Dengbêjî: Çavkaniyeke ziman û dîroka me ya devkî

Dîroka me ya sedsala borî ya berxwedan û serhildanan bi awayekî devkî di kilamên dengbêjan de heye û dîroknasên me yên ku li ser dîroka devkî dixebitin, ev kilam jî ji bo wan belgeyên hêja yên ji destê ewilî ne ku ew bi çavên kurdan hatine resimandin, teswîrkirin û qeydkirin.

***

Dengbêjî û muzîka dengbêjiyê, rengekî xweser ê muzîka kurdî ye ku gelek kesên li ser kurdan xebitîne bal kêşane ser vê taybetmendiya dengbêjan û vî cureyê muzîkê. Muzîkologan bi xwe jî li ser vê yekê lêkolîn kirine û heta dengbêjî û muzîka wan bûne mijara tezên zanistî jî. Lê bi ya min ev hîn qîm nakin û divê ku danasîneke baş a dengbêjî û muzîka wan bê kirin û bi dinyayê bên nasandin.

Teknîka bikaranîna deng a dengbêjan, bikaranîna dengê serî û diyaframê, awayê wan ê strînê, xulxulandina qirikê, taybetiya xencereya wan, xurtiya bêhn û henaseyê, birina dest a ber guhan, tewkirina wan a wexta ji bendekê derbasî bendekî din dibin, awayê perwerdeya wan, têkiliya di navbera hosta û şagirdan de, çawaniya vê muzîkê, rîtm û meqam, di gotinên kilamên dengbêjiyê de nebûna kîteyan lê hebûna beşavendê ango qafiyeyê, awayên beşavendê, wesfê wêjeya gotinên kilaman û gelek tiştên din, her yek ji wan bi tena serê xwe mijarên cuda ne ku divê xebatên zanistî yên hîn berfirehtir û bi hûrgilî di van war û biwaran de ji aliyê pisporên van qadan ve bên kirin.

Ji ber ku dengbêjî û kilamên dîwankî, bi gotina din kilamên dengbêjiyê, ne warê min e ez wan li derveyî mijara xwe ya eslî dihêlim. Tenê hez dikim balê bikêşim ser du aliyên din ên dengbêjiyê. Ziman û dîroka devkî ya di kilaman de. Ez bi xwe giringiyê bi van her du aliyan jî didim ku hewce ye li derveyî xebat, lêkolîn û analîzan ew neyên hiştin.

Min bi xwe îsal li zêdetirî 1400 kilamên dengbêjan guhdarî kir û deşîfrasyona wan kilaman kontrol kir. Ev dengbêjên min li wan guhdar kir jî, ji Reso, Şakiro, Huseyno, Kawis Axa, Teyîbo, Zahiro bigire heta bi M. Salihê Beynatî, M. Salihê Qubînî, Reşoyê Macir, Sidîqê Bozo, Rifatê Darî, ji Miradê Kinê heta bi Huseynê Omerî, Xidirê Omerî, Fadilê Kufregî, Şukriyê Fafî, Şukrî Îzolî, Elî Tîco, Huseynê Farî, Faris Bavê Firas û gelek kesên din bûn. Helbet min ji bo karê xwe jî nêçîra xwe ji van kilaman kir û hin peyv ji wan hildan ku ez bi wateyên wan nizanim û min di ferhengekê de jî ew peyda nekirin. Niha ew di arşîva min a peyvan de ne û eger firsenda min çêbe ez dê piştre lêgerîn û lêkolînên xwe li ser wan bikim.

Îcar ez bêm ser çarçoveya nivîsara xwe ya bingehîn û bi kurtasî balê bikêşim ser naverok û zimanê kilamên damezireweya dengbêjiyê. Pêşî ez dê ji zimên dest pê bikim. Gelek kesan ji me bihîstiye ku di civaka me de ji dengbêjan re şair jî tê gotin. Sedem jî, ji ber wan gotinên wan ên edebî ne. Ew bi nişmîtî û nazikiya helbestkarekî gotinên xwe yên kilaman dihonin û li hev tînin, rewşa heyî yan jî ya qewimî bi şêweyeke wêjeyî dişayesînin û şêwazeke taybet bi xwe bi kar tînin. Loma kilamên wan jî beşek ji wêjeya me ya gêlêrî tên hesibandin. Tevî ku gelek tebîrên wan ên klîşe hene jî, lê belê ev yek tiştekê ji wan zêde kêm nake.

Temayên kilamên wan, eger bi awayekî giştî bê gotin jî evîn, siruşt, şer û pevçûn, serhildan û berxwedana gelê kurd e. Bi kurtî, hemû tiştên ku di civaka me de rûdane, mijara kilamên wan in. Ji bo zimanê me jî çavkanî ne, hem jî çavkaniyeke pêbawer û ewledar. Gelek peyv, biwêj, gotinên pêşiyan û gotinên qalibî di kilamên wan de hene ku hin jê jî tenê di kilaman de mane. Wekî van çend mînakan: rima newzerî, zêrê findiqî, çençîrk, aqlebaz, kevirê kergebînê, qirika xelawî û qurmilîn. Mixabin îroj roj em di zimanê devkî de rastî wan nayên. Bi qeydkirina van kilaman, ji zimanê me re korpuseke zimanî çêdibe û bi vê yekê re jî ew dibin mijara lêkolînên cur bi cur.

Ji hêla din ve, eger mirov bixwaze sosyolojiya civaka xwe binase, jê fehm bike, dab û nerît, rabûn û rûniştin, têkiliyên civakî, têkiliyên dînî, têkiliya di navbera jin û mêran de, zewac û dawet, zewaca bêdil, evîn, evîna qedexe, egîdî û mêrxasî, têkiliya kurdan û nijadên din, bîr û bawerî, cîhanbîniya civakê, her wiha şer û pevçûn, şerê xwebixwetiyê, serhildan û berxwedan, têkoşîna li dijî biyaniyan û heta bi term, têgih û peyvên ku tên bikaranîn, hemû ji bo ronîbûna raboriya me giring in. Raboriya me bi awayekî di nav van kilaman de heye. Bi analîz û hûrbûna li ser wan jî em dişên roniyekê li paşxaneya xwe bigirin û xwe baştir nas bikin.

Mijara din jî dîroka me ye. Nemaze dîroka me ya sedsala borî ya berxwedan û serhildanan bi awayekî devkî di kilamên dengbêjan de heye û dîroknasên me yên ku li ser dîroka devkî dixebitin, ev kilam jî ji bo wan belgeyên hêja yên ji destê ewilî ne ku ew bi çavên kurdan hatine resimandin, teswîrkirin û qeydkirin. Çawan ku tê gotin her stranek an jî kilamek çîrokeke xwe heye, çîroka van kilaman jî heye û li benda lêkoleran e ku ji wan sûd bê wergirtin.

Dengbêjî û kilamên dengbêjan hem ji aliyê muzîkolojiyê ve hem jî ji hêla sosyolojîk, antropolojîk û dîrokî ve hêja ne ku xebat li ser wan bên kirin û bi rêbazên zanistî û helwesteke zanyarane nêzikahî di wan bê dayîn. Ji lew re bi lêhûrbûn û analîzên cidî mirov dikare raboriya civaka xwe bi van cure xebatan jî ronîtir bike. Ji ber ku ev kilam bi her awayî, çi erenî çi neyênî, wêneyên civaka me ne û dengbêjên me wekî dîroknivîsan yanî weqanivîsan ew bi dengên xwe kêşane û qeyd kirine. Loma ez kilaman tenê wek beş û parçeyekî muzîkê nabînim, ew belgeyên dîroka me ya devkî û çavkaniyek ji jêderk û kanên me yên zimanî ne jî.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir