Doğan Kılıç Şıhhesenalı

Rojnameya Roja Newé (15 Gulan 1963) ji bo tarîxa edebîyata Kurdîya Zazakî muhîm e. Çimkî hem navê rojnameyê bi xwe bi Kurdîya Zazakî ye (Roja Newé [Roja Newîye] yanî Roja Nû) hem jî di dewra modern de metnên pêşî yên bi Kurdîya Zazakî ku ji alîyê kurdan ve bi alfabeya Latînî hatine nivîsîn di vê rojnameyê de weşîyane. Em ê behsa vê rojnameyê û wan metnan bikin, lê niha em tenê behsa Doğan Kılıç (1927-2004) bikin ku ev rojname derxistiye.

Doğan Kılıç Şıhhesenanlı (1927-2004)

Doğan Kılıç kurdekî zaza ye, ji eşîra Şêx Hesenan e, di sala 1927an de li Erzinganê hatiye dinyayê. Di dema Terteleya Dêrsimê (1937-38) de piranîya malbata Doğan Kılıçî hatiye qetilkirin. (Peyva “tertele” ya Kurdîya Zazakî tê manaya “genocide”a Înglîzî.) Jin û zarokên ku ji kuştinê filitîne, bo bajarê Burdurê hatine surginkirin. Burdur, li alîyê rojavayê Tirkîyê ye. Doğan Kılıç di dema surginîyê de, di nozde salîya xwe de bi awayekî diçe Amerîkayê û li wir neh sal dimîne. Di artêşa Amerîkayê de wezîfeya leşkerîyê jî dike lê di sala 1956an de vedigere Tirkîyê. Li Dayreya Enformasyonê ya Beledîyeya Îstanbulê dixebite. Di eynî demê de derbarê Terteleya Dêrsimê de dest bi micadeleya hiqûqî dike. Daxwaznameyan dide dozgerîyên tirkan da ku Terteleya Dêrsimê bête tehqîqkirin û sûcdar bêne cezakirin. [Binêrin; Cumhuriyet Gazetesi, No: 26 Aralık 1957 & 7 Mayıs 1958]

Di sala 1960î de hinek çîrokên Çînî ji Înglîzî werdigerîne zimanê Tirkî û bi navê “Çin Edebiyatı Antolojisi” wek kitêb diweşîne. Wê demê dest pê dike di kovara “Barış Dünyası” de jî dinivîse. Lê paşê, ew bi xwe di roja 15ê Gulana 1963yan de rojnameya Roja Newé diweşîne. Ji ber ku Celadet Alî Bedirxanî (1893-1951) di roja 15 gulan 1932 de li Şamê dest bi weşandina kovara Hawarê kiriye, lewre ev tarîx ji bo me kurdan xwedîyê manayeka taybet e. Îhtîmaleka mezin, Doğan Kılıçî bi zanîn ev tarîx tercîh kiriye. Pirranîya nivîsên di rojnameya Roja Newé de bi zimanê Tirkî ne, lê nivîsên bi her du diyalektên Kurdî ku li bakurê Kurdistanê têne axaftin, yanî bi Kurdîya Kurmancî û Kurdîya Zazakî jî hene. Roja Newé bêhtir ji alîyê tarîxa edebîyata Kurdîya Zazakî ve gelek muhîm e. Mesela, yekemîn çîroka me di vê rojnameyê de hatiye weşandin. Doğan Kılıç kitêba bi navê “Kürtlerin Menşei ve Kürt Dili İncelemeleri” ya ku Mc. Carus û Minorsky nivîsandine ji Înglîzî werdigerîne û di sala 1963 de li Îstanbulê diweşîne.

Mc. Carus – Minorsky – Doğan Kılıç Şıhhasanalı, Kürtlerin Menşei ve Kürt Dili İncelemeleri, Sönmez Neşriyat, İstanbul, 1963, 60 rûpel.

Rojnameya Roja Newé tenê hejmarek derdikeve çimkî dewleta tirkan qedexe dike. Ji bo Doğan Kılıçî jî dewra tehdayê dest pê dike. Di “Doza 23an” de ew jî girtî ye. Piştî ku ji zindanê derdikeve, di sala 1966an de îcar kovara Ehlibeyt Yolu derdixe û fealîyetên xwe yên siyasî zêdetir dike. Kitêba William Eagletonî ji Înglîzî werdigerîne zimanê Tirkî û bi navê Barzani ve Mahabad Kürdistan Cumhuriyetinin Kuruluşu di sala 1968an de diweşîne. Ev kitêb, rojname, kovar û nivîsên Doğan Kılıçî wê demê di nav kurdên Bakur de ji bo geşbûna fikra neteweperwerîya kurdî roleka mezin dilîzin.

Nûçeya Cumhuriyetê

Ji dokumantên mehkemeyê diyar e ku Doğan Kılıç bi netweperwerê kurd Nûrî Dêrsimî re jî di têkilîyê de bûye. Mektûbên ku Nûrî Dêrsimî ji Sûrîyê bo Doğan Kılıçî şandine Îstanbulê, di lêgerînê de ketine destê polîsan. Doğan Kılıç bi gelek zana û mezinên kurdên Bakur yên din re jî di têkilîyê de bûye. Bo nimûne, em ji kitêba bi navê Babam Şeyh Said hîn dibin ku Doğan Kılıç bi kesayetên mîna Şêx Alî Riza û Abdülmelik Fıratî re jî di têkilîyên nêzîk de ye. Mûsa Anter jî di bîranînên xwe de behsa Doğan Kılıçî dike. Çend sal berê ez çûbûm Qilabanê (Dewleta Tirkan navê Qilabanê kiriye “Uludere”), li wir jî behsa Doğan Kılıçî dihat kirin. Ji min re behs kirin ku rojnameger Doğan Kılıç di sala 1971ê de hatibû Qilabanê, foterek li serî bû. Pirsa meseleya Saîd Elçî û Dr. Şivanî dikir.

Ji ber tehda û tehqîqatên dewleta tirkan Doğan Kılıç di sala 1973an de diçe Ewropayê. Ji sala 1974an şûn de li Norweçê dijî. Bi navê Alexander Bertelsen pasaporta Norweçê digire û di sala 1984an de tê Tirkîyê. Lê dîsa tê girtin. Piştî ku 18 meh li Anqarayê di zindanê de dimîne, bi zordayîna dewleta Norweçê tê berdan. Dewleta tirkan hemwelatîbûna wî ya Tirkîyê betal dike û wî dersînor dike. Piştî ku vedigere Norweçê, bîranînên xwe yên li zindana Anqarayê bi navê Fange i Ankara di sala 1986an de wek kitêb diweşîne.

1) Doğan Kılıç Şıhhasanalı, Çin Edebiyatı Antolojisi, Karlıova Yayınları, İstanbul, 1960, 125 rûpel. 2) Alexander Bertelsen, Fange i Ankara, Forlag Cappelen, 1986.

Hasilê kelam, ev roşinbîrê kurd temenê xwe bi têkoşîna ji bo neteweya xwe derbas dike û di sala 2004an de bi hesreta welatê xwe li Norweçê di nav bêdengîyê de diçe rehmetê. Li dû wî, tiştê ku li me dikeve ev e. Divê em hem jîyana vî roşinbîrê xwe bizanin hem jî di doza xwe ya neteweyî de di rêça wî de bimeşin.