Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Galaya belgefîlma ‘Rûpelek Ji Dîrokê’ tê lidarxistin

25/10/2023

Fîlma Rûpelek Ji Dîrokê dê li Stenbolê galaya xwe bike.

Gala dê li Stenbolê Navenda Çandê ya Yunus Emre, li sehneya Turhan Tuzcu 3ê Mijdarê bê lidarxistin.

Dê saet 18:30an kokteyla wan dest pê bike û dê saet 19:30an jî belgefîlm bê nîşandan.

Derhênerîya Rûpelek Ji Dîrokê ji alîyê Kerem Tekoglu ve hatîye kirin.

Ev belgefîlm behsa 80-90 salên dawî yên serheda Kurdistanê dike. Belgefîlm li ser şexsîyeta Evdilmecîd Beg û Kurê wî Xalis Beg gelek serpêhatî bûyerên gelê kurd radixe ber çavê bîneran ku çendek ji wan ev in: Dagirkirina Rusan ya Kurdistanê, Alayên Hemîdîyê, Tehcîra Kurdan, Avakirina Komara Tirkîyeyê, Makezakona 24an, Avakirina Cemiyeta Azadî, Serhiladana Agirî, Komkujîya Gelîyê Zilan, Surgunîya bi dehan malbeten Kurd yên bijare, di Komara Tirkîyeyê da, dawîanîna yekpartîyî û damezrandina Demokrat Partîyê, darbeya leşkerî ya 1960an û darizandinên Yassidayê.

Kerem Tekoglu kî ye

Kerem Tekoglu sala 1984an li Farqîna Amedê li Gundê Cano hatîye dinê. Li gelek deveran perwerdeya şanoyê dîtîye û perwedeya şanoyê daye. 3 lîstikên wî yên şanoyê ‘Xelata Yekemîn’ wergirtine.  Li bakûr û Tirkîyeyê di damezirandina 11 saziyên çand û hunerê de cih girtîye. Li çendîn qenalên televîzyonên Kurdî çendîn bername çêkirine û pêşkêşvaniya wan kirîye û dike. Derhênerîya dublaja çendîn sînemayên cîhanî dike û werdigerîne kurdî. Di çendîn radyoyên Kurdî da pêşkêşkarîya bernameyên helbest û danasina navdarên kurd kirîye. Nivîs û helbestên wî di çendîn kovar, rojname, û malperên kurdî da hatine weşandin. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan