KSC: Amedspor piştî pêvajoya çareseriyê tûşî cihêkarî û binpêkirinên mafî bûye

5 ay ago

Amedspor piştî pêvajoya çareseriyê tûşî cihêkarî û binpêkirinên mafî bûye

Kurdish Studies Centerê(KSC) Navenda Xebatên Kurdî, 23yê Adara 2024an, bi navê “KESK û SOR û ZER: İnat, Umut, Futbol” raporeka berfireh derbarê cihêkarî, neheqî û êrişên fîzîkî yên li ser Amedsporê belav kir ku wan ji çendîn alîyan ve rewşa berdest ya Amedsporê nirxandîye û ew rapor wekî kitêb çap kirine.

Ev rapor bi analîzkirina hevdîtinên ligel alîgir û rêvebirên taximê û lêkolînên li ser dosyeyên hiquqî hatîye hazirkirin. Herwiha di amadekirina raporê da daneyên medyayê jî li ber çavan hatine girtin. Ev ropor nîşan dide ka Amedspor rastî çi astengîyan hatîye û çi neheqî li wan hatîye kirin.

Li gorî raporê piştî ku proseya aşitîyê bi dawî bûye binpêkirinên sîstematîk yên mafên Amedsporê û newekhevîyên li ser Amedsporê dest pê kirine.

Qismek ji raporê:

“Ev rapor piştrast dike ku bandora tevliheviyên derdora meseleya kurdan li Amedsporê dibe û piştî pêvajoya çareseriyê tûşî cihêkarî û binpêkirinên mafî bûye. Lêkolîn û hevdîtinên me kirî, nîşan dide ku Amedspor bi newekheviyên ekonomîk, hiqûqî û civakî re rûbirû ye. Ew balê dikêşe ser ku bidawîhatina cihêkariya etnîk a qada sporê ne tenê bi qanûn û cezayan re, herweha bi pratîk û kultura civakî re jî eleqedar e û pêkhatina demokratîkbûn û aştiya civakî di qada sporê de muhim e.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Binpêkirinên mafî yên Amedspor rastî wê hatî, di serî de xala wekheviyê ya Makeqanûna Komara Tirkiyeyê binpê dike. Cihêkariya sîstematîk a li dijî tîmê jî tê wê wateyê ku xala qedexeya cihêkariyê û mafên di metnên navneteweyî yên wekî Peymana Navneteweyî Derbarê Jinavbirina Cihêkariya Nijadî û Beyannameya Gerdûnî ya YEyê de tê binpêkirin.

Lewma hewcehî bi hin pêngavan heye da ku cihêkariya nijadî bê jinavbirin û Amedspor di heman şertan de bi reqîbên xwe re bikeve pêşbaziyê:

Herî pêşî hewce ye ku dawî li qedexeya deplasmanê ya bo alîgirên Amedsporê bê. Ji bo şert û mercên wekhev pêwîst e ku dawî li cezayên cihêkariyê yên hemberî nasnameya fermî, rêveber, futbolîst û alîgirên Amedsporê bê. Hewcehî pê heye ku cezayên bergir bêne tetbîqkirin li hemberî êrîşên fîzîkî û tezahuratên gotara nefretê yên bo tîmê.

Herî dawî, qenaeteke hevpar a beşdarên xebatê û raya giştî ya Tirkiyeyê ye ku mimkin e spor bibe alaveke “peywendîdanê” û bibe “pirek” di navberê de. Divê neyê piştguhkirin ku çalakiyên wekî “maçên dostaniyê” yên di navbera Amedspor û kulûbên din de û beşdariya rayedar, siyasetmedar û hunermendan di van çalakiyan de potansiyela xwe ya kêmkirina cihêkariyê heye. Lê belê berî her tiştî, eger helwesta otorîteyên giştî ya li ser Amedsporê û kiryarên keyfî yên rayedaran bi dawî bibe, hingê ev dê bibe destpêkek ji bo jinavbirina cihêkariyê.”

Ji bo temamîya raporê bitikîne.

Don't Miss

Girîngiya Edebiyata Zarokan

Hişê zarokên ku bi zimanê “xwe” yê zikmakî berhemên edebiyata zarokan dixwînin,

Weşanên Nûbiharê ‘Dîroka Edebîyata Kurdî’ çap kir

Weşanên Nûbiharê kitêba Dîroka Edebîyata Kurdî çap kir û belav kir. Ev