Gava mesele dibe rasteqînî û bûyerên nêzîk, nivîskar zû bi zû nikarin her tiştekî di nav çarçoveyeke edebî û estetîk de pêşkêş bikin. Eger ew çarçove pêk neyê, belkî jî lazim e em ewqasî zorê nedinê ku her tiştekî di nav metneke edebî de pêk bînin.
***
Ev demek e li hin hostayên xwe vedigerim, nivîskarên kurdî yên ku tesîr li min kirine. Dibînim ku berhemên wan ên dawî êdî tesîr li min nakin, gotineke nû ji min re nabêjin, bi ser de qelema wan ko bûye û ditirsim ku ew jî bê hay in ji vê yekê. Û li nehostayên xwe jî vedigerim, ew jî ji ber xatirê nivîsîna wan a berdewam, dixwazim hîn bibim ka guherîneke berev pêş di edebiyata wan de xuya dibe an na. Nexêr, heman israr li ser edebiyata xwe ya berê, û asêmayîna di şûna xwe de. Îstikrareke muezzem.
Ev nivîsar û nivîsarine din li dor vê mijarê bi eşkereyî dixwazin bibêjin, “ezbenî edebiyat ne ew e ku te (di hişê xwe de) sêwirandiye” û vexwendinek bo guftûgo û nîqaşan e li xwendevan û nivîskar/rexnegirên eleqedarî vê mijarê. Edebiyat ji bo xwendevanan bi kêrî her tiştî tê, û ev yek ji bêserûberî/dewlemendiya wê xwe dide der. Ji bo nivîskaran jî wisa ye gelo? Metneke edebî piştî ku temam dibe, der ji armanca xwe, mimkin e bi awayekî neyekser bi kêrî gelek tiştan bê. Dibe ku hêrsa nivîskarê xwe daxe, kêfxweş bike, tetmîn bike, jê re bibe mijûlahiyeke rojane, karekî ku sebra wî pê bîne. Lê metneke edebî hê ku nehatiye nivîsîn, ku nivîskarê wê li dû wê be hêrs û kerba dilê xwe birêje, hestên xwe bêserûber li nav metnê bireşîne, wekî dadgerekî li ser serê xwendevanê xwe bisekine ku pişta aliyekî bigirin û li dijî aliyê din derkevin, hemû pêkhênên metnê bixe xizmeta fikrên xwe û guh nede wê cîhana girift, aloz û piralî ya edebiyatê, wê kêrhatîbûna xwe ya dewlemend jî ji dest dide.
Ferqa nivîsîna tweetekê, gotareke rexneyî, rojnivîskekê û ya nivîsîna romanekê çi ye? Roman ne ew cih e ku mirov ji “jor” de hikmê xwe lê bade. Hemû romanên ku berê wê tenê li aliyekî bin û aliyên dîtir tenê dekorek bin û di xizmet de bin ku tenê wî aliyî xurt bikin, dê ji aqûbeta têkçûneke edebî xelas nebin. Hingê li şûna romaneke têkçûyî, nivîskar fikra xwe di tweetek, gotarek an jî rojnivîsk û bîranînekê de binivîsin dê ne kêrhatîtir be?
Ev nivîsara ku dê li ser romanên Amûdê: Xwîna li ser Minareyê (2019) ya Jan Dost, Firîna bi Baskên Şikestî (2019) ya Helîm Yûsiv û Deftera Sor (2022) a Hesenê Metê hûr bibe, ji niha de îdia dike ku eger nivîskaran li şûna nivîsîna van romanan tweetek, gotarek an jî bîranînek binivîsiya, dê ji bo edebiyata me jî, ji bo edebiyata wan jî kêrhatîtir bûya.
***
Mebesta min ji hilbijartina van romanan ew e ku ev hem ji romanên dawî yên nivîskaran e û hem li ser bûyerên rabirdûya me ya nêzîk û rasteqîn hûr dibin. Li aliyekî siyaset û îdeolojî, li aliyê din PKK, YPG û DAIŞ di navenda romanan de ne.
Balkêş e, ev nivîskar gava ku di berhemên xwe yên berê de nakevin nav bûyerên rasteqîn-rasterast û berê xwe didin mijarên cudatir, bêtir me bi sînorên xwe yên edebî û şiyana estetîk dihisînin. Lê çi dibe ku wisa di mijarên xwe yên bûyerên nêzîk û rasterast de wan sînoran hildiweşînin û şiyana estetîk têk dibin? Jan Dost ku bi romanên xwe yên dîrokî xet û terzeke cuda ji xwe re ava kiribû (herçend di hinan de ber bi tesîr û egzotîzma Coelho û Maalouf ve diçe), Helîm Yûsivê ku bi çîrokên xwe yên surreal tesîra xwe li nav nivîskaran belav kiribû, Hesenê Metêyê ku bi îroniya xwe qadeke kêm dadigirt, çi bi wan dihat ku bi carekê re sengerên xwe yên berê diterikandin û bi dû hest û hêrsên xwe yên rojane diketin, bêyî ku wan li bêjingê bixin an jî bidin alî?
Ramazan Kaya di nivîsareke xwe de behs dike ku hêza hunera polîtîk ne ji polîtîkbûna wê lê ji wê tê ka polîtîkayê çawa dinizilîne nav rihê berhemê û dibêje, “Polîtîka dema ku di edebiyat û hunerê de bi afirîneriyeke taybet neyê bikaranîn, mîna cîlayeke absurd û nelihev beloq dimîne.” Nexwe mesele ne polîtîka ye, ne bûyerên nêz û rasteqîn in, mesele ew e ku mirov vê yekê di nav berhema xwe de çawa veşêre, çawa di nav de dawerivîne ku mîna pertalekî fireh bi ser de daneleqe, li hewayê nemîne û mîna karîkaturekê serî li aliyekî ling li aliyekî xuya nebe.
***
Jan Dost di Amûdê de bûyereke li Amûdê dide ber xwe ku şeş xwepêşander 27ê Hezîrana 2013an de ji aliyê asayîşa Rêveberiya Rojava / YPGyê ve hatibûn kuştin. Jan Dost vê bûyerê di ser minareyeke xwînî re sembolîze dike. Bûyerên romanê di ser sê şaxan re diherikin: xwepêşandana li Amûdê, serpêhatiya guleyekê ji dema wê ya berê ve heta ku li yek xwepêşanderî dikeve, serpêhatiya Mela Ebdulletîf û malbata wî heta ku digihîje Salihê Romannivîs ku neviyê wî ye û romana Amûdê dinivîse.
Amûdê ne romaneke konsantre ye, belawela ye û bi gelek beşên bi mijara sereke re bêeleqe berdewam dike. Gelek melûmetên nehewce ku li herka romanê nakin, pênase, agahî û raveyên belaheq û dirêj li ser Amûdê, li ser eşawisan (ku ji bo asayiş/şervanên YPGyê tê gotin), dîroka kurdan (Şêx Seîd, Sewr), xeta trênê di navbera Binxet-Serxetê de, malbata Mela Ebdulletîf. Romana ku fokusa wê tim belav dibe û diçe cihekî din, bi carekê re ji bergehekê diqevêze ser bergeheke din, ji vegêriyê derbasî dervegêriyê dibe, dixwaze her tiştî ji me re bêje û hemû zanîna xwe bi ser me de bireşîne. Lê wekî aqûbeta hemû romanên ku hewl didin her tiştekî (bêeleqe) di nav xwe de bi cih bikin, romana wî jî nikare ti tiştî ji me re bibêje. Ewçend bêeleqe ku mirov beşên eleqedarî bûyera Amûdê bihêle, nîviyê berhemê jixweber kêm dibe lê berhem kêm nabe.
Firîna bi Baskên Şikestî ya Helîm Yûsiv û bi navê xwe yê din “evîna li ber siya xwediyên alên reş” ku hewl dide behsa evîneke di dema êrişa DAIŞê bi ser Kobaniyê de bike, esasen ne dikare behsa evînekê bike ne jî behsa wê serdemê. Ji ber ku rih ji berhemê kêm e û hebûnekê nikare tê de bi laş û xwîn bike. Li wir hin kes hatine kuştin, û lazim e ev bê gotin. Hemû berhemên edebî ku aciliyeta wan a serekî ew e ku nîşan bidin li wir filan tişt qewimiye an jî ewqas kes hatine kuştin, ji destpêkê de têkçûnê qebûl dikin. Ji ber ku qebûl dikin tişta ku pêk tînin dê ji daneyên îstatîstîk û çendanî wêdetir neçin. Eger ev be mebest, jixwe nûçeyên danê êvarê vêya dikin. Û belkî jî lazim e meriv bipirse çima nivîskar van salên dawîn dixwazin (an jî xwe mecbûr his dikin) hema li pişt her teqînê, her kuştinê, her şerî germegerm çîrokekê, romanekê binivîsin, tevî ku gelek caran ne di nav de ne jî û hem bi rihê xwe hem bi laşê xwe pir dûrî wê ne? Eger em ê nebin êsîrê hest û fikrên xwe, kerem bikin û em qebûl bikin ku roman bi hemû aliyên xwe ve di nav xwe de curbicur e, lazim e meriv hesabê hemû aliyên wê bike û yekê neke qurbana yê din, ne ku em resmê giştî nîşan bidin û bibêjin mesele ev e, lê em berê xwe bidin hûrgiliyên herî biçûk û rêpêneketî yên jiyanê û zeaf û taybetiyên xweser ên mirovan, ev parçeyên biçûk û sade bitûnekê jixweber saz dikin.
Firîn jî xwe dispêre bûyereke rasteqîn ku li dor malbatekê diçe û tê. DAIŞ di 25ê hezîrana 2015an de bi tankan êrişî Kobanî dike û gelek xelkê wê di wê êrişê de têne kuştin. Malbateke dozdeh kesî jî (malbata Osman Hesen) ku di vê êrişê de tê kuştin, dibe mijara serekî ya vê romanê. Roman wekî fîlmekê hatiye sêwirandin. Hadî Kinoyê derhêner û Burhan Emînê senaryonivîs vê bûyerê bikin fîlm. Ji sê beşan pêk tê: Bûyerên di dema DAIŞê de, kesên ku di vê êrişê de mirine yek bi yek behsa kuştina xwe dikin, Hadî û Birhanê ku bi şahidên vê êrişê re diaxivin û qeyd dikin. Beşa duyem a romanê ku ti peywendiyeke wê bi temamê romanê re nîne, her wekî romana Amûdê ku ji berhemê bê derxistin, berhem kêm nabe.
Hesenê Metê bi Deftera Sor berê me dide ser serpêhatiya nivîskarekî bi navê Sadûnê Mala Hemo Demo ku şervanekî berê yê PKKyê ye û jiyana wî ya şervaniyê raberî me dike. Piraniya romanê ji bîranînên “deftera sor” a vî nivîskarekî pêk tên ku hatiye li Diyarbekirê gotûbêjekê li “avahiya belediyê” bide. Ev nivîskarê ku piştî gotûbêjê deftera xwe dide vegêra bi navê Şîva Derman, adinê rojê di hotela xwe te tê kuştin. Deftera bîranînan ku ji destpêka çûna Sadûn a çiyê heta veqetîna wî ya ji PKKyê vedikole, bûyerên heft salên li çiyê û qismen piştî wê neqil dike. Du bûyerên serekî di navenda vê romanê de ne: 1) Şîvaya ku bi hinceta ku xwe dixemilîne û gulav dike di “halk mehkemesi”yê de tê darizandin, sîleha wê tê stendin û piştî demekê xwe ji ser zinarekî diavêje û dikuje. 2) Sadûnê ku bi kepa başçawişekî dixwaze henekekê bike ku bi vê henekê re ew jî tê darizandin bi hinceta ku ji istixbarata dewletê ye. Sadûnê ku ji ber vê gelek bûyer tên serê wî, dûr ji Kîrlî Ahmed û li cihekî din, sê salên din jî di nav PKKyê de dimîne. Piştî salan hîn dibe ku Kîrlî Ahmed bûye “îtirafkar.”
Hebûna nivîskarekî (ku em derhêner jî di vê qadê de qebûl bikin) li vê derê jî xuya dibe her wekî di Amûdê û Firînê de xuya dibe, û di gelek romanên me yên din de jî wisa ye (bnr. Firat Cewerî, Fawaz Husên, Bextiyar Elî). Ev nivîskarên ku gelek caran cîgiriya nivîskarê xwe yê rastî dikin, kesên wiha ne ku bi heyranî tên teswîrkirin, xwedî gotinên qelew in, baş û zîrek in. Heyranmayîna li vê derê jî heyranmayîna li hemberî mêrekî ye. Şîva gava Sadûn dibîne dibêje, “herwekî yeka ku îdolê xwe bibîne, ewqasî xwîna min lê keliya.” “Xwediyê karakterekî xurt û bilind xuya dikir.” Sadûn kesekî xwedayî ye êdî. Gava ku bi hev re li hewşa otela wî rûdinin, dibîne ku “çavên wî her li ser min û sûretê min e… weke çavên Xwedê.” Jê we ye ku Sadûn aşiqî wê bûye, “Bi min welê hat dilê wî li min germ bû û bi awayekî dil kete min.” Problemeke berbelav: karakterên (nivîskar ên) mêr dibêjin qey jin tim aşiq û heyranên wan in.
***
Irving Howe diyar dike ku romaneke polîtîk ji hin pevçûnên navxweyî pêk tên û ew hewce ye xwedî temsîleke asayî ya hest û tevgerên mirovan be. Li gor wî roman bi fikrên exlaqî, arezû û hestan ve eleqedar e û loma hewl dide bibe xwedî tecribeyeke şênber. Herçî romannivîsê polîtîk e, lazim e karibe çend fikrên cuda pêkve bigire dest xwe, wan di nav mesafeyeke dijminatiyê lê hewceyî hev de jî bibîne û wê guherînkariya fikran a ji cihekî ber bi cihekî din ve jî tê bigihîje. Li gor wî ezmûna herî mezin li pêşiya nivîskar û xwendevan ev e ku ka “nivîskar dê rastiyê heta çi dereceyê di nav bêjinga fikrên xwe re derbas bike û xwendevan heta çi dereceyê dê van rastiyan qebûl bike tevî ku dê zorê li fikrên wî jî bike?” Di van romanên berbehs de em wê guherînkariya fikran nabînin. Tenê fikrek li meydanê heye ku her tiştekî dî hewl dide wê serfiraz bike: hest jî, arezû jî, tevger jî û heta bi tecribeyan jî.
Di Amûdê de hemû hewlek ji serî heta dawî bo wê ye ku bê nîşandan ka eşawis (YPG) di kirin û tevgerên xwe de çiqas xirab in. Nivîskarê ku bi hestê xwe nikare, nikare mesafeyekê jî dayne navbera xwe û hemû tiştekî din, an jî hewl nade ji çavekî cudatir li meseleyan û kesan hûr bibe û wan bi awayekî serbixwe di nav fikr, hest û tevgerên wan ên taybet de zindî bike. Halbûkî Jan Dost di romana xwe Kobanî (2017) de karibû dakeve nav kûrahiya rihê çekdarekî DAIŞê jî û derûna wî bi hemû pevçûnên wî nîşan bide. Em dibînin ku di vê romanê de nekariye vê yekê bike. Homojeniyek li dar e, wekî ku hemû kes di fikrekê de bin û li dijî YPGyê bin. Piştî ku xwepêşander tên kuştin tê gotin, “dilê her dayîkekê di mala xwe de wê kêlîkê kire gupînî, her dayîkek wê kêliyê reviya ber deriyê hewşê.” Cihê ku tenê fikrek lê serdest be her kes di heman kêlîkê de dê heman tiştî bike û heman tiştî bifikire. Heta bi serpêhatiya dirêj û bêçune ya guleyekê jî vê “hemanî”yê zêde dike, ji ber ku fikra wê jî her ev e. Di ser vê serpêhatiyê re qala PKKyê, şerê birakujiyê, evîna du gerîlayan, xayîn-îlankirina wan û xwekuştina wan, Kampa Beqayê tê kirin. Ev beşên ku di ti çîroka bûyera Amûdê de bi cih nabin, bivênevê vê pirsê bi me re çêdikin: Çi eleqe? Diyalogên ku êdî wekî fanteziyekê xuya dibin, û ji empatiyê dûr in, rê li ber resmekî giştî yê romanê jî venakin.
Helîm Yûsiv di Firînê de civakeke zêde îdealîzekirî û yekreng ava kiriye. Karakterên yekalî, dûr ji rihê xwe û serdema xwe, û tim bi nêrîna çavekî. Ev çav jî tenê di dest Yûsiv de ye. Civakeke piralî û di nav xwe de bi gelek rengan, çawa çêdibe wisa bi aliyekî ve bê neqilkirin û bêyî kûrbûnekê? Yên ku jinan dikujin “mêr” in. Gava ku yek dimire (Viyan) ew ne tenê keça bavê xwe ye lê ya hemû Kobaniyan e. Aliyên dijber ên mirovan nayên nîşandayîn, ji ber ku peyv û hevokên termînolojiyeke diyar a îdeolojiyan ti carî rê nadin cudatiyeke derveyî xwe. Di hemû karakteran de tenê dengek li pêş e ku ev ji dengê nivîskarê xwe wêdetir dengekî cuda saz nake. Heta bi dara gûzê jî bi heman dengî dipeyive wek hemû karakteran û partîzanekî: “…gelek kesên ku dikaribûn şer bikin, di serî de Hesenê Telefoncî û yên wekî wî, bajar terk kirin û ber bi Sirûcê ve bi rê ketin.” Karê romanê li vir ne darizandina Hesenê Telefoncî ye lê famkirina rewşa wî ye: Mimkin e pir ji telefonan hez dikir, û nedixwest wan di şer de ji dest bide. Ji ber ku di romanê de derfet ji bo deng û axaftinên cudatir nîne, em nizanin ka bi rastî jî Hesenê Telefoncî çi dihizire û hest bi çi dike.
Defter berê rexneya Hesenê Metê cardin li PKKyê û bi gotina romanê “onderlix” (Abdullah Ocalan) vedigerîne. Rexne û îroniya wî ya ku bi serkeftî ji nav Tofanê derketibû, di vê romanê de xuya nabe. Ji serî de armancek xuya dibe ku dixwaze tenê bibêje ev wisa ye, ev bi vî awayî ye. Lê ji ber ku nikare, romanê karîkaturîze dike û hingê jî rasteqîniya xwe ji dest dide. Hesenê Metê jî ti carî wê derfetê nade ku em bi çavê kesên din jî nêzî meseleyan bibin. Sadûnê ku wisa dihizire ew tenê li hember neheqiyan e, dibêje “Ez sond dixwim ku li tevayiyê çiyayên Kurdistanê yek şervanek jî tunebû… yek şervanek jî tunebû ku bibêje: “Ev çi ye û çima hûn welê dikin?” Tenê ez… di nava ewqas şervanan de tenê ez rabûm.” Kîrlî Ahmedê ku em tenê ji çavê Sadûn nas dikin û tim mîna yekî “kirêt, xirab” tê nîşandayîn, ti carî bi serê xwe ne xwediyê hebûna xwe ye. Loma Sadûn dikare li şûna Kîrlî Ahmed jî biryarê bide û fikra wî ji me re bêje, “Xwedê dizane di wê gavê de wî heyfa xwe bi wê yekê dihanî ku çima wan yekser biryara kuştina Şîvayê nedane.” Hesenê Metê rê li ber îhtimaleke duyem venake.
Di van romanan de mekan ne şênber e, ew tenê bi navê xwe heye û bi bûyerên nav xwe, ne bi hûrgiliyan û taybetiyên xwe. Ji ber ku rihê mekanan nehatiye zevtkirin, tenê nihêrîneke ji dûran ve lê heye, û hêrseke nahêle meriv ji nêz ve li tişt û mekanan binihêre. Tenê sembol û îmaja wan heye: mizgefteke li Amûdê, maleke li Kobanê, çiyayekî li Kurdistanê. Ne zêdetir. Cihên ku dest nagihîje wan nas nake, lê cihên din heta bi halê biçûk nas dike. Çiyayê ku tenê “çiya” ye bo Hesenê Metê, gava dibe bajêr şax vedide: Kuçeyên Gazîpaşa, Xusrew Paşa an jî Hotela Kerwansaray. Hostayên me çima dixwazin behsa wan cihan bikin ku nas nakin û bi hûrgiliyên wan cihan nizanin?
***
“Edebiyat, bergeha civakî di nav şertên dîrokî yên şênber de dinirxîne,” dibêje Horst Redeker, “û heta ku wekî edebiyateke hunerî xwe nede pêş, nikare ti îdeolojî û berjewendiyê bide me.” Ew vê edebîyata hunerî an jî edebiyata estetîk bi tiştekî ve girê dide: Takekesbûn. Takekesbûn jî bi du qonaxên xwe yên serekî heye: Curbicurî û bêhevtabûn/yektabûn. Ev yektabûn her çawa ku dikare bibe taybetiyên xweser ên her kesekî, dikare bibe taybetiyên herî hevpar ên civakekê jî. Di romanên berbehs de endîşeya veguhestina fikrekê û peyamekê, rê nedaye ku roman di nav çarçoveyeke edebiyata estetîk de rastiyên civakî berbiçav bikin û karakter ne wekî tayînkerekî ku fikr û peyama xwediyê xwe vediguhêze lêbelê wek takekesekî diyar bibin.
Jan Dost di Amûdê de wekî mamosteyekî tevdigere û gelek caran aqildayîneke wî bo kurdan heye: “Bi taybetî jî di nav kurdan de ku hişê xwe di serdema krîzên mezin de dişînin bêhnvedanên vekirî, bêsînor û bêveger.” Romana ku ji serî heta dawî li ser başiya mixalifan û li ser xerabiya rêveberiyê berdewam dike, hemû îhtimalên takekesbûnê ji holê radike. Arasê Bengo gava tê kuştin, çekdar radihije telefona wî û dibêje, “Kesekî bi navê Aras nema. Me pilêtek jê re birrî û ew rê kire cehenemê.” Li aliyekî çekdarên ku tim bi kirêtiya xwe têne nîşandan û li aliyekî din kuştiyên ku tim bi başiya xwe têne nîşandan û xwîn û mirina wan tê estetîzekirin: “Xwîna Şêxmûs pankarteke sor xêz dikir, pankarteke zelaltir ji ya Berzanî. Wî bi xwîna xwe ji tariyê dixwest ku terka vî welatê ku parêzerên wî zinayê pê dikin, bike.” Romana ku minareya mizgefta cihê bûyerê bi “namûs”ê sembolîze dike ku çekdar ew “bi dest xistine”, kuştina mirovan û hebûna wan a li ser minareyê wekî zinaya bi minareyê teswîr dike. “Ew zinê bi minarê dikin. Bi rastî ew zinê pê dikin. Ev xwîna ku diheriki jî xwîna keçîniya Amûda sêwî yi.” Minare jî ji ber fikr û helwesteke diyar û tayinkirî xilas nabe: “Xemgîn û lal bû ew minare û xwe avêtibû bextê tariya dilovan.” “Minare bû digiriya.”
Hêrsa piştî şerekî, kuştinekê carna zû bi zû nahêle mirov bi hemû aliyan ve li ser bifikire loma zêdetir hestî û ji aliyê xwe ve li meseleyan dinêre. Lê roman ne ew cih e ku mirov wê bike bi qurbana hestên xwe yên germegerm. Hingê meqsed nabe edebiyat, tenê dibe rijandina kela dilê xwe.
Jan Dost van salên dawî berdewam romanên bûyerên nêzîk dinivîse û ew romanên dîrokeke kevin ku bûbû xeta wî ya serekî, diterikîne. Kobanî, Amûdê û niha jî Şerê Xendeqan ku li ser şerê li Bakur e. Bêyî ku mirov bibîne, tê de bijî, hest pê bike, wisa ji dûr ve, bêyî ku mesele ji hev safî bibin, hemû rastî derkevin holê û her tişt zelal bibe, çi eceleya nivîsîna romannivîsekî dûrî şer li ser vî şerî heye? Di demekê de ku nivîskarên li ber serê vî şerî nikarin an jî naxwazin wisa zû li ser wî binivîsin, qey pir hêsan e nivîsîna romaneke ku vî şerî bi hemû aliyên xwe ve bi me bide hîskirin?
Di Firîna Helîm Yûsiv de her tişt pir zû diqede û bi dawî dibe. Her tişt pir zû tê gotin. Ev zûbûn kûrahiya romanê jî berteref dike. Meselen di romanê de bi carekê re pêşmerge tên lê tenê tên û ne tiştekî din. Li aliyekî cudatir çi diqewime, çi heye li wan aliyan, nayê zanîn. Karakterên ku pevçûn û şikestinek di wan de pêk nayê, ti carî li gor bejna xwe jî naaxivin. Nikarin bi du gotinên sade û sivik biaxivin, tim hewla axaftineke “feylesofane” û belaxata îdeologekî li cem wan heye. Perwîn bo xwesûya xwe ya bê wisa dibêje: “Bûk û zavatiya me nîşana serkeftina jiyanê ye, ya li dijî mirina ku me dorpêç kiribû. Nîşana jinûveavakirina li dijî xerabî û wêraniyê ye, nîşana serkeftina evînê û rengê sipî ye li dijî koletiya jinê û rengê reş ê tarî.” Romana ku tê de tesadif hene (roja ku wê biçin Perwîn bixwazin cenazeyê Şîrînê tê dîtin), hem ji ber vê hem ji ber bilezûbeziya xwe pevxistin û honakeke xurt li ber mirovî nikare raxe. Ew hest bi min re çêdibe ku nivîskar xwestiye hema bi lezekê û jixweber romanê binivîse û xelas bibe. Ev bilezûbezî û belaxata zêde ne bi qasî Firînê be jî, di Wehşê di Hundirê Min de (2018) de jî xuya dibe.
Deftera Hesenê Metê karakterên baş pir îdealîze dike û yên xerab jî tim karîkaturîze dike. Şîva gava ku tê darizandin li gor Sadûn, “Şîva bi qasî xweşikiya xwe, ewqas jî bêguneh li ser wê qûça keviran rûniştibû…” Lê ji bo Kîrlî (bernavkekî ecêb e, bi maneya pîs û kirêt) Ahmed dibêje, “Loma wî ew tiliya xwe ya ku gelek caran heta movika duduyan di firnikên pozê xwe re dikir”, “pozê wî yê mîna nikulê qazê”, “firnika din jî mîna firnikên deveyan bi hev ve çespisî bû”, “jixwe serê wî weke tepikek ji rêxê bû”, “gotinên ku ji devî wî derdiket weke gûyê tajiyên tol bi bêhneke genî, weke keviran bûn…” û dixwaze resmekî “kirêt” bi şekl û şemaleke xerab ji bo me saz bike. Ewqas israr li ser van gotinan û şekl û şemala kesekî, ti cihê jidilî û pêbaweriya karakteran û romanê li holê nahêle. Sadûn di cihekî din de ji bo Kîrlî Ahmed dibêje, “yekî ewqasî tirsonek ku meriv bawer nedikir kurd e.” Aqildayîn û darizandina mamosteyekî ya Jan Dost di vê romanê de jî xuya dibe. Ma kurdek nikare bibe tirsonek? Romannivîs ne ew e ku tenê wêrekiyê nîşanî me bide. Karîkaturîzekirina li vê derê gelek caran bi termînolojiya hin peyvên tirkî ya gotara PKKyê tê kirin: “Êdî yasax”, “ew li hemberî prensîbên onderlixê asê dibe”, “ku meriv ji xwe hez bike… meriv xwe ji hîsên duygusaliya burjuwayî xelas nekiriye”, “nikanim tiştekî somut bibêjim”, “asxiya alma”, “degerlendirme”, “disiplin,” “lewra te hîn onderlixê uzumlemîş nekiriye.” Û ev peyvên tirkî, wî halê karîkaturîzeyê hê zêdetir dike.
***
Diyar dibe ku gava mesele dibe rasteqînî û bûyerên nêzîk, nivîskar zû bi zû nikarin her tiştekî di nav çarçoveyeke edebî û estetîk de pêşkêş bikin. Eger ew çarçove pêk neyê, belkî jî lazim e em ewqasî zorê nedinê ku her tiştekî di nav metneke edebî de pêk bînin. Belkî jî tweetek di vê rewşê de ji her tiştekî bikêrhatîtir be. An jî podcastek, nameyek, axaftineke rojane. Gelek rêyên wê hene. Di demekê de ku lazim e nivîskarên me yên hosta berhemên xwe yên herî kemilî û xurt pêşkêşî me bikin, nivîsîna wan a bi romanên weha ku pir bi eşkereyî xuya dibe nikare di ber siya berhemên wan ên ewil re jî derbas bibe, ev nivîsar wan vedixwîne nav mihasebeyeke edebî ku ji nû ve li ser van berhemên xwe bifikirin û li rê û dirbên edebiyateke hê balatir bigerin.
Çavkanî:
Helîm Yûsiv, Firîna bi Baskên Şikestî, Peywend, 2019.
Hesenê Metê, Deftera Sor, Avesta, 2022.
Hons Redekter, Edebiyat Estetiği, Kuzey, 1986.
Irving Howe, Politics and The Novel, Books for Libraries Press, 1970.
Jan Dost, Amûdê: Xwîna li ser Minareyê, Sersera, 2019.
Ramazan Kaya, “Konserde Patlayan Tabanca: Edebiyattaki Politika”, Kürd Araştırmaları, 09.04.2021 https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-111