Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Amedsporê Somaspor 1-0 li deplasmanê têk bir û li gorî îstatîstîkan gelek nêzîkî şampîyonîyê ye

28/04/2024

Amedsporê, li deplasmanê, di deqîqeya 49an da, bi gola Oktay Aydın Somaspor 1-0 têk bir û di lîga xwe da, di rêza yekem da 3 puanan li ber reqîbê xwe yê herî nêzîk Kastamonusporê ye.

Amedsporê li deplasmanê 1-0 Somaspor têk bir û di lîga xwe da, di rêza yekem da cihê xwe qewîtir kir ku maçek maye ji bo xelasbûna serdemê.

Maçek maye ji bo ku serdem biqede.

Li gorî puanên berdest û daneyên îstatîstîkî Amedspor gelek nêzîkî şampîyonîyê ye.

Îhtîmalên Şampîyonîyê

Heke Amedsporê maça xwe ya dawî xwar, li gorî skora wê maçê ji bo ku kastomuspor bibe şampyîon divê averajên di navbera xwe û Amedsporê da bigire. Li gorî puanên berdest averajên di navbera her du taximan da, Amedspor 10 golan li ber Kastamonusporê ye. Yanî bo nimûne heke Amedspor di maça xwe ya dawîyê da 1-0 têk biçe divê Kastamonuspor herî kêm 10 golan biavêje û çi golan jî nexwe ji bo ku bibe şampîyon

Ji bo halê dawîyê rêza taximan û puanan bitikînin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan