Etîmolojî û Etîmolojiya Gelêrî

Vegerîna li xwe û zimanê xwe, bilîbûna bi zimanê xwe, têfikirîna li peyvên di zimanê xwe de helbet tiştên xweş û baş in. Lê divê ku her kesek bi warê xwe yê pisporiyê bibile, hilberînê di wan waran de bike, ji meseleya îfrat û tefrîtê xwe dûr bide û bi metodên zanistî bixebite.

***

Etîmolojî, ku bi kurmancî jê re rehnasî û rîşalnasî jî tê gotin, şaxeke zimannasiyê ya pir giring e. Ev qada hanê hewl dide çavkaniya peyvên di zimanekî de nîşan bide û li wan dikole bê ka ew bêje kengê derketine holê, ji ku hatine, di kîjan merheleyan re bihurîne, bi van jî namîne ji aliyê teşe û watayê ve jî li ser dîroka peyvan radiweste. Di gel vê yekê ew hem warekî zehf zor hem jî lomeyên jê têra xwe hene. Loma her kesê bi zimannasiyê re eleqedar an jî her zimannasek di heman demê de ne etîmolog e jî. Ew warekî pisporiyê ya taybetmend e.

Di platformên medyaya civakî de jî ez pir lê rast têm ku hin kes serê xwe bi mijara binyada peyvên di zimanê kurdî de diêşînin. Bi piranî eleqeya van kesan bi vê şaxa zimannasiyê re tune ye û bêyî haya wan ji prensîpên wê, ji rê û rêbazên wê hebin, wekî etîmologan li ser peyvan radiwestin, wan ji aliyê morfolojiyê ve tehlîl dikin, mehneyên nû li wan parçeyên peyva parçekirî bar dikin û qet jî bala xwe nadin şêweyên wan ên berê, zimanên cîran û tiştên din. Bi ser de jî bi awayekî ji nava xwe têr û ji xwe bawer der barê peyvan û etîmolojiya wan de gotinên qirase dikin û ne îdia lê li ser wan biryarên qethî derpêş dikin.

Carinan di van platforman de hin kes li ser binyada peyvan pirsan ji min jî dikin. Ez yekser dibêjime wan ez ne etîmolog im û ev qad jî ji hêz û zanîna min der e. Çawan di kurmancî de hin gotinên me yên pêşiyan hene giringiyê didin şêwirîn û hebûna pispor û hostayan, wekî “bêyî hostayekî neçe çiyayekî” û “bêyî pîrekî neçe dîmana mîrekî”, divê mirov tiştan ji ehlê kar re bihêle.

Îcar gava mirov ne pisporê vê şaxa zimannasiyê be, bi ser de bi çend zimanan jî, nemaze zimanên cîran û yên yên ji heman malbata zimanî nizanibe, serî li rêbaza senkronîk û ya diyakronîk nede, kar û xebat heycar zor dibe û îhtimala kirina şaşiyan jî zêdetir dibe. Ji ber peyv tim wekî xwe namînin û hem ji aliyê mehneyê ve hem jî ji aliyê teşeyê ve diguherin, divê qet nebe haya mirov ji rêbaza diyakronîk jî hebe.

Ji bo mebesta me hîn aşkera û zelaltir bibe em niha bi mînakekê mijarê zelatir bikin. Mesela eger bi rêbaza senkronîk peyva “dijmin” bê dahûrandin, dê hema pê re bê gotin ew ji “dij” û “min”ê pêk hatiye û bi mehneya “ew kesê li dijî min e” bê ravekirin. Lê rastî tiştekî din dixuye. Di zaravayê kurmancî de guhartoyên “dijmin” ên mîna dişmen, dojmin, dujmin, duşmen, duşmin û di kirmanckî (zazakî) de jî şêweyên heman peyvê yên wekî dijmen, dismen, dişmen û duşmen hene. Ev “dij”, “diş” û “duş”, bi mehneya xerab e, ku ew di avestayê de bi awayê “duş”, di pehlewî de “duş” û di farisî de jî wekî “doş” e. Herçî “men” û “min” e, ew di avestayê de “meneh” û di pehlewî de jî “men” û “meniş” e û ew tên wataya ramanê ango fikirê. Îcar ev “duş-meneh”a avestayê û “duş-men”/“duş-meniş”a pehlewî, bi mehneya ramana xerab e, lê paşê li wataya “kesê ramanxerab”, “kesê xerab” û “neyar” dageriyaye.

Dibe niha hûn bibêjin te got “Ez ne etimolog im” lê va ye tu jî bi karê etîmologan radibî. Rast e, ez ne etimolog im, lê hinek be jî haya me ji etîmolojiyê heye û min bi saya hin çavkaniyan karî der heqê vê peyvê de van gotinên hanê bikim. Wekî ferhenga Michael L. Chyet a bi navê “Ferhenga Birûskî”, ya Sevan Nîşanyan a bi navê “Nişanyan Sözlük Çağdaş Türkçenin Etimolojisi” a li ser înternetê û notên Malmîsanij ên li ser peyva “dijmin” e, ku wî ji bo Komxebata Rastnivîsînê ya Kurmanciyê pêşkêş kiribûn.

Gava li ser binyada peyvekê bê sekinandin, analîza wê were kirin û peyv ji hêmanên xwe bê veqetandin, hewce ye her hêmaneke wê ango morfemeke wê ya watadar bi serê xwe bimîne, ne ku mehne lê bê barkirin. Her wisan bûyerên zimanî jî, çi yên fonetîk çi yên morfolojîk û çi jî yên semantîk divê bêyî zorlêkirinê xwe bi xwe bidin nîşandan û guherînên di wan de çêbûne jî xweş bên şopandin.

Niha jî li ser etîmolojiya gelêrî em çend nimûneyên pirole û ekstrem pêşkêş bikin. Mesela diangêjin ku navê bajarê Mêrdînê ji “merê dîn” ango “mêr+dîn”, navê sumeran ji “sê+mêr”, peyva muzîkê ji “mû+zîq”ê, “kur” û “kirîv” ji organê cinsî yê mêran tê. Heta hinek hene hingî zêde pê de diçin mirov ji xwe re şaş û mehtel dimîne. Li gorî wan navê Çemê Mississippiyê ji “masiyê spî” û navê Afrîkayê ji “a firîkê nokan”, navên bajarên Meke û Medîneyê jî dîsan ji gotinên kurmancî ji “meke” û “me dîne”yê tên. Dibêjin gava Bavê Adem xwastiye bi Dêya Hewa şad bibe, wê jê re gotiye “Kuro meke, me dîne.” A navê van her bajaran jî ji van gotina wê çêbûne…

Jixwe em bi Teoriya Zimanî ya Rojê (Güneş Dil Teorisi) û bi etîmolojiya hin “zanyar”ên tirkperest dizanin bê çawan li gorî wan navê kurd jî ji “kart û kurt”a tirkî peyda bûye, ji lew re divê em di vî warî de qet pêyên xwe li pêyên wan nexin! Heta hez dikim behsa serpêhatiyeke xwe jî bikim bê hişê hin mirovan çawan bi awayekî seyr dixebite.

Wexta Navenda Çanda Mezopotamyayê hîn nû hatibû avakirin, kesek raselitî me bûbû dihat saziyê û digot zimanê kurdî nîn e û bi dayîna mînakên ecêb pê de diçû. Tevî vê jî Feqî Huseynê rehmetî bi awayekî cidî lê guhdarî dikir. Bêyî xwe jê aciz bike bersiv didan wî û hewl dida da angaştên wî jî pûç û bêbinyad nîşan bide. Me nedizanî ka ew kî ye, gelo sîxur e, yan yekî dînik e, çi ye, ji teba ye. Bi israr digot “bijî” ji “bûjî”ya erebeyê û “civat” jî ji “cîvata”yê tê, ku ev mînak niha di hişê min de mane.

Vegerîna li xwe û zimanê xwe, bilîbûna bi zimanê xwe, têfikirîna li peyvên di zimanê xwe de helbet tiştên xweş û baş in. Lê divê ku her kesek bi warê xwe yê pisporiyê bibile, hilberînê di wan waran de bike, ji meseleya îfrat û tefrîtê xwe dûr bide û bi metodên zanistî bixebite.

Bi rastî etîmolojî ne karekî wisan hêsan e da her kes bikare hespê xwe li wê meydanê birewiqîne û tê de bide xaranan. Ji bo mirov bikare bi hunerê xwe bişîre divê bi qabiliyeta xwe jî bizane.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir