Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Botan Internationalê du kargehên li ser podcastan pêk anîn

28/10/2023

Botan International bi piştgirîya Fona Demokrasîyê ya Ewropayê bi awayekî Online, Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk tîne.

Di roja ewil ya kargehê da, 27ê Cotmehê Omer Faruk Baran û Semiha Yildizê mijarên xwe pêşkêş kirin.

Omer Faruk Baran li ser Hazirkirina Naverokên Podcastan û Semîha Yildiz jî li ser Teknîka Çêkirina Podcastan axivî.

Baran li ser maweyê podcastan beyan dike ku her ku podcast dirêj dibe guhdar ewqas aciz dibe. Ew pêdivêyê bi wê çendê dibîne ku divê tiştên herê muhîm û balkêş bêne hilbijartin û pêşkêşkirin. Baran vê yekê di peywenda nûçegihanîya BBC da dinirxîne ku BBC di deqîqeyekê da dikare temamîya rojeva cîhanê pêşkêş bike. Ew dibêje ku Agahî çiqas kurt û giring bin ewqas baş e. Herwiha lê zêde dike ku divê di hevokekê da herî zêde du ‘ku’ hebin ji bo ku hevok komplîke nebe.

Podcastkar Baran li ser problemên zimanî axivî û got divê zimanê podcastên me ji alîyê her kesî ve bê fahmkirin ji bo wê jî zimanekî kolanî divê bê bikaranîn. Baran pêdivîyê bi wê çendê dibîne ku divê ji her herêmê peyv bêne bi kar anîn. Ew dibêje Podcast ne ji bajarekî ye ji her derê ye.

Baran dibêje divê di podcastan da kirde li serê hevokê be ji bo fahmbarîyeka hevgir û teqûz. Lê zêde dike ku di berdewamîya nivîsê da divê hevgirtinek di navbera hevokan da bê dayîn ku mirov bigehije meqseda xwe. Herwiha ew beyan dike ku divê binê her navekî û agahîyekê bi agahîyên din bêne qewîkirin.

Omer Faruk Baran dibêje zemanê podcastkarî çiqas muhîm be yê guhdarî jî ewqas muhîm e.

Semîha Yildiz li ser çêkirina podcastan, li ser mijarên wekî gava mirov dest bi podcastekê dike çi ekipman lazim in, di qeydkirina dengan da mirov divê li çi baldar be û kîjan bername bo qeydkirina dengan baş in axivî û pêşkêşîya xwe kir.

Yildizê mînakeka dengî li ser Audacity qeyd kir û li ser Premier Proyê edît kir û li ser vê yekê sekinî. Ji bo ku dengekî paqijtir derkeve di editkirinê da, bernameyên pêwîst yên effectan kar anîn û mînakek li ser hişê çekirî jî da.

Hin pêşniyarên Semîha Yildizê bo çêkirina podcastan:

Anchor : Ji bo mobile

Zencastr: Ji bo hevdîtinên online

Audacity: Ji bo computerê

Adobe Premier pro, adobe audition : ji bo editkirinê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê