Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Art On Istanbul mazûvanîya du hunermendên kurd dike

14/06/2023

Art On Istanbul bi serenavê Crossroads 6 (Xaçerê) li galerîya xwe ya Beyogluyê pêşangeheka hevbeş li dar dixe.

Di vê pêşangeha hevbeş da, herdu hunermendên Kurd Bawer Doganay û Rebuar Rezzak Îlge bi berhemên xwe yê hunerî beşdar bûne. Ji xeynî wan, hunermendên wekî Hîlal Can, Melîha Sozerî, Nurgul Gokçen û Ozkan Işık jî bi berhemên xwe beşdar in.

Art On Istanbul daye zanîn ku dê ev pêşangeh heta 20ê Tîrmeha 2023yan berdewam be. Her wiha yên ku dixwazin biçin pêşangehê, dikarin ji sêşemê heya şemîyê her roj navbera saetên 10:00 – 19:00an da seredana pêşangehê bikin.

Pêşangeh mazûvanîya hunermendên serbixwe dike

Ji pêşangehê

Art On Istanbul, di bultena xwe ya çapemenîyê da dîyar kirîye ku ew bi rêkxistina rêzepêşangeha Crossroadsê hewl didin ji hunermendên serbixwe re mazûvanîyê bikin.

Her wiha ew didin zanîn ku bi rêya van pêşangehan armanc ew e ku rê li ber hunermendên serbixwe vebe.

Derbarê başdarbûna herdu hunermendên Kurd Bawer Doganay û Rebuar Rezzak Îlge da, bi awayekî onlîne me bi wan re têkilî danî û wan bersiva pirsên me dan.

“Pêşangehên bi vî rengî danasîna hunermendên nû dikin”

Rebuar Rezzak Îlge û berhemên wî

Hunermend Rebuar Rezzak Îlge ji Êlihê ye. Wî hem lîsansa xwe (Zanîngeha Anadoluyê) hem jî mastera xwe (Zanîngeha Hacetepeyê) li beşa hunerên ciwan xwendîye. Berhemên Îlge di pêşangehê da bi serenavê Bîr tên nîşandan. Derbarê pêşangehê da Îlgeyî got;

Galerîya Art On Istanbul, çend salan carekê pêşangeheka bi navê Crossroads (Xaçerê) li dar dixe. Crossroadsa 6emîn 8ê vê mehê vebû û heta 20ê Tîrmehê hunerhez dikarin werin û lê temaşe bikin.

Hunermend Rebuar Rezzak Îlge

Galerî di vê rêzepêşangehê da cî dide hunermendên ciwan ên ku hêj navên wan pir nehatine bihîstin, lê xwedî potansîyel in û serbixwe ne; anku peymana wan bi tu sazî yan jî galerîyan re nîne. Bi vî awayî Art On Istanbul hewil dide ku ev hunermend li dorhêla hunerî werin naskirin da ku fersend û derfetên dîtir bi dest bixin. Bi rastî jî pêşangehên bi vî rengî xizmeta vê armancê dikin û ji bo danasîna hunermendên nû gelekî sûdewer in.

Rebuar Rezzak Îlge

Herwiha derbarê beşdarbûna xwe ya vê pêşangehê da hunermend Rebur Rezak Îlge wisa got;

Ez xebatine xwe li ser medyaya civakî diweşînim, Galerîya Art On Istanbul ji ser hesaba min a Instagramê bi min hesîya û ji bo vê pêşangehê ez vexwendim. Bi vî awayî ez beşdar bûm.

“Cihên pirreng xebatên min dîyar dikin”

Hunermend Bawer Doganay

Hunermend Bawer Doganay ji Mêrdînê ye. Wî hem lîsansa xwe (Zanîngeha Artukluyê) hem jî mastera xwe (Zanîngeha Dokuz Eylulê) li beşa hunerên ciwan xwendîye. Ew di amadekirina tabloyên xwe da mekanên pirreng bi kar tîne û dibêje tesîrê li ser vê bikaranîna wî dike. Derbarê vê yekê da Doganay got;

Ez keyfxweş im ku xebatên min li cihekî wiha xuya dibin. Xuya bibin, ji bo hunermendekî pêvajoyeka girîng e ku peyama ku dixwazim bêjim di cih de û bi dengekî bilind be.

Bawer Doganay
Displaying Bawer D 4.JPG

Cihên pirreng ên ku ez di xebata xwe de bikar tînim, min dîyar dike. Ez dikarim bibêjim ku ev îfadeyeka pirreng a serdema tarî ya sîyasî ye.

Bawer Doganay
Displaying Bawer Doganay.JPG

Li pêşangehê min hin kes nas kirin ku di heman dînamîkan da dixebitin. Ev nîşan dide ku em zimanê hevpar ê serdema xwe bi kar tînin. Ez hêvî dikim ku herêmên wiha zêdetir bibin.

Wêne: Qesim Etmanekî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina
people looking at laptop computer

Di perwerdeyê de bandora zimanê dayikê li ser zarokan

Muhammed Nurullah Kiliç nivîsîye Di destpêkê de da ku mijar û armanc

Google-a ku medyaya Tirkî ya serbixwe asteng kiriye medyaya Kurdî qet nas nake!

— 12ê Adarê hin xebatkarên Gazete Duvarê wek hemî rojan çûn odeya