Weşanxaneyên kurdan: Tecrube û girseya fuarê

26/12/2023

Odeya Tîcaret û Sanayîyê ya Dîyarbekirê û Fuarvanîya Eylülê li Navenda Fuar û Kongreya Mezopotamyayê 16-24ê Berfanbarê Fuara Kitêban ya Mezopotamyayê li dar xist.

Nivîskar û yek ji berpirsên weşanên Vateyê ku Vate zêdetir berhemên zazakî çap dike, Deniz Gündüz dîyar dike ku eleqeyeka gelek baş bo fuarê hebû. Gündüz wê eleqeyê wisa pênase dike ku ev çar sal in fuar nehatine li dar xistin ji ber vê yekê jî eleqeyeka baş hebûye.

Ji ber ku kitêbên zarokan li cem me nînin zêdetir profîla me kesên mezin in.

Deniz Gündüz / Weşanên Vate

Nivîskar û zimanzan Bahoz Baran li ser navê weşanên Wardozê destnîşan dike ku eleqeya kitêban li gorî salên din zêde bûye. Baran balê dikêşe ser giringîya fuarê û tesîra wê ya li ser kurdî. Ew dibêje kurdî li bajaran li ser hin şaxan dimeşe, yek jê medya be ya din jî weşanxane ne.

Girseya me kesên curbicur in, kesên navsere jî hene yên ciwan jî hene. Wexta tên ber standê, kurdî dibînin, dikenin, keyfa wan tê, paşî tê bîra wan ku nizanin kurdî bixwînin xemgîn dibin. Gelek kes jî dibêjin kurdî zor e û divê ev tişt bê şikandin.

Bahoz Baran / Weşanên Wardozê

Akademîsyen û zimanzan Mikail Bülbül li ser navê Weqfa Mezopotamyayê nirxandina xwe derbarê fuarê da kir.

Li fuarê hat dîtin, weşanxaneyên tematîk jî hebûn ku tenê weşana wan li ser cureyekî kitêban disekinî ku wekî nimûne jî mirov dikare weşanên Morî (zarok) û Wardozê (folklor) û Weqfa Mezopotamyayê (akademîk) destnîşan bike.

Bülbül balê dikêşe ser weşangerîya kurdî ku ew wê tematîkbûna weşanxaneyan wekî profesyonelîyekê bi nav dike.

Li gorî sala 2019yan me bêhtir kitêbên kurdî firotin lê bi giştî ne gelek zêde bû. Girseya me, bi rastî jî kesên ku kitêbên kurdî dixwînin hatibûn, ne zêde be jî qismek nifşê nû kurdî meraq dikin û dişopînin.

Mikail Bülbül / Weqfa Mezopotamyayê

Li fuarê weşanxaneyên nû jî hebûn ku tecrubeya wan ya ewil ya fuarê bû. Yek ji wan jî Pall Weşan bû ku Pall weşanê heta niha 7 kitêb çap kirine û zêdetir meyla wan li ser weşandina kitêbên ciwanan e.

Nivîskar û berpirsê Pall Weşanê İnan Eroğlu destnîşan dike ku ew, ne li benda wê eleqeyê bû, ya ku ji bo fuar û weşana wan hatîye dayîn. Eroğlu balê dikêşe ser wê yekê ku girseya wan piranî ciwan bûn û gelek ji wan jî cara ewil bû kitêbên kurdî didîtin.

Girseya me bêhtir ciwan bûn, di navbera 20 û 30 salîyê dabûn. Ecêb e gelek lîseyî jî hatin, zarokan jî gelek meraq dikirin û dihatin lê dinêrin. Lê ez dikarim bibêjim ji ber ku em jî weşanxaneyeka ciwan in zêdetir kesên ciwan hatin seredana me.

İnan Eroğlu / Pall Weşan

Yek ji weşanxaneyên nû ku beşdarî fuarê bûbû, Weşanên Zîz bû. Nivîskar û yek ji berpirsên Zîzê Şêxo Fîlîk nîyeta xwe ya fuarê wisa tîne ziman ku wan xwestîye weşanxaneya xwe bidin nasîn ji ber ku ew weşanxaneyeka nû ne.

Girseya me dizanî ka ji bo çi hatine û ji bo kîjan kitêbê hatine ku dema dihatin rasterast navê kitêban dipirsin. Tişta ku herî zêde li xweşa min hat jî ew bû. Girseya me bêhtir mezin bûn û piranîya wan edebîyat nas dikirin, xwînerên edebîyata kurdî bûn.

Şêxo Fîlîk / Weşanên Zîz

Girseya me tevlîhev bû lê em dikarin bibêjin di navbera 25 û 40 salîyê da bû. Kîtleya me ji sedî pêncîyê wê bi zimanê kurdî, ji sedî pêncîyê wê jî bi tirkî kitêb kirîne. Herçiqas em nekarin li ser vê fuarê weşangerîya kurdî bipîvîn jî vê fuarê gelek tesîr li ser weşangerîya kurdî kir ku teqrîben derdorê 150 kitêbên nû yên kurdî çap bûn.

Bawer Berşev / Weşanên Dara, Pirtukakurdî

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Jidayikbûye sala 1995an. Sala 2021an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî derçûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike.

Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

Metin Aydın Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e,

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê