Derî, di Selpakfiroşê da wek deverên nû yên derveyî welêt temsîl dike, ku welatê wextekî bextewar û azad aniha bûye dêran, bi vebûna derîyan ra welat tê terikandin. Jixwe gava mirov bala xwe dide bergê çapa yekem a Selpakfiroşê, mirov dibîne ku li pişt wî derîyê wêranîyek heye, lê vî milê derî derincikên hilû û lihevhatî hene.
***
Dîroka koçberîyê di nav kurdan da her çiqas kevn be jî em ê di çarçoveya koçberîya salên 90î da xebata xwe binirxînin. “Arîşeya kurdan bi salên 1990î ra dema tê asta hilberîna şerekî kêmgurayî, polîtîkaya dercîkirinê ji nû ve hat îstîhdamkirin. Gundîyên ku bi kurdî diaxêvin berzûrî bicihkirina bajarên mezin dibin.” [1] Ev koçberîya berzûrî hew ne di nava sînorê dewletekê da ye, qismekî kurdan jî berê xwe didin welatên Ewropayê.
Kawa Nemir, wek şênî û şairekî ciwan di salên 1990î da dibe şahidê koçberîya berzûrî û belavbûna kurdan a li bajar û metropolên cuda û vê yekê di dîwana xwe Selpakfiroşê [2] da wek trawmayekê destnîşan dike. Li gorî şair, kurd digel ku xwedî ziman, dîrok û çandeka kevn in jî bi vê koçberîya ra rastî nebûna xwe tên. Eger parîyek hebûn hebe ew jî hebûneka zebûn e; çinku li perên bajêr bi cih bûne, ew der jî bê bintar in, dîroknûs hatine kuştin, Kardox mane sêwî, ewraqên wan derneketine di derîyên hikumetan ra, neketine defteran.
Di koçberîya berzûrî ya salên 90î da kurd ji axa xwe dûr dikevin, tên li bajarên metropol ên wek Stenbolê bi cih dibin. Ev koçberî bi xwe ra trawmayeka zimanî, çandî û nasnameyî tîne. “Di şiîra kurdî ya modern da jî û di ya Kawa Nemir da jî bajar, mekanekî neyînî ye. Ne ku ji ber pêvajoyeka xwezahî yan tekamûleka dîrokî cihê kaos, bîyanîbûn û rizîbûnê ye; ji ber trawmayekê neyînî ye. Ew trawma, koç e [3].
Perên Bajêr
Perên bajêr ew dever in ku dûrî navenda bajêr in û di navbera jîyana çolter û bajarvanîyê da wek pir(sgirêk)ekê ne. Lewma jî bicihbûna li perên bajêr a çolterî û çîyayîyan ji hêla sosyolojîk ve qewimîneka normal e ku şênîyên welêt ji ber sedemên polîtîk berzûrî koça bajêr bûne. Di şiîra Hêwirîn a Selpakfiroşê da sedema bicihbûna li perên (dûrî) bajêr tê destnîşankirin. Ne dîyar e ku dê koçber çend sal li wê derê bimînîn, ew ji birc û bedenên welêt dûr ketine, zimanê wan û zimanê ku devera hatinê li hev nakin, lewma jî ew hatine li dûrî bajêr hêwirîne.
serêşîya me ya nezanîna navên kulîlk û gîhayan
dena xwe da zimanê ku li ber neonan dîn dibe.
Va ye lewma em hatin li dûrî bajêr hêwirîn
Piştî ku gund tên şewitandin kurd berê xwe didin bajaran. Gelek ji wan li nava warxanên genî û koxtikên li perên bajaran bi cih dibin. Cografyaya ku ew jê hatîn û cografyaya ku ew niha lê dijîn ji hêla çand, ziman, kişwer û binyada cografîk ve ji hev cuda ne. Kurd her ku diçe li perên bajêr zêde dibin, ev zêdebûn bi du awayan e: 1) awayê bîyolojîk, 2) awayê zêdebûna koçberîyê. Devera ku ew lê koç dikin bê bintar in, çîya û surr lê nînin.
em ê çi bikin; em bê bintar in, sal bi sal
kolanên nû nas dikin, zêde dibin em
li nava warxanên genî û koxtikên li perên
bajarên ku me gez dikin. Em bê bintar in
û birîn digurmijin.
…
Em kurr in, kurên Kurd in, çermê me
yên dîrokî digurînin.
Serdemên me çîya û surr in.
Di şiîra Heyva Li Serê Rêyan da li gorî şair, kurd xwedî dîrokeka kevn in, bi terka welêt û bi hatina bajêr ra ew sembolên ku azadî û serxwebûna wan û hebûna wan a dîrokî temsîl dikin (hesinkarên mîrnişînîyan) roj bi roj dimirin. Di heman şiîrê da bajarvanîya şil û şeht a welêt tê derbirîn, di vê derbirînê da şênîyên welêt bêmirês in û welat jî çarenûsa Cimşîdî lê numa dike [4]. Welatê wextekî aram, paşê ra dibe kavil û dêran, ji bo ku xwe ji vê dêranîyê rizgar bike, pêwîst e ku xwe ji nû ve ava bike.
bê mirês e şênîyê welatê min. Gelî û kolanên wî ne li hev in.
Ev welat, wekî kefa destê min; çarenûsa Cimşidî lê numa dike
Destê ku tev dastan e, rûxandîye û ew ê careke din ava bike.
Di şiîra Cîwarbûnê da hatina tehsîldaran û ketima nava gund a cendirmeyan bi gotareka dijkolonyal hatine destnîşankirin, piştî koça li perên bajêr koxên wan koçberan jî hatine hilfirandin. Anku rehetî li perên bajêr jî tune.
Serê sibehê tehsîldar hatin. Bi şev cendirme ketin nava gund.
Li perên metropolê, koxên li ser darê lingan hildifirînin.
Di şiîra Poşmanîya Li Nîvê Rê da welat wek darberûyê û welatî jî wek berûyan hatine kodkirin; ev koça mezin a ber bi bajaran ve hebûna zebûn ji reh û girdavên welêt diqetîne. Ji bo ku ev zebûnî ji holê rabe wek hêmaneka tebîetê û wek mekaneka arkaîk û dîrokî “çîya” tê hawarê û çîya dibe mekanê xwe veafirandinê.
Cara pêşîn bû ku hebûn ji darberûyê weşîya.
Mirov hilgêrî çîyê bû, da ku xwe vebiafirîne.
Di şiîra Ferman e (Bi devê jinekê) da welatê bav û kalan dîrok bi xwe ye, terka welêt jî ji ber vê çendê dagêrbûna ji dîrokê ye. Nelihevîya çand û jîyana wan a berê û ya niha bi teşbîha kevjalan ve hatîye dîyarkirin ku ev kevjal bi kevzên xerîb diperçivin. Mêrê jinikê berê hesinkar bû, ev hesinkarî berê me dide Kawayê Hesinkar. Lê ew mêr piştî terka welêt û dagêrbûna ji dîrokê êdî bûye deryavan û mirîye.
em dagêr bûn ji dîroka xwe, hatin van deryayên dinyayê,
mîna kevjalên ku bi kevzên xerîb biperçivin
Dizanî, yê li kêleka min mêrê min ê hesinkar bû,
Bi dû re bû deryavan,
Evê li wêneyê li ber îkonaya li ser maseya li ber pencereya aqûtî.”
Çend Îmgeyên Trawmayê
Derî
Derî, di Selpakfiroşê da wek deverên nû yên derveyî welêt temsîl dike, ku welatê wextekî bextewar û azad aniha bûye dêran, bi vebûna derîyan ra welat tê terikandin. Jixwe gava mirov bala xwe dide bergê çapa yekem a Selpakfiroşê, mirov dibîne ku li pişt wî derîyê wêranîyek heye, lê vî milê derî derincikên hilû û lihevhatî hene. Anku wî milê dêrî welatekî dêran û li vî milê dêrî bajarên metropol heye [5]. Hemû derîyên (welêt) ew lê dixin dadayî ne, yên ku divîya şûrikan vekin. Di şiîra Li Pey da ev yek bi awayekî zelal hatîye derbirîn: Bi xatirê te, welato! Merheba, derîno! Li welatê bav û kalan derî nîn bûn an jî ew derî vekirî bûn bo her kesî; lê bi jîyana bajêr ra êdî her derî xwedî kilîdekê ne, jîyana takekesî berbelav e.

Cihûyê Derketî
Di şiîra Selpakfiroşê bi xwe da peyva derketî bi awayekî îtalîk hatîye nivîsîn, qest ew e ku cihû ji welatê xwe hatine koçberkirin. Paşê ra ev rist tê hûnandin: Bikirrê dawî yê Cihûyê dawî, mîrê Kardoxên sêwî.Di vir da gotin tê li ser nivîsa Celadet Alî Bedirxan a bi navê Zilamek û Zimanek [6]. Nemir di vê risteyê da destnîşan dike ku zimanzanê cihû Elyêzar Bîn Yehûda (1858-1922) bû sedem ku vejîna zimanê îbranî pêk bê û C. A. Bedirxan jî ji bo kurdî bûye peyrevê wî. Li şûna ku birceke belek ba, ew maye di van kuçeyên tarî (yên Stenbolê) da.
Kelam û Kilam
Bi dû koçberî û hatina bajarên metropol ra lêgerîna kelama pîroz û qedîm bûye serêşîyek bo şair. Kelama pîroz zimanê kurdan bi xwe ye ku pê kilam tên gotin. Piştî koçê ew ziman û çand ber bi mirinê ve diçe; divê veger û veafirandin dest pê bikin. Di rizgarîya kilamê da jî tesîra W. B. Yeats xuya dibe ku Yeats ji bo vejîna çand û folklora Keltîk a Îrlandîyan tevî hevalên xwe gund bi gund digerîya, da wan tiştên berê tomar bike û ji mirinê xilas bike. Herwiha yên xwedî kelam desthilat in û kilam dimîne ji bindestan ra:
Kelam dirêjî hêzên mezin dibe.
Kilam berzûrî hozên mezin dibe.
Şeva Krîstal
Bûyereka 1938an a li Almanyayê qewimî ye. Di wê şevê da Nazî mal û milkên cihûyan tarûmar dikin û nêzingî 400 cihûyan dikujin. Berîya bûyerê biqasî 17 hezar cihû ji Almanyayê hatine nefîkirin, lê dewleta Polonyayê jî ew qebûl nekirine, lew gelekê wan ji serma, birçîbûn û nexweşîyê mirine. Di şiîra Selpakfiroşê da qest jî ev e, kurdên ku li perên bajêr bi cih bûyîn, ne dikarin vegerin welatê xwe û ne jî dikarin adapteyî jîyana bajêr bibin:
Şeva Krîstal. Rêya qîr çivan dide xwe, winda dibe
Di nava mija tenik a li ser serê warxanên sist re
Gorepana Revandinê
Ji gorepana revandinê qest Dayîkên Şemîyê ne ku her roja şemîyê ji ber ku zar û zêçên wan ji hêla hêzên kontrayî ve hatine serwindakirin, li ber Lycée da Galatasarayê daxuyanî didin. Lê hesabê wan mirî û windahîyan jî nehatîye kirin ku navê wan li defteran bên nivîsandin. Jixwe Selpakfiroş jî Şemîyan, ne ji cejnan, ne jî ji zêmaran dimîne:
Li wê gorepana revandinê, qurnefîl dikeve binê zerîpoşê.
Çavkanî
[1] Dilek Kurban & Mesut Yeğen (2012), Adaletin Kıyısında: ‘Zorunlu’ Göç Sonrasında Devlet ve Kürtler / 5233 sayılı Tazminat Yasası’nın bir Değerlendirmesi-Van Örneği: TESEV
[2] Kawa Nemir (2014), Selpakfiroş: Lîs
[3] Remezan Alan (2013), Bendname / Li Ser Ruhê Edebîyatekê: Peywend
[4] Li gorî mîtolojîya Îranê Cimşîd xwedîyê camê cem e, hemû tiştine dinyayê di wê camê cem da numa dibin. Ev yek di Şahnameya Firdevsî de derbas nabe û li gorî agahîyên berdest hikumranîya Cimşîd bi hatina Dehaq ra bi dawî dibe. Desthilatîya hovane ya Dehaq jî bi îsyana Kawayê Hesinkar û hatina Ferîdûn ra têk diçe, ev yek wek veafirandinê tê destnîşankirin.
[5] Kawa Nemir (2003), Selpakfiroş: Rewşen-name
[6] Herekol Ezîzan (1942), Zilamek û Zimanek, kovara Hawar, j. 40.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.