Îmaj di Poetîkaya Berken Bereh da

Şi’ira Berken Bereh, xwe digihîne kana xwe ya xas û îmajên gerdûnî, yê ku wana ji bera zimanê xwe diafirîne. Di şi’ira wî da hêma hene wekî navekî yan peyv û risteyên ku bangî hinek guhên hişyar dikin, belkî kesine birîndar.

***

Kê bîr dibir wê mîna xewnekê biçûya ew bedewî?

Di ber van lêvên sor ên bi hemî şanaziya xwe ya şîndar de.

William Butler Yeats [1]

1. Îmajîzm

Ji destpêka sedsala bîstan di hunera şi’irê da wekî nûbûneke geş, bi navê îmajîzm (imagism), serdemeke din vebû di şi’ira modern da. Destpêkê ji bo helbesta îngilîz-ziman, bi taybet di şi’ira anglo-amerîkan da tezebûnek anî û pey ra li edebiyata dinyayê jî belav bû, wekî di şi’ira modern da bergeheke nû.  Di geşedana vê ekolê da fikrên şa’ir û feylesofê estetîkê yê navdar Thomas Ernest Hulme pirr tesîrdar bûn, her çend wî şi’ir kêm nivîsîbin jî.

Şa’ir û nivîskarên wekî Ezra Pound, T.S. Eliot, Amy Lowell, Frank Stuart Flint, Hilda Doolittle û helbet James Joyce, William Carlos Williams, di vê tevgerê da ruh û rêyeke teze dane şi’ira îmajîst. Heta David Herbert Lawrence û çend kesên din jî nava wê heyamê da têne hesibandin. Lê Ezra Pound wekî giregirekî wê pêlê him di şi’ira îmajîst da bergeh vekir him jî antolojiyên şi’irê amade kirin ku bi taybet ji şi’ira rojhilata dûr ruh û şêwazên teze afirand. Bergeheke şi’ira nû dihate damezirandin di wê heyamê da.

Îmajîstan di heyama salên 1914-17an da çar antolojî weşandin û piştî wê têgeha îmajîzmê êdî bêhtir hate zanîn. Paşê hinekan îmajîzm wekî destpêka şi’ira modern jî dîtin. Bi taybet şa’irên jin jî di vê dewrê da ber bi çav bûn. Amy Lowell şayanê balpêdanê ye ku ew di xuliqîna wê pêl û ekolê da ciyê wê xurt bû.

Ev tevgera poetîk wekî şêwaz û teqleke nû, zimanekî saf û belor tercîh dikir lewma li ber tradîsyona Romantîk û Şi’ira Vîktoriyan [2] rabibû ku bi raya wan wê şi’irê zimanekî bi “xeml û rewş” bi kar dianî, û ew şi’ir rexne dikir. Her wiha di şi’ira îmajîst da ziman dawerivî (succinct) ye, îmaj/hêma tîr û belor dibe di nava risteyên wekî xetên zîvîn di kêliyan da. Zimanê helbestê bi hêma û temaseke îmajî, derîne nû nîşan bide, bi metafor û alegoriyan bi referansên nixumandî diniçîne nezera îmajî. Lê ji zêdeyiya ku mîna xeml li ser peyvê bimîne, wana dadiwerivîne û heta red jî dike.

Helbet îmajîstan berê xwe dida raboriyê jî, her tiştê ku wan tê da pratîkeke helbestî bidîta. Lê divê were gotin ku tişta esas, temas û vedîtina mîna birqvedana rasterast bû.  Her çend di şêwaz û selîqeya şi’irê da terzeke serbest dihate pêşniyazkirin jî lê belê xêyn ji hêma û metaforan bi xwe, di şi’irê da teql û rîtmeke muzîkal û ahengeke navxwe jî tê bi kar anîn.

Meriv dikare bibêje ku şi’ira îmajîst tevî zeftkirina wateya hêmayî, her wisa ji estetîkeke nûgerayî (avant-garde) jî dertê.  Ev estetîka afirîneriya şi’irî, mîna perên gula lotûsê berdewam bi vebûnên xwe yên ciwayaz ku îmajîzm ‘esil wekî derbên candar jî, her şi’ira ku li parzemîn û warxanên din ji esl û feslê xwe derdikeve. Her wisa ew derb û birq ji xunçedana tişta qedîm e nixamtî tê, ku êdî terr û teze dibişkive.

Ezra Pound, di gotareke xwe ya di kovara Şi’ir’ê (Poetry, a magazine of verse) ya 1913an da, bi sernavê Çend tiştên divê îmajîstek neke dibêje: “Ew tiştê kompleks ê fikrî û hestî yê di rewşeke zeman da dertê”. [3] Tiştekî lap zelal nebe jî, lê şiklekî balkêş û sûdmend e ya ku di şi’irekê da rave dikir. Her wisa îmajîstan bi taybet wekî Ezra Pound, bala xwe didane şi’ira rojhilata dûr a qedîm.

Helbet ev babet berfireh e, lê divê meriv navê Willam Butler Yeats zêde bîne bîra xwe ku ew xeyalê berdar ê ku Ayrlend (Ireland, Éire) di xewa wî da bû; ew xewn, çîrok, kod û efsûnên keltîk (the Celtic) û Îrlandî di hizra şi’irê da wekî hêma dida der; zîra berhema wî, Berbanga Keltîk (The Celtic Twiligt) wê paşxaneyê dizeyîne. Şi’ûra şi’irê di hêmayên wî da xwe dispêrine wan kod, xîm û arketîpên belor.

Di vê pêwendiyê da ji bo me xwînerên şi’irê balkêş e, ew mefhûma xeyala poetîk û xeyala afirîner ku Gaston Bachelard [4] bi hûrbînî behsa wî mekanê poetîk dike, ku bi nezera me ya ku Yeats bi xeyalê şi’irê temas dike ew e jî.

Piştî ku ev tevgera helbestî li cîhanê belav bû bi taybet bi rêya wergerê, di şi’ira neteweyên din da jî îmajîzm di nava şi’ira serbest û modern da geşe pê da.

Îcar wekî di destpêka qurneya bîstem da şi’ira kurdî û bi giştî edebiyata kurdî ji navendên wekî Stenbol, Kahîre, paşê Tehran û Bexda tesîra şi’ira Ewrûpa-Rojava girt, bi xusûs ew wergerên wekî tirkî, farsî û erebî. Wekî pêşîn, helbesta serbest ji Amerîkayê Walt Whitman, ji Fransayê Arthur Rimbaud, Andre Breton û çend kesên din şi’irên serbest dinivîsîn.

Di kurdî da jî bi taybet bi nivîsevaniya Hawarê ra şi’ira serbest belav dibû.[5] Lê belê li nava Ûris şi’ira kurdî ji daynamîkên cihê tesîrdar bû; Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen û Mikaîlê Reşîd û yên din, ji wan helbestkaran in ku ji helbesta cîhanê jî başebaş haydar bûn û werger jî dikirin. Her wisa gotî navê Çerkezê Reş jî li nav cêrgeyên zêrîn ên şa’iran bête nivîsîn ku şi’ira wî û tesbîtên wî yên derbarê poêzyayê de gelekî bilind in.

Di qurneya bîstem da him rewşa welat û zimanê me ew derfet nedida ku em pakîka hay ji xwe hebin lê dîsa jî edebiyata kurdî, wekî gîha di bin kêvir da namîne, serî kişand geş bû. Lê di qurneya nû da êdî şi’ira kurdî ji daynamîkên şi’ira cîhanê, wate çi werger û çi xwendinên jêderk, tesîr û temasên erênî digire. Yek ji şa’irên me yên mezin ku şikur hê li rûhewatê ye, Kawa Nemir, ê ku zû va ye bi şi’ira xwe ya direxşan û bi wergerên xwe ku ji delavê behra şi’ira cîhanê û îmajîst dinivîse û werdigerîne, derbarê Fêrîkê Ûsiv da waha gotiye:

“Pirs ev e: Cîhan, bo nimûne, helbestkar û rexnegirê Îngilîz, T. E. Hulmeê yek ji pêşengên îmajîzmê baş nas dike, lê çima Fêrîkê Ûsiv nas nake, Fêrîkê Ûsiv ku afirandiye û gotiye:

Esmanê bi stêrk xitxitî –

Ça’ parzûnê şîn pitpitî

Mezin, bê hesab…

Hîva şîv xwarî gulover

Mîna seriyek penêrê terr

Dixwêne li navê…” [6]

2. Îmaj di şi’ira Berken Bereh da

Berken Bereh li gel Arjen Arî, Rojen Barnas û Mem Ronga di kovara Tîrêjê (1979) da qonaxeke şi’ira kurdî temsîl dikin. Şi’irên pêşîn ên Berken Bereh di wê heyamê da çap û belav bûn. Lê belê Berken Bereh, di heyama kovara Rewşenê da û piştî wê jî berdewam nivîsî û berhem çap kirin. Şi’ira wî li gel taybetiya zeman û temasên şa’ir bi xwe, ew daxilê şi’ira nû ya kurdî ye.

Di qurneya bihurî da, şi’ira nû wekî berge û babet bi giştî şi’ir, êdî temasê jiyana rojane ya saf kir, bi rehên zimanê li nav xelq û ‘alemê û vegotineke estetîkî ya din peyda kir. Û şi’ira kurdî li her parçeyekî ji tesîrên cuda, lê encam û navendeke hevbeş afirand ku ew jî meseleya ziman û neteweyê bû. Yanî şi’ira kurdî wekî şi’ira ew miletên stemdîtî şaxeke wê civakî bû û lê belê reheke giring ya şi’irê ku ji ruhê însan, ji temaseke ontolojîk a ku şi’ira dirêj-mudet diafirandin, ew aliya kêm dima.

Ber bi çaryeka dawî ya sedsala bîstan û piştî wê, êdî şi’ira kurdî zêdetir xwe gihandiye wê asta hebûnî û şi’ir di temasa afirandina ontolojîk da û bîr û ruhê însên da, şi’ireke bergeh fireh diafirîne.  Di vê kontekstê da Berken Bereh ev xet û risteyên han hûnandine:

Ê

jîyan ewrekî reştarî ye gelo, mexel hatiye li rûyê we

bera jî ev dest yê we ne, ev fîlm çîroka we

ev çav, ev zendên qels, ev skêleta xwaro maro

ku xwe çemandine ji nîrê vê payîza xana xemê ye [7]

Qal û behsa li vir hebûn û jiyana însan bi xwe ye ku wek nimûne hêmaya payîzê û nîr wekî barê jiyanê bi xwe ye ku ew zemanê salê û yê temenê mirov hêmaya axiriya halê mirov ‘işaret dike. Payîz mîna ku zeman were, tîr bibe û asê bibe di gewriya salê da, ew der xana xemê ye.

Şi’ira Berken Bereh ya ku di şi’ira nû ya Kurdî da qonaxeke ‘eyan e, di wê bergeha îmajî da wekî ku em wekî ‘xwîner jî endamê meclîsa mestan in’, em dikarin bi hest û nestên xwe bi ahenga xwe reqasa îmajan ji xwe ra bikine badeya wateya mest-kar ku eva wê me li sînorên şi’irê yên destpêneketî bixe.

Ev babet hem zeman derbarê şi’ira modern da ne jî ku ev şi’ira nû, ku Furûx Ferûxzadê dixwast şi’ir yekpare be, bes bo şi’ira vê serdemê digot şi’ira nû, her wisa di şi’ira nû da ziman û wezn serbest e û babet hemû jiyana asayî û hundirîn ku ew rê û dirbên ruhê însên bi xwe ne. Her wisa şa’ir wekî parçeyê cimae’ta xwe ew hemû mekanê ku lê dijî bi zemanê xwe, di wî da dide der.

Ev şi’ira Bereh a han jî zeman û mekanekî di bergeha şa’ir de hibra wê dirijîne:

 li guliya şevê

dema di asoya heyatê de

derya noqî şevê dibû

dema li ser doşeka xizaniyê

bajêr radestî xewê dibû

dema pêlên bextewariyê

di geliyên êşê de difetisîn [8]

 ….

tu mîna ku nameyekê vekî

bi metirsî

bi lez

bi şermokî vedikî deriyê dilê min

Li dawîya vê helbestê tenhatiyeke direxşan îmaja xwe dihêle: Stêrkek mexel tê li guliya şevê [9]

Di vir de hêma belkî waha jî bûna; dibirûse li guliya şevê, radizê li guliya şevê, dinihêre li guliya şevê, lê belê “mexelhatin” ew hêmaya çanda me ya şivanî (pastoral) nîşan dide, lê hê ji wê kevintir ev îmaj antîk e jî, ku erd û asîman bûnewereke zindî ye ku bi însên ra tekelum jî dibe, û guliya şevê îmajeke xurt e ku bedewî, tenhatî û jintiya şevê bi nazenîn dinizilîne nava hizra me, lê çi dibe bila bibe, şi’ir her carê xwendineke din û dergeyên din bi temasa xwe ra tîne tê.

Borges di babeta metaforan da behs dikir, li gel ku hezaran cûre metafor hebûn, dîsa jî di helbesta cîhanê da îmaj û metaforên ji çend qalibên diyar ji hev dizan ku stêrk yek ji wan metaforan bû. [10] Lê belê mexelhatin wekî peyv, wê jiyana kurdî ya pastoral jî hêma dike.

Şev her wisa wekî hêmayeke qedîm ku ‘alemeke tenêtiyê li me peyda dike. Şev vederbûna ruh ji qalikê bedenê, belkî tazîbûna hestên însanî zêdetir dinimîne. Şev jî hene pêlên bextewariyê di geliyên êşê da difetisin, çerxa me ya ruhî, ya ku jan û bextewarî mîna şev û roj, kirasan li hev difesilînin, mîna tiştekî xapxapok, tu carî meriv nikare bêje filan tişt aha ev e.

li bircên şevê

beriya xwe bişelîne çiraya xwe vêxist

bi aramî radestî singê şevê bû

esmanekî çîk sayî li ber serê wî

sibehê gumana kolaneke gulgûn dikir

dibişirî di bêdengiya zarokatiyê de

stêrkek ma sêwî li bircên şevê [11]

Wexta Bereh dibêje; stêrkek… li bircên şevê”, ew valahiya lîrîk dihêle em xeyalên din jî bikin, her wisa  li vir wekî silavekî jî tîne bîra me bo John Keats (1795-1821) ê ku  dibêje:

 Stêrka Geş/ Bright Star

Lê lê Stêrka geş! Xwezî wekî hunirê te bibûma sebarkar—

Ne tenêka bi banê şevê va dardakirî, şeveder,

Û sêyr bikira, bi çavên dûr e nemir,

Mîna sebra Alema bê xew a Xelwetkar [12]

Wekî meriv dikare bibêje di ruhê însên da şev deriyên hundirîn li meriva vedikin, li wir tenhatiyeke belor mîna ku paşê meriv pê dihese ku ew zaroktiya dûr û derez e, yan bîrhatî ne ku bi me ra digerin, lê mîna stêrkeke direwşan di bîra şevê da dikeve ser av û çemên kêliyên hazir û diherikin. Her wisa şev; tenêtî, tazîtî, evîn, êş û jan, firqet û bîrêkirin e.  Stêrk mîna işareta ji rabirdûya dûr û kûr, wekî rê û dirbeke erdekî me yî winda li me dinihêre, em xwe li wê digirin.

 êş jî dirize

xwîneke zerikî dinizile ji gurçika asoyê

xunaveke nazenîn bi destê şevê digire

hemû cîranan çirayên xwe vemirandin

peyayên hevrêyên te bûn, li pey te man

kulîlkên tehl di devê bîranînan de

tu dibê qey çêran dike çemê diherike

mija bi kolanê re rabûye govendê

bihar çû, ax qelişî, stêrkan koç kir

bi dudilî hildikişe kepeza dilê min eşq

gerdûnê jî winda kir hestiyariya xwe

….

helbestvên jî ji bîr kir ku

êş jî dirize di bêdengiyê de [13]

Belkî jî, îmaj wekî şûşeyeke mey yan îksîr di nava qesra şi’irê da cih digire. Îmaj hem zeman azadî û perwaza xwîner pêk tîne di nava xwendina şi’irê da; rizîna êşê wekî êş di serî da reh û rîşeke zindî be – mîna yên daran– lê mîna bizûza ku têkeve mûyê tevnekî, bi zeman ra êş ko bibe, kobûna wê belkî korbûna hîs û fehmê însên ra têkildar be. Ev hêmaya Bereh hîseke bê serûber li meriva dere vedike, êş jî dirize, êdî li hêviya ku ruhê me bi êşên xwe da bikeve, wisa dibe para herkesî bi xwe. Û helbest bi her xwendinê ra, dibe ku careke din gurçika asoyê yan kulîlkên tehl bibe zimanê kilîda kêliyeke me, loma îmaj jî diguherin yanî em dikarim wana bi qaydeyê xwe bixwînin.

zengila şevê

li sûretê xwe dinêre tava berêvarê

di eyneya avê

bêdengiya baranê ye keziyên gulan dirêse

şîr dide belçimên daran, te go işq?

bihêle bila semayê bike li ser lêvên dildaran

welê nivîsiye di dîwana işqê de;

gul bi gazind be jî ji striyê

ew e dîsa bi delalî wê radigire di singê xwe de

ewr û ba du qumrîkên hevbext

her ji lûtkeyan dimijin şîrê azadiyê

bi ser navmilên çiya re diçine xurbetê

û wexta stêrkan zengila şevê lê xist

bajar dilerize, belçim diperpite, rê dişewite

û ji zû ve bar kiriye Rojê

ji hembêza welatê çiyayên cûn [14]

Her çend di qal û behsa der barê îmajê da bi giştî rave hebin jî, lê afirîna îmajê xasî şa’iran bi xwe ye. Lê divê were gotin ku tiştek heye wekî çawa her însan û bûnewer wekî xwe ye, tiştek heye şa’ir û nivîskaran dike xweyî mohreke nadir ku ew jî terz/şêwaza (style) wan e ku ev tişt heta ebed wana têkelî tu tiştî nake. Charles Bukowski di şi’ira xwe ya bi navê Style da dibêje; “wexta Hemingway gulle berî qalpaxa serê xwe da, ew stayl bû.” Her wisa J. Middleton Murry rave dike ku “nivîskareke/î mezin tu car ji pasajên xwe yên muezzem û nuwaze bi xwe ‘eyantir nîne.” [15]

Ji ber wê yekê Berken Bereh him xweyî şêwaza xwe ye û him jî di bîra xwîneran da risteyên ‘eyan dihêle ku ev xasî hostatî û nivîsa wî bi xwe ye. Lê belê ça’ ku Novalîs pesnê şevê dide, Bereh bi xwe jî bi şev û roj dilê xwe ji eşqê ra kiriye palgeh û wêya bi destê şi’ira nazik û nazenîn xweyî dike, eşqa wî dibe ruh û şêwaza wî û işq; azadiya ruh û civat û welatê wî û erd û çiya û baniyên şa’ir, hemûşk in. Her wisa xweş pê va ‘eyan e ku gul bêyî xar nabe… Li gel vana jî helbet sînorhene ku Bereh nagihîjê, yanî ji ber wê valahîyê ye ku ew hê dikare binivîse.

şîna helbestê

li wir biheje çiqileke darê

ez li vir dicemidim

li wir ba bialêse çiyê

dicefile gewdeyê min

….

li wir stêrkek bixurice

dihelim mîna mûmekê [16]

Hêma wekî zeftkirina wateyeke hebûnê ye di hizra helbestkar da, mîna şikl û peyker, heta meriv qala qewartina hêmayê bike û ber’eks ku zêdedagirtina wê jî, işaret û amaje pêkirina wê, tîbûneke ku em xwîner lê digerin! Metafora/ên der barê “ya nayê gotin”ê da ku hêma û ‘işaretan dike, ev e zîgurata şa’ir belkî.

Poetîka tevî hunera şi’irê, ew xwe dispêre cîhanbînî û vehildana temasa jiyanê, ew hêz û tiwanaya wê yekê ye ku mîna şerava salane qîmeta wê bi zeman ra dibiriqe, yanî zeman dibe mîna ava ku wan xişrên di çêm da, bi zemander sîqal dike û wana belkî dike durr û cewahir jî, lê bi şertê kakilê peyv û risteya şi’irê saxlem be, lê ka ew saxlemî çî ye?

Ew pirs e ku bersiva wê ra sînor tune, loma ye ku şi’ir pîr nabe, zahiren pîr be jî tê da toximê jînê her gav jê tê ku zîl bide û teze bibe; aha ev e belkî ya ku Gilgamêş dabû dû û lê bêyî mirazê wî pêk bê, ew gihayê nemiriyê ji dest da. Loma ye ku şa’irên gewre di çareya nemiriyê da tenê şi’ir ji wan ra bûye star.

Wekî William Shakespeare di Soneya 55an de dibêje:

Ne mermer, ne jî bîrdariyên bi zêr û zeber

Ên mîran, yek namîne wekî vê helbesta xurt [17]

Şi’ira Berken Bereh, xwe digihîne kana xwe ya xas û îmajên gerdûnî, yê ku wana ji bera zimanê xwe diafirîne. Di şi’ira wî da hêma hene wekî navekî yan peyv û risteyên ku bangî hinek guhên hişyar dikin, belkî kesine birîndar.

Wekî hemû zayînan jan jî heye di risteyên Bereh da, lê yeqîn tişta biêş zindî ye. Her wiha şayanê behsê ye ku hêma bi xwe işaretên sabit nînin, ew tiştên wisa ne ku bi her xwendina di nava zemanekî din ra, me ji gilêyên me vedikin ku em xwe bi xwe deriyên din li hundirê xwe vedikin. Û bi vêya em serê giliyên xwe bigirin, ya ku wekî T. S. Eliot jî behs kiriye,[18] şi’ir ji ruhê miletekî dizê û rûxsarê neteweyan zêdetir di şi’ira wan da xwe dide der. Di şi’ra Berken Bereh da jî, bi ew îmaj û bergehên wî, ew hest û ruh û cîhana neteweya me di afirandina hêmayan da bi firê dikevin.

Çavkanî û têbînî:

* Ev gotara han a li ser şi’ira Berken Bereh, ji bo bernameyeke Fûara Pirtûkan ya Amedê hatibû nivîsîn ku yê di payîza 2022an da pêk bihata. Lê gotar nehate pêşkêş kirin û nivîskar li ser heman metnê kar kir û dîsa veçêkir. (Nota nivîskar).

[1] William Butler Yeats, Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, (An Irish Airman Foresees His Death), r.25, Wergêr: Kawa Nemir, Weşanên Sî, 2002.

[2] Ev cûre şi’ir di fermanrewatiya Şabanû Vîktoriya da (Queen Victoria, 1837- 1901) li Brîtanyayê di rewacê da bû. Û bi taybet şi’ir wekî derîçeyekî derbirîna hest û ruhê însên ber bi zeman û mekanekî saf û pak dibir. Ev şi’ir di qurneya nozdeh da, wekî rexne û liberrabûna wê mekanîkbûna civakî ya ku piştî endustriya ku li Brîtanyayê karîger bibû pêş ket, ya di wê serdema ku civakeke modern a teze bi giştî li Ewropayê saz dibû. Hem zeman di dewra wê da “exlaqekî nimayîşî” û mihafizekariyek jî hebû ku şi’ira nû rexne li wî hunerî digirt. (n.n.).

[3] https://ypn.poetrysociety.org.uk/features/ezra-pound-imagism-and-a-poetry-society-event/#:~:text=Ezra%20Pound%2C%20in%20his%201913,way%20of%20looking%20at%20poetry. tarîxa xwegîhandinê: 16.08.2022.

[4] Gaston Bachelard, Mekanın Poetikası, (Poetîkaya Mekanê, La poétique de l’espace), Wergera bo tirkî: Alp Tümertekin, Weşanên İthaki, 2013.

[5] Bo agahiyên berfirehtir: Yehya Omerî, Lêkolînek Li Ser Helbesta Serbest A Kurdî, Kovara Bar Helbest, r.13-17, hejmar 5, 2022.

[6] Fêrîkê Ûsiv, Sûret Sûfê, Cilda II. r.14. Weşanxaneya Lîs, 2012.

[7] Berken Bereh, Xana Xemê, r.55. Çapa yekem, Weşanxaneya Lîs, 2018.

[8] Berken Bereh, Pandomîm, r. 29. Çapa sêyem, Weşanên Avesta, 2019.

[9] heman berhem, r.30.

[10] Jorge Luis Borges, Şu Şiir İşçiliği, Charles Eliot Norton Konferansları, (Ev Pîşekariya Şi’irê, This Craft of Verse, The Charles Eliot Norton Lectures), 1967-1968, r.32. Editör: Cálin-Andrei Miháilescu, Werger: Mukadder Erkan, Weşanên Ketebe, 2020.

[11] Berken Bereh, Pandomîm, r.57. Çapa sêyem, Weşanên Avesta, 2019.

[12] John Keats, Bright Star/ Stêrka Geş. Wergera ji îngilîzî a vê risteyê: Rizgar Elegez.

[13] Berken Bereh, Pandomîm, r.83. Çapa sêyem, Weşanên Avesta, 2019.

[14] Berken Bereh, Çemê Baranê, r.72-73. Çapa yekem, Weşanên Avesta, 2019.

[15] J. Middleton Murry, The Problem of Style, (Problema Staylê), r.8. Çapa şeşem, Weşanên Oxford University Press, London: Humphrey Milford, 1942. (wergera vê hevokê: Rizgar Elegez).

[16] Berken Bereh, Şîna Helbestê, r.63, Weşanên Avesta, çapa sêyem, 2019.

[17] William Shakespeare, The Complete Sonnets of William Shakespeare (Hemû Soneyên William Shakespeare), r.163. Werger: Kawa Nemir, Weşanxaneya Lîs, 2010.

[18] Bo xwendina berfirehtir: Thomas Stearns Eliot, Fonksiyona Civakî ya Helbestê, (The Social Function of Poetry), r.11-18, Werger: Mekî Agdal, Kovara Bar Helbest, hejmar 6, 2022.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir