Li ser zimanê hin nivîsarên Botan Timesê çend têbînî

Ji van cure nivîsaran tenê mebesta min balkêşana ser xalên rastnivîsîn û rêzimanê ye. Ji bo bikaranîna zimanekî rast û pêkhatina zimanê nivîskî yê standard ez bi xwe giringî bi nirxandin û lêhûrbûnên wiha didim. Ez xwe jî dikim navê ku ji ber perwerdeya bi zimanê serdest em ji aliyê zimanê xwe ve derbexwarî ne. Loma bi saya hişyarî û têfikirînan dibe ku em bi kil û kêmasiyên xwe yên zimanî jî bihisin.

***

Ji zûde ye ku min li ser mijarên zimanî yên wekî rastnivîsîn û rêzimanê nenivîsiye. Ev jî helwesteke min a bi zanebûn bû. Ji ber ku min dixwast ez zêde hişê xwe bidim ser kar û xebatên xwe û li wan hûr bibim. Îcar gava min teklîfa Botan Timesê pejirand da ku ez hefteyê carekê gotarekê binivîsim, hin hevalên bi vê yekê hisîn wan ji min daxwaz kir ku ez li ser mijarên zimanî jî binivîsîm. Min jî gote wan dibe, çima na.

Ji ber vê daxwazê va min zend û bendên xwe hildan û min got ez dê der barê vê yekê de pêşî ji nav malê dest pê bikim. Min ji hin nivîsarên nivîskarên Botan Timesê ji bo vê nivîsarê çend nimûne “nêçîr” kirin. Ev nimûne jî hema wisan di wexta xwendina nivîsaran de ketin “dehfik”a min. Bi gotineke din ez welê kûr û dûr di wan nivîsaran de li pey meseleyên rastnivîsîn, gramer û gotinên qalibî neketim. Di serî de bibêjim, ez dê ji wan re nebêjim ku ew şaş in, loma ez dê tenê bal bikêşim ser wan û her wisan der heqê wan de ramanên xwe aşkera bikim.

Nimûnaya pêşî ji nivîsara mamosta Zulkuf Ergun a bi sernavê “Hêz û Sûda Kanonê” ye, ku tê de hevokeke wiha derbas dibe: “Bi raya min kanon di vir da digihîje hawarîya me.” Di vê hevokê de ya ku ez dixwazim jê behs bikim tabîra “digihîje hawarîya me” ye. Ev qalib bi xwe ji min re xerîb hat. Ji lew re hawar û hawarî ji aliyê mehneyê ve ji hev cuda ne. Hawar îmdat e, lê eger bi awayekî giştî bê gotin hawarî, hem taziye ye hem jî ew kes e ku diçe serxweşiyê. Di van biwêjan de, yên mîna “çûn hawarê, gihîştin hawara (yekî), hawara (yekî) jê re hatin”, hawar bi mehneya îmdatê ye. Lê îcar gava bê gotin “çûn hawariyê”, yan jî “gihîştin hawariyê”, wataya behiyê/taziyê jê diçe. Wexta tê gotin “hawariyên xwe verê bikin”, qest ji hawariyan ew kes in ku ew ji bo sertêdanê hatine mala mirîyan.

Ji nivîsara Şener Ozmen jî min du mînak wergirtin, ku navê wê “Têbînîyên Amerîkayê- XVII: Zayîn û mirina ‘Diyar Galeria’yê ye. Nimûneya pêşî: “6ê Sibatê, li ber destê sibehê kurd û Kurdistanî li kareseteke mezin şiyar bûn,…” Ji vê hevoka nimûneyî, awayê “ber destê sibehê” kir ku ez ji aliyê rastnivîsînê ve tê bifikirim. Eger em bibêjin “Me lêwik da ber destê hostayî”, ev “ê”ya bi dêst ve, îzafeya nêrîtiyê ya yekhejmar a binavkirî ye, lê gava em bibêjin “berdestî sibehê”, ku ev qalibek e, îşaret bi dema berî tavdanê, hilhatina rojê dike û “î”ya wê ne îzafe ye. Ev “î”, bi rola berpêbûnê radibe. Mînaka din a ji heman nivîsarê wiha ye: “Heke Galerya jî hilweşiya be.” Mijar dîsan rastnivîsîna lêkerê ye. Bi kurtî, hemû gireyên demê bi rayek û qurmê lêkerê ve tên nivîsîn, loma li gorî vê rêzikê, divê bi şêweya “hilweşiyabe”yê pevve bê nivîsîn.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Wê heynê rastî êşkenceyeka mezin tê û wiha dibêje:”, ev jî ji nivîsara Selamî Esen e ku sernavê wê “Şêrgeleyê Şîrê Şiîrê Xwarî: Arjen Arî” ye. Ev qalibê “rastî êşkenceyeka mezin tê”, li hesta min a zimanî nayê, bi fikira min ew ji ber tesîra zimanê tirkî ye. Li şûna vî qalibî, awayên “îşkenceyeke pir lê bû, îşkenceyeke pir zêde lê hat kirin” ji min re hîn rasttir tên.

Ji nivîsara Tevfîk Bayram a bi sernavê wê “Desthilatdarî çi ye û ev kurd çi dixwazin?” min du mînak hildan. A yekem: “Ji bo azadiyeka kamil divê mirov pêşiyê xwe ji astengî û qeydûbendên dest û lingên mirovan girê didin xilas bikin.” Sedema ku qeyd û bend pevve hatine nivîsîn nizanim bê ka ji ber çi ye. Lê bi qasî pê dizanim duyîne (ango peyvên dunavdêrî) ji bo xurtkirina rewşê tên bikaranîn û divê her peyv ji aliyê rastnivîsînê ve ji hev cuda bin. Gava pevve bên nivîsîn, hewce ye ku bi hev re wateyê biguherînin. Bi nêrîna min eger hevok wiha bê sererastkirin dê ji aliyê watayê ve jî çêtir be: Ji bo azadiyeka kamil divê mirov pêşî xwe ji wan astengî û qeyd û bendan xelas bike, ku ew dest û lingên mirovan girê didin. Mînaka din jî ev e: “Bo mînak, em van gotinên li jêr her roj dibihîsin:” Di kurmancî de qaydeyekî giştî ye, lêkerên ku dawiya wan bi –stinê diqedin, “s”ya wan di rayeka dema niha de dibe “z”. Wekî gestin/gez, parastin/parêz, xwastin/xwazê; loma li gorî vê rêsayê diviya ew “dibihîzin” bûya.

Ez bi nimûneyên ji nivîsara bi navê “Belkî jî gilî gotinên li ser…?”ê berdewam bikim ku ew a Yehya Omerî ye. Hevoka ewilî ev e: “… em dibin şahid ku civaka me ya zîval zîvalî zêdetir bi ber bayê ziman û ruhiyetên serdest dikeve,…” Tê de wek “zîval zîvalî” ji hev cihê hatiye nivîsîn. Ev zîval, ku varyantên wê yên mîna zivar û zîvar jî hene, navdêr e û awayê wê yê rengdêr jî zîvalzîvalî ye, loma diviya bi hev ve bûya. Hevoka din jî “…. ku beşek ji wan/me li xwe warqile” ye. Tiştê jê bê behskirin lêker “warqilîn”ê ye. Di devokên kurmancî de varyantên wê yên wekî “varqilîn, vearqilîn û verqilîn” jî hene, lê ji ber ku di kurmancî de pêşgir /-wer/ e, divê ku awayê wê yê ji bo rastnivîsînê “werqilîn” be.

Mînaka dawî ji hevpeyvîna Engîn Olmez e ku sernavê wê ev e: “Fahriye Adsay: Xeyala min a pêşî ew e ku ‘em’ek me hebe.” Lê ez dixwazim berî dayîna hevoka wergirtî, li ser sernavê hevpeyvînê jî nêrîna xwe derpêş bikim. Li gorî rêzikên rêzimana kurmancî, bi fikira eger ev wiha be dê xweştir li kurmancî were: “Fahriye Adsay: Xeyala min a pêşî ew e ku ‘em’eke/a me hebe.” Ji bo raveka nediyar/nebinavkirî ya yekhejmar, hewce ye “-eke/ yan jî /-eka/ bûya. Hevoka din a ku bûye mijara vê nivîsarê jî ev a hanê ye: “Ev bixwe wê gavek pir mezin be ber bi xeyalên mezintir.” Carek awayê “bixwe” kêşedar e, ji ber ku ew ne lêkera “xwarin”ê ye û raweya fermanî ya “xwarin”ê jî“bixwe” ye, lê ew (bi xwe) cînavk e û loma jî nabe bi hev ve be. Ji xeynî vê yekê, bi ya min eger ev hevok ji aliyê gramer û îmlayê ve wiha bê sererastkirin dê hîn çêtir be: “Ev bi xwe ber bi xeyalên mezintir ve wê gavekî pir mezin be.

Li ser awayê nivîsîn û bikaranîna nimûneyan hez dikim vê jî diyar bikim ku gelo ev rewşa hanê ji redaktor û edîtoran an jî ji nivîskaran diqewime, ez pê nizanim. Tiştên wisan tên serê min bi xwe jî, loma ez bi hendaze tev digerim û nivîskarên nivîsaran heta berpirsên ji nivîsaran jî jê bêrî dikim.

Ji van cure nivîsaran tenê mebesta min balkêşana ser xalên rastnivîsîn û rêzimanê ye. Ji bo bikaranîna zimanekî rast û pêkhatina zimanê nivîskî yê standard ez bi xwe giringî bi nirxandin û lêhûrbûnên wiha didim. Ez xwe jî dikim navê ku ji ber perwerdeya bi zimanê serdest em ji aliyê zimanê xwe ve derbexwarî ne. Loma bi saya hişyarî û têfikirînan dibe ku em bi kil û kêmasiyên xwe yên zimanî jî bihisin. Careke din diyar bikim, mebesta min ne tehlkirina kesan an jî şikandina hewesa nivîsîna bi kurdî ye. Hewce dike ku em gişt bi hişyarî tev bigerin û di vî warî de hay ji xwe hebin.

Nivîskar/rojnameger
Zana Farqînî
Zana Farqînî
Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.

Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.

Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.

Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.

Berhemên wî:

Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf

Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî