Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çima Em Kesayetiyê Qurbana Guncaniya Komê Dikin?

19/11/2023

Hewldana aîdbûnê, ku bi kûrahî di biyolojî, çand, tirs û nasnameya me de cih girtiyê, şûrek dudevî ye. Heman hesta ku hevkariyê teşwîq dike, dikare kesayetiyê bitepisîne û guncaniyê li ser takekesiyê ferz bike.

***

Di dîroka mirovahiyê de, mirovan hertim xwestine ku bibin beşek ji komekê ku ew hevaltî û armanceke hevpar pêşkêşî wan dike. Ev xwestek, wekî pêwîstiya aîdiyeta civakî an jî guncaniya komê (group cohesion) tê binavkirin. Ev hewcedariya mecbûrî ya aîdiyeta civakî bandoreke kûr li ser tevgerên mirovan, şekildana civak, çand û biryarên takekesî dike. Gelo ev daxwaza aîdbûnê ji ku tê û çima ewqas balkêş e? Di vê nivîsarê de ez ê sedem û encamên daxwaza aîdbûne vekolim.

Pêwîstiya biyolojîkî

Dema em ji perspektîfa perisînî (evrimsel) dinêrin, em dibînin ku mirovên destpêkî, bi jiyîna komê re gelek feyde bi dest xistine: Ji parvekirina çavkaniyan bigire heya parastina dijî ajalên wehşî. Li gorî xebata bingehîn a Baumeister û Leary (1995), hewcedariya aîdbûnê motîvasyoneke bingehîn a mirovî ye. Bi vê reyê mirovan şansê xwe yê zindîmayîn û zêdebûnê bilind kiriye. Kesên ku tenê mane an jî ji koman hatinê derxistin jî bi xetereya mirinê û kêm fersendên zêdebûnê (zayînê) re rû bi rû mane. Piştî vê fêrbûnê mejiyê me bi dem re bi pêş ketiye ku qîmetê bide pêwendiyên civakî, ku ev pewendî hesta aîdbûnê didin me.

Li gel pêşveçûna dîroka mirovahiyê hewcedariya me ya ji bo hesta aîdbûnê nehat guherîn. Di lekolîneke berdest de tê destnîşankirin ku redkirina ji civakê, heman deverên mêjî yên ku bi êşa laşî ve girêdayî çalak dike (Eisenberger & Williams, 2003). Ev yek nîşan dide ku hewcedariya aîdbûnê çiqas bingehîn e û ew ne tenê hestiyarî ye û di heman demê de fîzîkî ye jî.

Şert û mercên çandî

Çand û pêkhateyên civakî bêguman têsîrê li ser daxwaza me ya ku em bibin beşek ji komê  dike. Li hin çandan, mirov têne fêrkirin ku bi her kesî re guncanî û lihevhatî bin; hin çandên din jî fikr û kiryarên kesane gelek giringtir dibînin. Li gorî lêkolîna ku di sala 1980an de ji hêla Hofstede ve hatî kirin jî em dibînin ku mirovên ji çandên cuda li ser guncaniya civakî û takekesiyê ji hev cûda difikirin.

Ji bo mînak li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, mirov bi gelemperî têne teşwîqkirin ku li ber xwe bidin û yekta bin. Lê, li cihên wekî Japonyayê girîngtir e ku meriv bi hev re wekî grûbekê bixebitin. Heta di çanda japonan de peyveke taybet a bi navê “wa” ()  heye û ev peyve tê wê wateyê ku divê her kes li hev bike û şer neke. Ji ber vê yekê gelek japon şûna ku tiştek cûda bibêjin hewl didin ku aştiya di nav komê de biparêzin.

Pêkhateya civakî ya kurdan jî di dîrokê de li dora eşîran hatiye birêxistinkirin. Yekîneyên eşîran jî bi giştî li ser bingehên lihevkirin û biryara kolektîf kar kirine. Dilsoziya eşîrî û başbûna kolektîf bi gelemperî di ser daxwazên kesane re ne.

Tirsa îzolekirinê

Hêzeke din a ajoker a li pişt vê “guncanîbûnê” tirsa îzolasyonê yan jî dûrxistinê ye. Tu kes naxwaze bête dûrxistin an jî wekî kesekî xerîb were dîtin. Ceribandinên ji hêla Solomon Asch ve hatine kirin delîlên zelal ên tirsa îzolasyonê ne.

Di ezmûna ku wî di salên 1950an de pêk anî, coteke kartên ku li ser wan xêz hene nîşanî komekê dan. Li ser yek ji wan kartan yek xez û li ser karta din jî sê xêzên ku dirêjahiya wan ji hev cuda hebûn. Diviyabû mirovan bigota ku ji sê rêzan kîjan xwedî heman dirêjiya xeta kartê yekane ye. Di vê ceribandinê de Asch, kesên ku dixwest vê ezmûnê li ser bike, di dawiya komê de cih dikir. Ji ber ku beşderên din yên komê ew lîstikvan bûn ku dizanîbûn bersivên şaş didan.

Ash meraq dikir ku gelo ev kes wê li gorî komê bersiv bidin ku aşkere dibînin ku bersivên komê şaş in, yan dê ji bersiva xwe pişrast bin. Îmtîhana rastîn jî ev bû ku meriv bibîne ka kesek ku bersiva rast dizane jî dê bersiva şaş bide ku ji komê îzole nebe an jî bi komê re  têkiliyekê deyne. Bi ecêbmayî, Asch dît ku dora 75% ji beşdaran herî kêm carekê û 32% an jî di pirraniya ceribandinan de tevlî xeletiya eşkere ya komê bûn (Asch, 1951).

Yek ji cotên kartên ku di ceribandinê de têne bikaranîn. Karta li milê çepê rêza referansê nîşan dide û karta li rastê sê xetên berhevdanê nîşan dide.

Rola nasnameyê

Mirov bi gelemperî bi wan komantên naskirin ku ew tê de; wek ol, netew û heta tîmên werzîşê. Teoriya Nasnameya Civakî (Social Identity Theory) destnîşan dike ku mirov xwe li gorî endamtiya komê kategorîze dikin û hin nasnameyên xwe ji van koman digirin. Ev heste jî armanc û çarçoveyekê ji bo têgihîştina cîhanê ya wan peyda dike (Tajfel, H., & Turner, J. C.1979).

Gelek caran piştevanên futbolê bi tîma xwe re hesteke kûr a aîdiyet û serbilindiyê hîs dikin ku serkeftina tîmê wekî serkeftina xwe dibînin. Ev mînakek e ku nîşanî me dike ka em çawa girêdanên hestiyarî yên kûr bi nasnameya komê re saz dikin.

Hewldana aîdbûnê, ku bi kûrahî di biyolojî, çand, tirs û nasnameya me de cih girtiyê, şûrek dudevî ye. Heman hesta ku hevkariyê teşwîq dike, dikare kesayetiyê bitepisîne û guncaniyê li ser takekesiyê ferz bike. Giraniya ramanên kolektîf dikarin dengên muxalif bifetisînin û bibin sedema ramanên komî ku ji dadbarkirina rexneyî dûr in. Giring e ku em vê hesta dualî ya aîdbûnê nas bikin. Bi têgihiştina vê yekê, em dikarin qîmeta lihevhatin û hêza ku ji yekîtiyê tê, bizanin û di heman demê de nirx û dewlemendiya îfadeya kesane jî biparêzin.

Çavkanî:

Baumeister, R. F., & Leary, M. R. (1995). The need to belong: Desire for interpersonal attachments as a fundamental human motivation. Psychological Bulletin, 117(3), 497-529.

Eisenberger, N. I., Lieberman, M. D., & Williams, K. D. (2003). Does rejection hurt? An fMRI study of social exclusion. Science, 302(5643), 290-292.

Hofstede, G. (1980). Culture’s consequences: International differences in work-related values. Beverly Hills, CA: Sage.

Asch, S. E. (1951). Effects of group pressure on the modification and distortion of judgments. In H. Guetzkow (Ed.), Groups, leadership, and men (pp. 177-190). Pittsburgh, PA: Carnegie Press.

Tajfel, H., & Turner, J. C. (1979). An integrative theory of intergroup conflict. In W. G. Austin & S. Worchel (Eds.), The social psychology of intergroup relations (pp. 33-47). Monterey, CA: Brooks/Cole.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Pandula Dostoyevskî

Rizgar Elegez “Xwezaya însan, neynika însan e, him jî çi neynik!” Dostoyevskî,

NOTÊN HEFTEYÊ: Heft Notên Kurt li ser Meha Remezanê-1

I. Ramadan (رمضان ) Remezan, yanî bi wateya xwe ya peyvî: qelyan

Di Mezbexeya Peyvan de Parastina Kelamê 

Eduardo Galeano ji ber şert û mercên wehşiyane di sala 1973yan de