Xeyala te ji bo kurdan çi ye?
Xewn û xeyala min ji bo kurdan ew e ku kurd, di her warî de, heylo, di her warî de, bi lingên xwe bimeşin û aqlê xwe yê xwemalî (yê li ber rûxînê) li xwe berz û bala û ‘eqliyeta xwe ya resen (a li ber devê kendêl) li xwe giran (giranî baş e) bikin da êdî ji xelq û ‘alemê neyê ku sivikatiyê û sûkayetiyê li kurdbûna pîroz bike. Çima ku metirsiyeke bi vî rengî li ber derê me ye êdî: Çawa ku bi sedan salan e antî-semîtîzm rabûye ser zîn, êdî antî-kurdîzm jî pê de pê de bi destên dagîrkerên li ser axa Kurdistana navendî û li dayasporayê rehên xwe berdide û divê kurd qewî hişyar bin û bi piyekî b’leztir îmana xwe bi qasî Gilîdaxê, Bagokê, Cûdiyê, Hemrînê û Zagrosan bi XWE bînin û dest ji bernameyên ‘eletewş ên xwîşktiyê û biratiyê berdin, bi kîjanan, ez bi gorra kaliko kim, xwedanên wan bernameyan bi xwe jî ne bawer in û çu caran jî ew bername ser nagirin. Lê belê, di gel hindê, heylo, bo min ciyê dax û xemê ye ku befş û qîlên kurdan ji yek û du re dirr in û îlaye û qîlleyên kurdan ji hev du re pirr in. Lew ra, bi zar û zimanê ‘Ehmedê Xanî yê gewre bibêjim bo ‘am û xasên kurdan ên vê ‘siyaseta bêriyaset û riyaseta bêsiyaset’ bo her çar parçeyên Kurdistana ‘ezîz, ku êdî mişt e ji xelqê me yê serşorr û serkirdeyên me yên serberjêr, ‘Eql û huner û sexa û meydan / Zebt û neseq û nîzam û dîwan: ev hemû stûnên nehejên û neşikên ên Kurdistana serbixwe û xwedandewlet in û her ev e xewn û xeyala min ji bo kurdan, di kîjanê de şa’irê xwedankelam damezirîner e; ji bakurtirîn gund û warê kurdan ê Erdehana li ser tixûbê Gurcistanê û Hayastanê heta bi biniya Kerkûkê… hesta ‘erdî ya neşikên, ‘erdê welatê me, li kê derê em dareke xwe biçikînin û şi’rên xwe bê şayîş û xem bixwînin li ber siya wê, wekî êdî ti kes nikaribe me bikuje bi kêfa dilê xwe. (Nexêr, ez ‘nagirîm’. Ez ê dara xwe biçikînim li wê derê! Hesab li cem min yek e, bes bila em wekî neteweyekê hesabê xwe bikin li qarişî dinyayê…)
Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgîniyeka te heye?
Ez her hez dikim mizgîniyan bidim, çima ku ez zehf hez dikim deng û behsên li ser xêrê û xweşiyê belav bikim li ber guhên kêmguhdar û çavên kêmbîna yên kurdan, a ku bes tesbîtek e û qet ne xema min e jî. Bi çapbûn û belavbûna Ulyssesa me re min nexşeya çapkirin û belavkirina berhemên xwe û wergerên xwe yên heta bi niha çap û belav nebûyî (weku teze ruh bi min de hatibe) ji nû ve bi ser û ber kir, wekî, yek, sala 2024an bibe sala William Butler Yeats ê gewre, şa’irê ayrlendî yê ez kirî şa’ir di nava 33 salan re: wate, wergera 7 kitêbên cenabê wî bi temamî û guldesteyeke berfireh ji kitêbên wî yên yên mayîn (kurt û dirêj, 400 şi’r bi tevayî), tevî pêşgotineke min a berfireh li ser tecrubeya min a ji Yeatsî hatî û wergera benda T. S. Eliot a sala 1940î der barê şi’ra wî de, ez dibêjim qey, bi kêmanî wekî du bergên çilka zêr, dê bihê çapkirin. (Xeyaleke min a seyr heye der barê vê çapa wergera şi’rên Yeats de, hinde ku dibe zirav li weşanxaneya min Avestayê biqetîne.:)) Ya duyê, wergera kitêba nayab a kurteçîrokan a Oscar Wilde, Mîrzayê Bextewar û Çîrokên Din, êdî ez dixwazim wê bidim çapkirin, tevî îllustrasyonên hunermend Sevinç Altanê yên wê 10 sal berê li Stembolê çêkirî. Sêyem, wergera Ballada Bendîxaneya Readingê, şi’ra şikomend a Oscar Wilde. Çarem, şi’rên Sylvia Plathê, Edward Thomas, wergera çakûpakkirî ya şi’rên Walt Whitman, şi’rên T. S. Eliot (tevî Çar Kiwarteta berê çap nebûyî) û şi’rên Ezra Pound (gelek kantoyên wî) piştî 28 salan, guldesteyeke berfireh (212 şi’r) ji sercem şi’rên Langston Hughes, pê re jî, guldesteyeke mezin ji kulliyata Carl Sandburg, her wiha, Şah Lear û Bahoz, şanonameyên William Shakespeare, min dil heye wan hemûyan bişînime ber çapê. Her wiha, deftera duyem a haîkûyên min û kitêbeke min a nû ya şi’ran (şi’rên min ên kevn û nû) û noveleke min a bi navê Mêrikê Ji Nava Geliyan De Hatî hene ku min dil heye êdî li pey hev bidim çapkirin û belavkirin. Belam, ev hemû li hêlekê, 4ê meha 11an a 2023yan li Zurîxa Swîsreyê, bajarê ku gorra James Joyce li Gorristana Flunterneyê ye, min ‘elam kir ku dijwartirîn karê min ê wergêrranê, wergerandina Finnegans Wakea James Joyce êdî dest pê bûye. Lo xelqîno, hûn dua û dirozgeyên xwe bigihînine ber ruhê min! Min hêvî ye ku piştî 20 salan ez bikarim mizgînîyê bidime we wekî, “Va ye, qediya û çû ber çapê!” Vê ji bîr mekin!
Heyraniya te ji bo kîjan şexsiyet/an heye, çima?
Zanî, ez hez ji qabiliyetê, zîrekiyê û behreyê dikim, pê re jî ez hez ji xîretê dikim, xîreta ku dişê dilê cîhanê bijene, hem cîhanî hem jî Kurdistanî be. (Lewma diyar e ku zehlê min ji pirr û gelek şa’ir û nûserên bêqabiliyet, nezîrek û bêbehre yên kurd ên beriya min û serdema min diçe. Engîn can, wekî te dil hebe bi min re bêtir biaxêvî, ez ê navên xwedanên wan wesfên jorîn yek bi yek ‘elam bikim, wan ên ku gelek caran gurzek gîha devê wan tijî nake…) Vêca, ez bême ser heyraniya xwe ya ji bo şexsiyetan, çi ka kî ne. Pêşî pênc-giyanek e ku her roj bi min re dibişkive: Dante Alighieri-Melayê Cizîrî-‘Ehmedê Xanî-William Shakespeare + JAMES JOYCE. Çima ku, di nezera min şa’irî de, wan her pêncan cîhaneke hinde gewre vegêrraye ku bo me çu cî nemaye. Paşê, bê guman birrekên dîtir î ayrlendî hene, lê paşê, hetmen, ew +’ê gewre, James Joyce, çima ku edebiyata min texeyyul kirî beriya sedsalekê bi şi’rên xwe, bi kurteçîrokên xwe û bi romanên xwe û bi jiyana xwe pêk aniye Cenabê Wî. Û, hela bi ser da jî, William Butler Yeats, çima ku Wî ruhê Ayrlendê nivîsî, min jî tevayiya jiyana xwe dayê di oxira Kurdistana ‘ezîz de û bû şa’irê min ê ostad. T. S. Eliot, gewretirîn pêkhênerê Îmacîzmê, royalistê min, li ber rehleya wî me ez hê jî. Paşê, Celadet Alî Bedir-Xan, çima ku di nezera min de sîmbola kanona modêrn a kurdiyê ye û peykerê xîretê yê zimanî ye. Paşê, Fêrîkê Ûsiv, şa’ir û wergêrrê gewre yê kurmanciyê, Şikoyê Hesen, Heciyê Cindî, Çerkezê Reş û Rojda Yaşîk, warî Berlîn, Rizgar Elegez, warî Kirrik Mîrze, gundê Bayîzdê, Emerîkê Sidîqayê ye li ber Behra Wanê, Yehya Omerî ye êdî li Krakowê… sihetî xweş… jêderkên min ên zindîker pirr û gelek in…
Heke mimkun bûya te dixwest çi şiyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?
Heke mimkun bûya, min dixwest, ‘ewilî, wekî hêzeke efsûnî, ew şiyana min (time machine) hebûya ku min bişiya heqet û bi ruh û cest vegeriyama sala 1950yan, wan çaxên Serheda Kurdistanê, vegeriyama gundê Gongirmez ê Îdirê û, wê kêliyê, min bidîta bavê min ê 7 salî ça’ li ser mirina bavê xwe, kalikê min ‘Hemîd ê min qet nedîtî, li gorristanê li ser gorra bavê xwe digirî û hêsiran dibarîne, hey bavobavoya wî ye û xîtika xwe bi hûçikên faykeyê xwe yê peritî paqij dike û min milên xwe di stûyê wî re bibirana û bigota, “Megirî, bavo can, megirî û melorîne, dilî xera meke” û dilê wî sivik bikira. Heke niha mimkun bûya û derfet û hêz û şiyaneke min a bi wî rengî hebûya, min dixwest biçime ser gorra Ûsivê ‘Hemîd ê bavê xwe, gorra wî ya li Xelfeliya Îdirê, bavê min ê ku hê jî 7 salî ye di nezera min de, ê sala 2012an wexer kirî û hê jî ez neçûme ser, û min ê bigota, “Bavo, şukir, kurê te yê (bi gotina te) ‘nefsmezin’ axirî hate ber serê Te, ciya min ‘Helîme û neviyê te Siyabend Arî jî milên xwe di stûyê min re birine, dibêjine min, ‘Megirî, megirî, melorîne!’”
“Min Hamletî, çawa min gotî Te, min tola xwe hilda û qelemeyeke ji famîlyaya spîndaran heqê min e li tevayiya Kurdistana min a ‘ezîz.” “Min Hamletî, çawa min gotî Te, min tola xwe hilda û qelemeyeke ji famîlyaya spîndaran heqê min e li tevayiya Kurdistana min a ‘ezîz.”