û MERCÊN LI KURDISTANÊ TENÊ RÊ LI BER BERXWEDANA PASÎV VEDIKE

Hûn di daxûyaniyên xwe de diyar dikin ku dê rê û rêbazên çalakiyên PCSyê dê di bin sernivîsa berxwedana pasîv de çêbibin. Gelo metoda we çi cure çalakiyan dihewîne û çiqas pêkan e ku hûn van çalakiyên xwe li gor şert û mercên heyî pêk bînin? 

Evîn Azad: Metoda ku me daye ber xwe, ev metod di hemû qadên jiyanê de, li hemberî sîstema heyî gelek çalakiyan dide ber xwe. Ev çalakî di her qadên jiyanê de bersivekê dê bide. Çalakiya Sonda Jiyana Bi Zimanê Kurdî tenê cureyeke ji çalakiyên berxwedana pasîv e û dê çalakî jî di pêvajoya demê de dîsa berdewam bin. Lê çalakiyên din jî hene, em vê gavê behsa van çalakiyan nakin em ê di vê pêvajoya pêşiya me de, wexta ku me li dar xist, em ê dîsa wekî vê çalakiyê dê daxuyanî bidin. Lê me gelekî çalakî dane ber xwe, em li ser axivîne, tev hatine plankirin. 

Jixwe li gor van şert û mercan metodeke bi vî rengî derketiye. Ev serdema ku em îro tê da dijîn û şert û mercên Kurdistanê îro tenê rê li ber berxwedana pasîv vedike. Îro herî zêde li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dîsa metoda ku herî pêkan ev metod e ya ku meriv li hemberî vê sîstemê pêk bîne. 

Canfîda: Her ku tevgerek dest bi xebatên xwe dike, bi xwe re şert û mercan jî ava dike. Di ya me de jî tişteke bi vî awayî heye. Em bibêjin ji %100 her tişt amade ye, em dê herin, dema me xebata xwe ya yekemîn da destpêkirin her tişt dê hal bibe, tişekî wisa jî tune. Em ê bi xwe re şert û mercan û miletê xwe bi xwe re amade bikin, bi hev re bi vê rê û rêwîtiyê de bimeşin.  

EM HEWL DIDIN BIBIN NAVEND-KURDÎ/KURDISTANÎ

Gelo di dîroka tevgera rizgarîxwaz ya kurdî de cureya berxwedana pasîv hatiye ceribandin, ti agahiyên we li ser vê yekê hene? 

Welat Mehdî: Wek teorî û pratîka giştî heya niha kesî mîna metod ev tişt nedaye pêşiya xwe; lê dibe ku li dinyayê, çi di dîroka Kurdistanê de, be cureyên biçûk, mînakên biçûk hebin.

Canfîda: Çend mînakên wê hene; vê dawiyê wek “sivil itaatsizlik” (nerazîbûna sîvîl) çalakî hebûn lê belê ne wekî berxwedana pasîv. Ew jî wek metod nedabûn pêş xwe, çend tişt kirin dû re dev jê berdan. 

Welat Mehdî: Divê baş bê zanîn ku em îro behsa tiştekî tenê xeyalkirî nakin. Em niha behsa pratîkekê dikin. Yanî me ev metod di pratîka jîyana xwe de tetbîq kiriye. Hingî em hatine Amedê jiyan temamî bi kurdî ye bo me. Em hewl didin her qadên jiyanê de axaftina kurdî li xwe ferz bikin, xwendinên xwe bi temamî kurdî bikin; yanî em çi dikin, navend kurdî û Kurdistanî ye. Em hewl didin tiştek, nêrînek, kesayeteke bi vî rengî biafirînin. Mesela do di civînekê de, behsa îfadedayîna kurdî ya li mehkemeyan hat kirin. Ew kesên ku li salona mehkemeyê li ser îfadeya kurdî rijd in, diçine hefsên/qowîşên xwe careke din di nava xwe de Tirkî diaxivin. Ev tişt nîşan dide ku wan kesan di heyata xwe de kurdî nekiriye prensîba jiyanê, ev tişt di heyata xwe de konsolîde nekirine, nekirine pariyeke jiyana xwe, lê tenê wek rêgezek, şerteke awarte bi kar tînin. Em bi awayekî xwezayî bi vî rengî ne, wexta sibêrojê em derketine meydanan jî em ê bi rengî bin. Ji ber ku ev rengê me yê xwezayî ye, ti aloziyek piştî wextan dernayê. Eva şêwazek û helwestekî sunî nîne, orjînal e. Em bi vî awayî yanê ser eslê xwe û orîjîna xwe ne. Xelq jî me bi vî awayî nas dike, xerabûna tişta orîjînal jî zehmet e, piştî wextan têkçûna wê jî zehmet e. Orîjînalbûn baweriyê dide me, lewra em ji xwe bawer in. 

Ferîd Azad: Niha di dîroka têkoşana rizgarîxwaz a neteweyî ya Kurdistanê da, di tu tevgerekê de wek metodeka têkoşanê berxwedana pasîv tune ye. Dîroka Kurdistanê tiştek bi vî rengî tomar nekiriye; lê hinek çalakiyên nerazîbûna sîvîl hene. Lê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê gava çalakiyên bi vî rengî hatine lidarxistin jî, li ber sîbera tevgerên çekdarî dîsa hatine lidarxistin. Tevgera serekî bi xwe ev metod wek metoda serekî ya têkoşanê ji bo xwe qebûl nekiriye li Bakurê Kurdistanê û li parçeyeka din jî. Vêca her çend çalakiyên nerazîbûna sîvîl hebin jî em metoda xwe wek nerazîbûna sîvîl bi nav nakin. Em ji ya xwe re dibêjin “berxwedana pasîv”, em jê cuda dikin.

EM NEÇAR MAN KU BI XWE RABIN

Hûn jî dizanin ku li Bakûrê welêt gelek tevger û rêxistinên siyasî yên kurdî hene. Ev tevger û rêxistinên heyî ji dawiya salên 1960î ve ji bo miletê kurd têdikoşin. Gelo endamên PCSyê çima nebûn beşek ji wan tevgerên heyî û bi wan re karên xwe yên siyasî nedomandin? We çima we rêyeke nû da pêşiya xwe?

Ferîd Azad: Ger em rêbaza PCSyê, yanî ew mefkureya ku PCS li ser ava bûye, têgehên serekî û bingehîn yên vê rêbazê bînin bîra xwe, em ê bibînin ku tişta ji senteza van têgehên serekî pêk tê, rêxistineka bi wî rengî îro li Kurdistanê tune ye; ku ji senteza van têgehên me yên bingehîn mefkûreya xwe saz kiribe. Ew jî çi ye? Xwedaperestî, Niştimanperwerî û Mirovdostî wek metoda têkoşanê jî berxwedana pasîv. Eger em van sê têgehan bînin ba hev û em li hêzên siyasî yên heyî yên Kurdistanê binêrin, em ê bibînin ku ev her çar têgeh di tu hêzek/tevgerekê de nehatine ba hev. Ji ber ku em jî çareseriya nîhayî ya rizgariya neteweyî ya miletê kurd di senteza van têgehan de û di xwerêxistina van têgehan de dibînin, em neçar man ku em tevgereka nû ava bikin. Tevgerên nêzî me hene, ew jî yan yek yan di du xalan de wekî me ne lê bi tevahî ku wekî me bin tune ye; ger hebûya jixwe em ê beşdarî wan bûna. Ji ber ku tine ye û ji ber ku em jî çareseriyê di vê rêbazê de (bi rastî jî em çareseriyê di ciheke din de nabînin) dibînin, wek tevgera serekî ya rizgarîxwaz a neteweyî ya Kurdistanê ya ku em texeyul dikin vê rêbazê, em di tu hêzeka din de nabînin û ev her sê têgehên hanê bi hev re, bi awayekî sentezkirî û rêkxistî aniha li Kurdistanê tune ne, loma em neçar man ku bi xwe rabin û vê rêbazê danin. 

Nexwe dema we PCS ava kir danûstandinên we li gel tevgerên heyî çêbûn?

Ferîd Azad: Belê. Jixwe em tev ciwan in; her kesek ji me ji paşxane, habîtûs û malbateke cuda tê. Lê êdî em tev ji wan habîtuûsên xwe, ji wan atmosferên heyî yên siyasî yên em di navê de bûn ku ji berê de ji me re hatibûn diyarkirin, êdî em ji tevan sar bûn; ji xwe me vekolîneka berfireh jî kir li ser hemû hêzên Kurdistanê ku li ser navê Kurdan têdikoşin. Me li ser temamê van hêzan, ji salên 60an heta îro çi hêz hene me li ser van vekolînên xwe kirine û em di dawiya van vekolînên hûr û kûr û berfireh de gihiştine vê encamê ku yek ji van hêzan jî çareseriya nîhayî ya rizgarîxwaza neteweyî ya miletê kurd li xwe nagire; ji ber vê jî êdî em dev ji van hêzan berdin, dev ji van partî û rêxistin û tevgeran berdin, em êdî neçar in bi xwe bi vê helwesta dîrokî rabin.

Piştî çalakiya we ya sonda kurdî ya mijdarê, hûn helwesta dewletê ya li hemberî xwe çawa pêşbînî dikin? We ji bo vê yekê haziriyên xwe kiriye? 

Ferîd Azad: Ev tev hatine nirxandin; piştî çalakiyê dewlet belkî rojek di pêşiya çalakiyê de yan belkî roja çalakiyê yan jî rojek piştî çalakiyê dibe ku mesela bi ser malê me de bigire, dibe ku em werine desteserkirin. Dibe ku were îfadeya me hilde û me bibe û bîne, ji bo tirstêdanê. Haya me ji vê heye û em vê pêşbînî jî dikin; ji ber ku bersiva sîstemê ji bo rewşa îro ya miletê kurd berxwedana pasîv e û mefkureya vê rêbazê ye. Em dizanin ku dê herî zêde bi ser me de werin, çimkî bi rastî jî ji ber kodên dîrokî û civakî yên vî miletî, ji ber potansiyela mezin a wan kodan û ji ber ku em jî li ser aktîvkirina wan kodan xebitîne; ew kodên bi taybetî dînî û neteweyî, dînamîzma herî mezin ji ber ku dê ji vê derê peyda bibe û bi rêya berxwedana pasîv, bi awayekî bê tundûtûjî, bê şidet, ev jî dê di nava civaka navneteweyî de û li Kurdistanê jî ji ber ku miletê kurd êdî ji tundûtûjiyê kerîxiye bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, ji ber ku bala xelqê jî li ser berxwedana pasîv li ser xebatên bêşidet e, em dizanin ku dê siberojê zehf zêde bi ser me de werin. Ji ber vê jî tiştên wisa li ba me hemû çaverêkirî ne, ku biqewimin jî em wiha dinirxînin, ew ji bo me êdî dibin qadên têkoşanê. Ew dê baweriya me, hêza me û têkoşeriya me zêdetir bike. Em dê bi sîstemê re rû bi rû bimînin, em yekser zexta sîstemê di xwe de tecrube bikin û ew jî dê me di têkoşîna neteweyî de bilindî qonaxeka din bike, em bi vî awayî dinirxînin.

Welat Mehdî: Ji hêla qanûnî ve em dizanin dê çi bibe, em dizanin kiryarên em dikin di qanûnê de bersiva wan çi ye, haya me ji van tiştan heye. Eve welidandineke nû ye. Tê zanîn ku welidandin zehmet e; ji êşên herî dijwar ya sêyemîn, welidandin e. Em îro hewl didin ku komekî/rêxistineke wisa derxin ku bikaribe bersiva şert û merc û pêdivîya gelê me bide. Bi rastî jî em dibînin ku bersiva van şert û mercan bi metoda berxwedana pasîv mimkin e. Kesek an jî rêxistinek bi vî rengî jî meydanê xuya nake. Ruhê vê erdnigariyê qirêj bûye. Gava tu behsa kom, rêxistin, rizgarî û berxwedanê dikî her dem hêza şidetê tê bîra însanan. Ev êdî bûye tiştekî kronîk, êdî nêrîneke berbelav di nava gel de bi vê rengê heye. Malbatên civaka me ditirsin, hewl didin zarokên xwe ji her cure mijarên kurdî dûr bixin. Çimkî kurdbûn krîmînalize bûye. Ev metoda nû dê gelê me ji wî nexweşiyê, ji vî krîmînalizasyonê rizgar bike. Ev welidîneka pîroz e. Ev welidandin refleksek e li hember şikandina têgihîştina neyînî ya berbelav. Yanî mimkin e ku em bi metoda berxwedana pasîv nêrîna berbelav bişikînin û vê nexweşiyê çareser bikin.

Ev metodeka nû ye ku em niha didin pêşiya xwe. Dibe ku qebûlkirina wî ya di nav gel de hinek zihmet be çimkî ji ber ku heya niha realîze nebûye baş nayê tesewurkirin. Ji bo vê yêkê jî divê meriv hay ji hêza navxweyî ya vîna mirovan be. Ev hêz baweriyê dide. Herwisa zanîna derbarê naveroka qanûnêan de jî giring e. Xelq qanûnan baş nizanin, têgihiştina wan ya di vî warî de belkî kêmasî hebe. Ji ber vê yekê jî vê yekşemê (15.10.2023) programeke me heye, dê parêzerek beşdarî bernameya me bibe, behsa vê çalakiya me bike. Gelo dê ev çalakî ji hêla qanûnê ve olaneke çawa vede, pirsgirêkên mihtemel ên paşerojê çi ne, dê bersivên van pirsan bide. Em dixwazin herkesek berisava van pirsan ji kesekî ehlê mijarê bibihîze û bizanibe problemek tune ye, eva rêyekî pê bawer e. 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Tesîra Duzimaniyê li ser zarokan

Lêkolîn û tecrûbeyên klînîkî nîşan didin ku zarokên duzimanî, di pêşerojê de,

Notên Hefteyê: Parçe yî yan Bitûn?!

I. Dê li te vegerim! Em di serdema ragihandinê da ne. Lê

Warê Bav û Kalan û Rihê Serdestan

Salekê ligel çend akademîsyenan min seredana Cizîrê kir. Piraniya akademîsyenan tirk bûn