Gelek caran zehmet e bi awayek zanistî mirov têkiliyên di nêvbera diyarkerên dûr û encamên saxlemiyê de tesbît bike. Mînak, mirov bi awayekî hêsan dikare bandora hormonan li ser bedenê tesbît bike, lê zehmet e mirov bandora demokrasî û azadiyê li ser saxlemiyê tesbît bike.
***
Temenê mirovekî yê li Japonyayê tê pêşbînîkirin 84 sal in. Temenê kesekî li Mozambîkê 58 sal in. [1] Li Swêdê îhtimala mirina jinekê ji ber çêkirina zarokan ji 100 hezar kesan yek e. Li Afganistanê ji 100 hezar kesan 620 in. [2] Ji her hezar zarokên li Tirkiyê, yên Tirk 8, yên Kurd 16 in ku ji beriya pênc saliya xwe dimirin. [3] Lê belê çima? Çima hin civak ji yên dî saxlemtir in?
Belko gelek kes hêvî bikin di vê nivîsê de ez ê bêjim filan tiştî bixwin, filan tiştî bikin an nekin, hûn dê saxlemtir bibin. Na, ez we nakim. Çima? Ya yekê, ji ber ku saxlemiya mirovan gelek kêm ji aliyê tiştên takekesî ve tê diyarkirin. Ya duyê jî saxlemiya takekesî her dem ne nîşaneka saxlemiya civakî ye. Di hemî civakan de takekesên gelek saxlem û temendirêj hene, lê ferqên mezin di nêvbera rêjeya giştî di asta civakî de hene. Mînak, dibe ku kesek li Mozambîkê hebe temenê wî bigihe 120 salan, lê rêjeya giştî ya temenî 58 sal in û ji ya Japonyayê 26 salan kûmtir e. Ya girîng ew e em sedemên bandoran bizanin ku li piraniya civakê dikin. Çimkî ew tişt bandorê zêdetir li kesan dikin. Erê, ev çi tişt in ku saxlemiya civakan diyar dikin?
Diyarkerên civakî yên saxlemiyê
Diyarkerên civakî yên saxlemiyê şert û mercên civakî, çandî, siyasî, aborî û hawirdorê ne ku mirov tê de xwedê didin, mezin dibin, dijîn, dixebitin û ji hev hez dikin. Gihîştin û serwerîkirina li ser van hêz û çavkaniyan diyar dike ka civak an takekes çiqas saxlem in. Ev şert û mercên civakî diyar dikin ka temenê mirovan çiqas dirêj dibe, mirov çiqas ji nexweşiyan dûr dibe û kalîteya jiyana mirovî çiqas bilind dibe. Newekheviyên saxlemiyê yên di nêvbera takekes û civakan de ji newekheviyên di nêvbera van diyarkeran de peyda dibin.
Gelek kes wexta hizra diyarkerên saxlemiyê dikin, xizmetên tenduristiyê tê bîra wan. Bi gotineka din hebûna nexweşxaneyan, doktorên baş, dermanên pêşketî, cîhazên teknolojîk yên nûjen… Lê xizmetên tenduristiyê tenê parçeyeke biçûk ji diyarkerên saxlemiyê ne (wêneyê jorê). Ev nêrîna bîyomedîkal, bi taybetî ji ber ku çareseriyekê ji sedemên esasî yên saxlemiyê re nabînin meseleyê safî nakin. Irving Zola di vî warî de behsa çîroka doktorekê dike. [5] Doktor dibêje “Wexta ez karê xwe dikim ez xwe hosa dibînim. Li ber qiraxa çemekê me û dibînim kesek ketiye avê û dike bixeniqe, diçim rizgar dikim û tedawî dikim. Paşê dibînim kesek dî jî li ber avê ketiye, dike bixeniqe, diçim wî jî rizgar dikim. Û kesek dî û yekê dîtir…” Dibêje “Ez hinde mijûl dibim biçim û bêm, êdî nagihîm biçim bibînim ka li serê avê çi diqewime ku ew dikevin avê.” Ev çîrok ji du aliyan ve rênîşander e çima hin civak ji yên dî saxlemtir in. Ya yekê, em sedemên esasî yên nesaxlemiyê çareser nakin û em tenê derencamên wan tedawî dikin. Ya duyê em piraniya ked û sermaye û çavkaniyên xwe li derencamên berçav xerc dikin, hêza me ji bo sedemên esasî namîne. Lê ji bo başkirina saxlemiya civakî divê em herin serkaniya meseleyê û bingehên esasî safî bikin.
Di vî warî de diyarkerên civakî yên saxlemiyê gelek caran wek diyarkerên nêzîk û diyarkerên dûr tên binavkirin. Diyarkerên wek zayend û genetîk û taybetmendiyên bedenê wek diyarkerên nêzîk, diyarkerên wek şert û mercên siyasî, aborî, rewşa jîngehê wek diyarkerên dûr tên pênasekirin. Li vê derê dûrbûn û nêzîkbûn ne dereceya bandorê nîşan dide, lê dereceya fêmkirina têkiliya di nêvbera diyarker û derencamê de ye. Gelek caran zehmet e bi awayek zanistî mirov têkiliyên di nêvbera diyarkerên dûr û encamên saxlemiyê de tesbît bike. Mînak, mirov bi awayekî hêsan dikare bandora hormonan li ser bedenê tesbît bike, lê zehmet e mirov bandora demokrasî û azadiyê li ser saxlemiyê tesbît bike. Lê gelek lêkolînên zanistî diyar dikin ku her çiqas ne zelal jî be, têkiliyeke mezin di nêvbera şert û mercên civakî, aborî û polîtîk û saxlemiyê de hene. Ew diyarkerên diyarkeran in, yanî serkanî ne. Li vê derê tişta girîng ew e mirov bizane di her civakê de bandora her diyarkerî cuda ye û divê ev têkilî bên lêkolîn. Piştî lêkolînan, rêvebirên wê civakê divê biryarê bidin ka çiqas sermaye û çavkaniyên xwe li kîjan diyarkeran xerc bikin dê encamên baştir bi dest bixin. Jibo tesbîtkirina bandora diyarkeran ‘fonksîyona avakirina saxlemiyê’ tê bikaranîn. Helbet saxlemî ne tişteka welê sade ye ku bi awayekî hêsanî bê pîvan. Lê ev fonksiyon dê fikrekê bide we:
Saxlemî = C+Diyarker1. X1 + Diyarker2. X2+ Diyarker3. X3+… + u
Li vê derê C pîvaneka rewşa giştî ye, X pîvaneka qetjimariyê ye û u pîvaneka dereceya şaşbûnê ye.
Heger em mînaka mirina zarokan bidin, ev fonksîyon dikare bi vî awayî derbikeve:
Mirina zarokên ji 5 saliyê biçûktir = Rewşa giştî + genetîka zarokan. X1+ saxlemiya dayikan. X2+ hebûna şîrî û xwarinên dî. X3+ perwerdeya bavê zarokî. X4+ dahata malbatê. X5 + paqijiya ava malbatê. X6 +xizmetên tenduristiyê. X7 + rewşa rê û trafîkê .X8 + aramiya civakî. X9 + … + u
Yanî heger em vê fonksîyonê li rewşa zarokên kurd û tirk bînin, divê em bifikirin gelo bi awayekî giştî ferqek di nêvbera dahata malbatên Kurdan û Tirkan de heye an na; gelo ferqek di nêvbera perwerdeya dêûbavên kurdan û tirkan de heye an na; gelo xizmetên tenduristiyê li herêmên kurdan û tirkan wekhev in an na; gelo rewşa aramiya civakî (an jî nebûna şerî) li herêmên kurdan û tirkan eynî ne an na; gelo rewşa rê û kontrolkirina trafîkê li herêmên Kurdan û Tirkan eynî ye an na (yek ji sedemên mirina zarokan dibe qezayên trafîkê bin)… Û ev pirs jî ne bes in, divê mirov biçe serkaniyê, mirov biçe diyarkerên diyarkeran. Yanî divê mirov bipirse gelo sedemên esasî yên van diyarkeran diyar dikin çi ne. Mînak gelo sedemên esasî çi ne dihêlin rê û rêbarên bajarên kurdan ne xweş in. Û piştî wê, divê mirov bi awayekî welê ked û sermaye û çavkaniyên xwe li ser wan diyarkeran belav bike ku baştirîn encama saxlemiyê bi dest bixe. Yanî heger li civakekê meseleya esasî aborî be mirov li ser aboriyê bisekine, heger av be li ser avê, heger xizmetên tenduristiyê bin li ser xizmetên tenduristiyê bisekine.
Di nivîsa xwe ya bê de ez ê behsa çend awayên başkirina saxlemiya civakî û kêmkirina newekheviyên di nêvbera saxlemiya civakan de bikim.
1] Bo hûrgiliyan binêrin: https://www.who.int/data/gho/data/indicators/indicator-details/GHO/life-expectancy-at-birth-(years)
[2] Binêrin: https://data.worldbank.org/indicator/SH.STA.MMRT?name_desc=false
[3] Binêrin: https://dosyasb.saglik.gov.tr/Eklenti/45316,siy2021-turkcepdf.pdf?0; Ji ber ku li Tirkiyeyê amar û statîstîk li ser navên neteweyan nayên aşkerekirin, min rêjeya ‘Güneydoğu Anadolu’yê wek rêjeya kurdan û rêjeya Marmarayê jî wek ya tirkan nîşan daye.
[4] McKinlay John, B. (1975). A Case for Refocusing Upstream: The Political Economy of Illness. In Applying Behavioral Science to Cardiovascular Risk: Proceedings of a Conference. Seattle, WA: American Heart Association (r. 7-17).
[5] Göran, D., & Whitehead, M. (1991). Policies and strategies to promote social equity in health.