Hawar, Ronahî û Roja Nû çavkaniyên me ne

Hawar, Ronahî û Roja Nû çavkaniyên me ne
Hawar, Ronahî û Roja Nû çavkaniyên me ne
Zana Farqînî

Civakek, neteweyekek bi nirxên xwe heye, bi yadkirin û giringîpêdana rêber, pêşeng, kesatî û zanayên xwe yên şophiştî dikare bi awayekî xurt û jixwebawer li rêya xwe bikudîne û bêyî rawastan ber bi armancê ve her bimeşe.

***

Hawar, Ronahî û Roja Nû, ev her sê kovar çawan ji bo zimanê me yê nûjen xwedî taybetmendiyekê ne, her wisan di dîroka çapemeniya kurdî de jî cihekî wan ê giring û berbiçav heye. Ji bo me ew ji kovar û weşanên alelede gelekî cihêtir in ku loma hîn jî ew berhemên welê hêja ne, em her tim serî li wan didin û ji wan sûdmend dibin. Çendî Hawar ji wan bêhtir balê bikêşe û li serê di warên cur bi cur de tezên master û doktorayê bên kirin jî, lê ev her duyên hanê jî, ji aliyê giringiyê ve li ber çav û dilê min ji wê ne kêmtir in û ji gelek aliyan ve ew referans in.

Rast e, bi Hawarê hem bingeha zimanê nivîskî yê bi herfên latînî ya îroj hatiye danîn ku em niha wê bi kar tînin hem jî wê teqileke gelekî hêja daye hilberîna bi kurmancî ya di her warî de. Çendî em pê dizanin berî alfabeya Celadet Bedirxan a latînî, kurdên li Yekîtiya Sovyetên Berê alfabeya latînî li kurdî anîbû û berhem (wekî Şivanê Kurmanca) û rojname (R’ya Teze) jî pê derxistibûn, lê ew hem di nav sînorekî teng de mabû hem jî piştre ji hêla Stalîn ve hatibû qedexekirin û paşê li şûnê alfabeya kurdî ya kirîlî hatibû çêkirin. Hawar çawan ji bo bipêşketina zimên bûye bingeh, a wisan ji bo wêjeya kurdî ya nûjen jî, ji bo çand û rewşenbîriya kurdî ya kurdîziman jî bûye hîmekî xurt ku em li serê geşe bi zimanê xwe didin. 

Hawar di 15’ê Gulana 1932’yan de û Ronahî jî di 1’ê Nîsana 1942’yan de li Şamê hatine çapkirin. Xwedî û gerînendeyê berpirs ê her duyan jî Celadet Bedirxan e. Cudahiyeke diyar a Ronahiyê ji Hawarê heye ku Ronahî bi tevahî bi kurdî û vesera Hawarê ya rengîn e. Çendî tê de li ser mijarên cuda nivîsar hebin jî lê nûçeyên li ser Şerê Cîhanê yê Duyem pir balê dikêşin ser xwe. Loma ji vî aliyî ve mirov dikare bibêje bi wê bingeha zimanê nûçeyan ê kurmancî jî hatiye danîn û termînolojiyeke rojnamegeriya kurdî pê hatiye çêkirin.

Roja Nû jî ji hêla Kamiran Bedirxan ve, li Beyrûdê di 3’yê Gulana 1943’yan de hatiye weşandin û ziman bi kurdî û fransizî ye. Wê jî wekî her duyên din, di rûpelên xwe de cih dane nivîsarên têvel, wekî yên siyasî, çandî, wêje û berhemên folklora kurdî. Rûpelên vê weşanê jî bi nûçe û agahiyên li ser Şerê Cîhanê yê Duyem tijî ne. Dîsan ji aliyê heman kesî ve, di 6’ê Kanûna Pêşîn 1943’yan de, dîsan li Beyrûdê bi navê Stêrê (tenê sê hejmar) wek vesera Roja Nû hatiye weşandin û ew jî xwerû bi kurdî ye.

Nemaze Ronahî û Roja Nû ji bo dîroka çapemeniya kurdî divê bi çavekî din bên dîtin û nirxandin. Hem di warê termînolojiyê hem jî di biwara zimanê nûçegihaniya bi kurdî de hîm û çavkaniyên giring in ku wan bi xwe hîkariyeke erênî li rojnamegeriya min bi xwe jî kiriye. Dibe ji bo hin xwîneran ev gotina min xerîb were û haya wan ji vî aliyê me nebe. Ez bi kurtî behsa vî aliyê xwe jî bikim.

Min bi kovara Rewşenê (1 Sebat 1992) pê avêt gorepana weşangeriya bi kurdî û paşê derbasî rojnameya heftane Welat bûm. Piştî Welat hat girtin rojnameya Welatê Me dest bi weşanê kir û ez bûm berpirsê Karên Nivîsaran ê pêşî û paşê jî bûm Gerînendeyê Weşanê yê vê rojnameyê. Ji ber girtina wê îcar Azadiya Welat dest bi weşanê kir û bûm gerînendeyê wê yê weşanê yê ewilî. Di sala 1997’an de ji ber cezayên li min batibûn birîn, ji neçarî min dev ji karê rojnamegeriyê berda. Di van her sê rojnameyan de ji nûçegihanî heta bi redaksiyon û gerînendetiya weşanê min di qedemeyên cuda de peywir wergirtin. 

Di wan deman de wekî îroj em zêde ne xwedî derfet bûn û ji ferhengan heta bi gelek çavkaniyên zimanî, zêde tişt li ber destê me nebûn.Teknolojî, înternet, medyaya dîjîtal û tiştên din jî nebûn û me nedikarî xwe bigihandina kesên pispor û bi wan bişêwirîna, serî li wan û tecrubeyên wan bidana. Bi taybetî ew nivîskarên li derveyî welêt, nemaze yên li Swêdê, ji bo me çavkanî bûn. Di warê termên hewce de me gelek tengasî dikişand. Bi serpêhatiyeke xwe dixwazim vê yekê aşkeratir bikim bê em di çi rewşê de bûn. Ji bo nûçeyekê diviya me navê çeka “uçaksavar” (antiaircraft) bi kar bianiya. Min ji ber a tirkî rabû “balafirqewêr” çêkir û me di nûçeyê de bi kar anî. Paşê ev weşanên navborî û ferheng ketin destê me, me dît Celadet Bedirxan ji bo wê gotiye “balafirşikên” û me dev ji ya xwe berda û wek pêwistiyên xwe yên zimanî me êdî ew ji xwe re wek referans pejirandin. 

 Piştre min ew her sê weşanên giranbiha ji serî heta dawiyê xwendin û peyv ji wan berhevkirin. Ne tenê nêçîrkirina peyvan, bi saya wan min hem kurmanciya xwe bi pêş xist hem xwe hînî rêyên vegêranê, qalib, şayes û şêwaza zimanê nûçeyan jî kir. Ji aliyê zimanekî rast û durist ve jî hîn ev berhemên çavkanî û yên serlêdanê ne, loma bi xwendina carek, ducar û nizanim çend caran jî mirov nikare qîma xwe bîne. Ew tim tên hawara me. Wek nimûne, ev çend peyvên li jêrê hemû ji Ronahiyê ne ku em îroj jî wan bi kar tînin:

agir, agirkirin (ji bo agirkirina çekan), balafirgeh, balafirvan, balafirhilgir, balafirşikên, Behra Spî, bombeavêj, cengkeştî, danezan, deryavan, dûravêj, enî, erdnîgarî, fehmbar, gamasî, gotar , keştî, mirovdevletek, nimînende, noqar, perav, qad, rohelatê nîzing, ronavêj, serekcimhûr, serfermandar, sîwanvan, stol, topên torpîlavêj, tèlên bistirih.

Ev her sê weşan jî di dîroka weşangeriya kurdî de hema ne tenê weşan in, bingeha wêjeya kurdî ya modern in, nemaze di warê çîrok û helbestê de, her wisan gencîneya ziman in ku gelek peyv, têgih û termên nû jî cara pêşî bi wan li kurmancî hatine zêdekirin û ziman bi wan hatiye edilandin û kemilandin. Ew bûne hîmê rastnivîsîn û kurmanciya nûjen, bûne kana weşangeriya bi kurdî û ew hîn jî zindî ne, kevn nebûne. Hem keda Celadet û Kamiran Bedirxan a di warê weşangeriya kurdî de hem jî di warê zimanê kurdî de hingî pir e divê em tim wan bi şêkir û qencî bi bîr bînin û wan xebat, xizmet û berhemên wan jî bişêkirînin. 

Cihê şanaziyê ye, em îroj bi qedirê wan dizanin û roja weşana Hawarê em niha wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Dîsan bi çalakiyeke pir watedar di 26’ê Nîsana îsal de li Stenbolê, li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey, di roja rojbûna Celadet Bedirxan de, bi navê “Mirovek û Welatek, Şeva Rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedir-Xan” hat lidarxistin û ez bi xwe jî beşdarî wê şeva hêja bûm ku ji ber eleqeya gel a zêde, ji ber çalakiyeke wiha watedar dilê min zîz bû û kêfa min gelekî hat. Ji lew re min divê ez ji ber keda sazî, rêxistin, partî û kesên amadekar ên vê organîzasyonê spasiya hemûyan bikim. Ev nîşana civakîbûna me ye, nîşana xwedîbûna li nirxan e. 

Civakek, neteweyekek bi nirxên xwe heye, bi yadkirin û giringîpêdana rêber, pêşeng, kesatî û zanayên xwe yên şophiştî dikare bi awayekî xurt û jixwebawer li rêya xwe bikudîne û bêyî rawastan ber bi armancê ve her bimeşe.