Şanoya Bajêr a Amedê “Mirina Jeanne D’arce Ya Din” berhem anî

Şanoya Bajêr a Amedê “Mirina Jeanne D’arce Ya Din” berhem anî
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Şanoya Bajêr a Amedê dê bi lîstika xwe ya nû li pêşberî bînerên xwe be.

Ew, dê lîstika xwe a bi navê “Mirina Jeanne D’arce Ya Din” bilîzin. Promîyera wê dê 6ê Cotmehê saet 19:00an li Şanoya Bajêr a Amedê bê kirin.

Nivîskarê listikê Stefan Tsanev e ku wergêra wê ji alîyê Dilawer Zeraq ve bo kurdî hatîye kirin.

Derhênerîya şanoyê Berfîn Emektarê kirîye û lîstikavanên wekî Nurşen Adıgüzel, Yavuz Akkuzu û Özcan Ateş jî dilîzin.

Her meh 21 hezar kes Botan Timesê dixwînin. Tu jî yek ji wan î. Heger tu mehane bi 1 Dolarî piştgirîya Botan Timesê bikî, em ê bikarin bi hev re ji aliyê ekonomîk ve jî rojnamegerîya serbixwe bilind bikin. Botan Times her meh bi telîf herî kêm 60 nivîsan û 25 Podcastan diweşîne. 7 xebatkarên Botan Timesê hene, tekane dahata wê fonên navneteweyî ne. Bo piştgirîyê lînka li jêr bitikîne û bibe patron. Tu çi wext bixwazî dikarî piştgirîya xwe ya mehane bisekinînî.
Become a patron at Patreon!