Hilbijartin, Proses û Nehatina Godot

Hilbijartin, Proses û Nehatina Godot
Hilbijartin, Proses û Nehatina Godot
Reha Ruhavioğlu
  • 29 Mart 2024 16:29

Meseleya me ji dûrî cim’atê bûye meseleya nehatina Godot. Di vê çîrokê de hîssîyata me hinekan wekî ya Estragon e, hinek mîna Vladimir in. Hinek mîna Pozzo pozbilind in û nayên ser rêya aşitîyê. Ne ku kor in ku nabînin, naxwazin rêya heq bibînin. Jixwe ji malbata Estragon û Vladimir, hinekan caran, berê ax bi çavê wan reşandîye, sucê wan jî heye, lê em mecbur in ku vegerin ser rêya heq. Hinek jî hene dibêjin, we teklîf jê re şand û ew li we venegerîya, lê dîsa jî wek Lucky îteatkar bin, belkî Pozbilind li we were rehm û keremê.

***

Dema ez vê nivîsê dinivîsim, ji bo hilbijartinên herêmî tenê du roj mane. Lê li qada kurdan hê jî gengeşî kêm nebûye, bileks geş dibe.

Ew senaryoya ku digotin Partîya DEMê û Erdoğan dê li hev bikin û li Stenbolê AK Partî dê bi serkeve û li hember vê, dê qeyyuman navêje ser şaredarîyên DEMê, ji ber sekn û pozîsyona Erdoğan nemeşîyabû. Hêvîdarên ku li benda lihevhatina Erdoğan û DEMê bûn, teselîya wan hema hema ketibû. Lê geşbûna gengeşîyê jî wê demê dest pê kir.

Berê Selahattîn Demirtaş (û Selçuk Mizrakli) peyamek şand konferansekê û got: Ger pirsgirêka kurdan çareser bibe, (ji ber ku desthilatdar e) muxatap Erdoğan e

Pişt re Ahmet Turk axivî û got Erdoğan dikare pirsgirêka kurd çareser bike, ji ber ku xwedî erk e û sazîyên dewletê di bin emrê wî de ne. CHP nikare, çimkî nikare sazîyên dewletê qayil bike. 

Piştî Demirtaş û Ahmet Turk, Leyla Zana ku heşt sale ji nav sîyasetê vekişîyaye, li Newroza Amedê axivî û ji xelkê (beşdarên newrozê) sê caran pirsî, “Hûn amade ne ku cardin rê û rêbaza aşitîyê vebe?” 

Li hember her sê pêşengên sîyaseta kurd ku balê dikêşin ser erk û rola Erdoğan, dengên ji DEMê hatin cûda bûn. Sezai Temelli rexne li van gotinan kir û got “êdî bi benê Erdoğan kes nikare xwe berdê nav bîrê, kî bi benê Erdoğan dakeve ew dê di binê bîrê de bimîne”. 

Li alîyekî din, di nav kurdan de bi gotinên rûspî û pêşengên wan hêvîyekê zîl da, li alîyê din di navbera wan û çepgirên Tirk ên di nav DEMê de nakokîyan rû dan. Lê ji kurdên DEMê jî hin daxuyanî hatin ku ne wekî ya Temellî tûj bûn û ji Erdoğan jî pir bi hêvî nînin.

Cîgirê hevserokê DEMê Tayîp Temel got “çareserî ne di şer û operasyonan de ye, perspektîfa me çareserîyên bi rêyen demokratîk dide ber xwe lê, di nav van şert û mercên niha de îmkan û îhtimala ku prosesek dest pê bike lawaz e, tune.” Gultan Kişanakê jî got “îhtimal kêm e ku piştî hilbijartinê proseseke nû dest pê bike

(Li gor min ji bilî Sezaî Temellî fikr û axaftinên din ne li dijî hev in: Erê Demîrtaş ji Erdoğan re got “seni başkan yaptırmayacağız” (Em nahêlin tu bibî serok) lê Erdoğan bi serket û bû “başkan”. Demîrtaş jî vê rastîyê qebûl dike û dibêje madem Erdoğan bi ser ket, desthilatdar e, muxatab jî ew e. Ahmet Turk vê rastîyê teyîd dike û dibêje ne hukmê CHP lê yê Erdoğan heye ku çareser bike. Leyla Zana jî hewl dide ew kesê xwedî hêz bîne ser xeta çareserî û aşitîyê. Tayip Temel û Gultan Kişanak jî rewş û rasyonalîteyê didin ber çavan û dibêjin “bibe baş e, lê îhtîmal kêm e”.)

Piştî van mesajan pêla meraqekê bilind bû û bal kêşan ser hatina Erdoğan a Dîyarbekirê. Her kesî meraq dikir ka Erdoğan dê li Amedê çi mesajan bide. Ji ber ku pir kesan, hemû “çanax antên” ji bo mesajên Erdoğan vekiribû, sondaj li ser her hevoka wî xistin ku tiştekî jê derxin. Lê bi ya min, Erdoğan mesajên ciddî nedan me. Belê, çend peyv hebûn ku meriv dikare bi maneyeke baş ve girê bide lê divê her gotin di nav konteksta xwe de were şîrovekirin. Erdoğan got em hazir in ku bi her kesî re biaxivin û bicivin lê berî vê gotinê û piştî vê gotinê hem DEM krîmînalîze kir û hem jî têkîlîyên di navbera CHP û DEMê de.

Xulase, meseleya me ji dûrî cim’atê bûye meseleya nehatina Godot. Di vê çîrokê de hîssîyata me hinekan wekî ya Estragon e, hinek mîna Vladimir in. Hinek mîna Pozzo pozbilind in û nayên ser rêya aşitîyê. Ne ku kor in ku nabînin, naxwazin rêya heq bibînin. Jixwe ji malbata Estragon û Vladimir, hinekan caran, berê ax bi çavê wan reşandîye, sucê wan jî heye, lê em mecbur in ku vegerin ser rêya heq. Hinek jî hene dibêjin, we teklîf jê re şand û ew li we venegerîya, lê dîsa jî wek Lucky îteatkar bin, belkî Pozbilind li we were rehm û keremê.

Mixabin îro îhtimala hatina aşitîyê ji hatinê Godot kêmtir xûya dike, lê Xwedê heye xem tuneye. Û dîsa jî em dest ji bangkirin û libendêbûnê bernedin baştir e. Çimkî ew mîrekî mezin e jî.