Dolarekî amerîkî bûye 28,12 lîre

25/10/2023

Dolarekî amerîkî îro bûye 28,12 lîreyê tirkan.

Lîreyê tirkan her ku diçe nirxê xwe li hemberî dolarê amerîkî wenda dike.

Tê dîtin ku şerê li Xezeyê tesîreka mezin li bazarên cîhanê kirîye ku bûye sebeba bihabûna dolar, zêr û petrolê.

Îro li borseya Tirkîyeyê lîreyê tirkan nirxê xwe li hemberî diravên biyanî ji dest da.

Li bazarê dolarekî amerîkî gehiştîye 28,12 lîreyî û euro jî gihiştîye 29,79 lîreyî.

Li gorî nûçeya Rûdawê, pêşbînîya Bank of Americayê ku serê vê mehê hatîye eşkerekirin, heta dawîya sala 2023yan dolar li hemberî lîreyê tirkan digehije 30 lîreyî.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Mem û Zîn û Sînemaya Amûdê

Sînemaya Amûdê çima hat şewitandin? Zindana Diyarbekirê çima hat avakirin? Gundê me

Penaberên Sûriyeyî ji ber şerî ji Libnanê vedigerin welatê xwe

Bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî yên ku berê ji ber şerê navxweyî

Ji ber çi The Guardian dê hesabên xwe yên Xyê bigire

Rojnameya Brîtanî The Guardianê biryar daye ku hesabên xwe yên fermî li