Fitîla Qendîla Şaristanîyê

Derdê zimanê bîyanî, ji tirsa sorik û mîrkutokan xerabtir e. Ev tirs, mirovan fêmkorî dike. Tirseke bêdiran dixe dilê zarokan û wan her tim sêwîyê hemsalên wan dihêle. Ev tirs nahêle derîyê dilê mejî jî xwendîn û zanînê ra vebe. Ne tenê zarokan, ciwanan jî bêzar dike, xanîyên xeyalên rengîn hildiweşîne. Carinan jî dibe werîsek û dikeve sikura evîndarên belengaz, yextîyaran jî ji nevîyên wan ra dike xerîbê ber beroşkan.

***

Ziman kanîya zanînê ye. Ew kanîya berîya hezar salan ji mejîyê mirovan zaye, bûye hilgirê herî bingehîn ê çanda mirovahîyê. Zanîn, li ser pişta hespên zimên ber bi deşt û zozanên rengîn ên şaristanîyê ve bezaye û mirov bi saya tecrubeyên eqil û bi amûra zimên, mejîyê xwe neqlî nifşên nû kirîye. 

Ziman, fitîla qendîla şaristanîyê ye. Ji qal û bela ve her tim geş e. Ji zerreyê heta şumûsê her tişt di ronahîya vê qendîlê da dibe xwedî mane. Geh dibe helbest û kozerîya evînê hildigire li ser baskên pinpinîkên bêjeyan geh dibe stran û olan dide di dilên evîndarên bi şeraba kevnare ya arezûyan sermest bûne. 

Ziman ji zarokên do û îro ra çîrokan vedibêje di zeryaya çîrokên hezar salan da. Bi destpêka “hebû tunebû qe jî xwedê mezintir tunebû” çend zarokan, di paxila ferîşteyên çîrokan da li ser xalîçeyên efsûnî stêrkên ezman yek bi yek dane hev? Çend Kêz Xatûn, Heb Hinark, Şeng û Pengê û Gurîkê Ber Qazan bi zimanê zarokan ê zikmakî tevna xeyalên wan neqişandine?

Derîyê zêrîn ê zimanê zikmakî hêdî hêdî vedibe û bablîsoka pirsa “ev çîye?” hişê dê û bavan di nava toz û dûxana bêjeyan da dihêle. Tevna ziman li hewşa mejîyê zarokan bi şewqeke mezin tê danîn. Pirsa “ev çi ye?” bi mîlyon caran tê pirsîn û bi mîlyonan bersiv ji van pirsan ra tên dayîn. Xalîçeya zimanê dayikê encax bi vî awayî dikemile, diedile û dixemile.

Av, nan, dê, bav, agir, berf, dar, kevir, hewş, mast, şîr… Her berdewam e ferhenga mirovahîyê. Şûrê Şamê jî nikare şîrazeya vê ferhengê qut bike. Bi dengê dê û bavan ji nevîyan ra mîrateyek tê avakirin. Tê û tê mamikê mino esmerê, sê kiras li berê, du spî ne, yek zerê. Mamikê mino her bilind e bilindtir, kur ji babî bilindtir…

Pevşabûna pênûs û kaxizê… Xwedayo çiqas zehmet e girtina pênûsê û çiqas xweş e zewqa nivîsîna herfa ewil. Nameya ewil ku bi zimanê dayikê ji dayikê ra tê nivîsîn: “Dayê, ez ji te pir hez dikim!” Di sehara sibehên ku dayik; bi bêhna rîhanên pelhûrik û hewşên avreşandî oxira zarokan a dibistanê dikin, bi sewta bilind gotina sitranên bi zimanê dayikê çi xweş e! Her bêjeya van sitranan mîna mîxekî li mejîyê mirov dikeve û hete bi hetayê nayê jibîrkirin.

Fêmnekirina mamosteyekî çiqas zehmet e!!! Dayê, mamoste çima bi zimanê min û te naaxive? “Bavo av, bi Tirkî çi ye?” Ekmek, nan e? “Dayê, çima ez vegerîyam zarokatîya xwe?” Ma ne qaşo ez mezin bûbûm! Ez naxwazim herim mektebê. De were daye bi zimanê xwe ji min ra dîsa çîroka Kêz Xatûnê bibêje. “Kêzê, kêzê, Kêz Xatûnê, bi fîstanê gulavdûnê, bi şimika reqreqûnê, ketîye herîyê, heta bi qûnê.” Ax zarokatî çiqas xweş bû!!!

“Ez fêm nakim ez tiştên ku dixwînim qet fêm nakim. Ez naxwazim bixwînim!!!” Ev gotin di binehişê zarokan da birînên xedar vedikin ku tu carî ev birîn qaşilkan nagirin. Matematîk ne giran e, ji wê jî girantir gramer e. “Çi karê çatîyê li ser fîlan heye? Gelo fîl û fîîl heman tiştin? De were vî kerî di vê deverê ra derbas bike! 

Derdê zimanê bîyanî, ji tirsa sorik û mîrkutokan xerabtir e. Ev tirs, mirovan fêmkorî dike. Tirseke bêdiran dixe dilê zarokan û wan her tim sêwîyê hemsalên wan dihêle. Ev tirs nahêle derîyê dilê mejî jî xwendîn û zanînê ra vebe. Ne tenê zarokan, ciwanan jî bêzar dike, xanîyên xeyalên rengîn hildiweşîne. Carinan jî dibe werîsek û dikeve sikura evîndarên belengaz, yextîyaran jî ji nevîyên wan ra dike xerîbê ber beroşkan.

Her jîndarekî ji cinsên xwe ra amûrên ragihandinê afirandîye lê însan, bi yek zimanî qayîl nebûye û bi hezaran ziman afirandine. Her qewmekî, zimanekî wî çêbûye û delîlê zimanê qewman cudahîya bêje û gramera wan e. Wê demê hûn jî mîna dîwaneyan li zimanê xwe bigerin li ser vê sifreya zimanan. Mîna dîwaneyan biaxivin, binivîsin da ku siberojê zarokên we li ser vê sifreya zimanan birçî nemînin. 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir