Akademîya Dîwanê li benda alîkarîyê ye

Şermola Performans dê li Batmanê dibistaneka şanoyê ya bi navê “Dîwan – Akademîya Şanoyê ya Navneteweyî” veke.

Şermola Performans dixwaze dibistana şanoyê di 15em salvegera avakirina Şermola Performansê da, ango 17ê Cotmeha 2023yan dest bi xebatan bike. Wan ji bo piştgirîyê dest bi kampanyayekê kirine. Şermola Performansê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî videoyek weşand.

Şermola Performans di vê videoya xwe da dibêjin “Çi biçûk çi mezin qet ferq nake, hûrik hûrik tije dibe tûrik û dîwan dîwana me ye, dîwan xwebûna me ye.”

Bernameya Piştgirîyê ya Çand û Hunerê ya Yekîtiya Ewropayê CultureCIVICê ji bo kirêya cihê dibistanê piştgirîya darayî daye Şermola Performansê. Şermola Performansê cihekî bi qasî 420 m2 kirê kiriye û bi derfetên xwe dest bi çêkirina dibistanê kiriye.

Kesên ku bixwazin dikarin bi rêya vê lînkê piştgirîya kampanyayê bikin: https://gofund.me/dbaa85c1

Akademîya Dîwanê dê çi bike?

Akademîya Dîwanê, bi kurdî di warê şano û lîstikvaniya hevdem da dê perwerdeyên pratîk û teorîk bide, di warê lîstikvaniyê de wê lêkolînan bike, bernameyên pevguhertinê yên navneteweyî wê pêşkêş bike, bi rêkûpêkî mamosteyên ji ekolê n cîhanê û xwendekar û şanogerên Batmanî wê bîne ba hev. Wê xwendekar û şanogeran bi rîya bernameyên pevguherînê bişîne enstîtuyên şanoyê yên li bajarên ku di çand û hunerê de navendên girîng ên cîhanê ne, û bi vî awayî dixwaze ji bo dînamîkên şanoya kurdî yên li Batman bajar ên derdora wê bibe rêveker. Akademîya Dîwanê, bi van armancen xwe dixwaze kêmasîyeke girîng ji holê rake. Ji ber ku li Tirkîyeyê sazîyeke serbixwe tuneye ku bi Zimanê Kurdî perwerdeyeke profestonel ya şanoyê bide. Akademîya Dîwanê, dixwaze ji bo zarok, ciwan, jin û karkerên ku li Batman û bajarên li derdora wê dijîn bibe navendeke perwerdehîya şanoyê.

Dîwan, dixwaze di navbera Şanoya Kurdî, şanoya cîhanê û festîval û sazîyên wê de peywendîyekê ava bike; digel hunermendên şanoyê, ji bo hunermendên ji dîsîplînên din, ji bo komên ji hêla temen û zayendê ve cuda û ji bo dorhêlên civakî jî dixwaze xebatan bike

Şermola Performans

Şermola Performans sala 2008an da ji hêla Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu ve li Stenbolê hat avakirin. 2016an da ji bêgavî sehneya xwe yî li Stenbolê girt û piştî ve veguherî sazûmaneke pir navendî. Digel Stenbolê, 2018an ofîsa Almanyayê û 2021an da jî ofîsa Batmanê hatin avakirin. Lîstikên resenên kurdî çêdike, perwerdehîyên şanoyê pêk tîne û di hêla lîstikvanîyê da lêkolînan dike. Heta îro bi dehan turne pêk anî, beşdarî festîvalan bû, bi lîstikên xwe hêjayî 19 xelatan hatîye dîtin.