Cejna Zimanê Kurdî û Awayê Pîrozkirina Wê

Hemin cejneke me heye ku ji bo zimanê me hatiye ragihandin û van çend salên dawî çi qas diçe pirtir lê xwedîbûn çêdibe, berbelav dibe û sal ji salê zêdetir qîmet pê tê dayîn, lazim e em jî ji dil û can ranêzikiyê lê bikin, bi çalakiyên xwe, bi kir û gotinên xwe jî wê derxin pêş, bi saya wê jî hêvî û daxwazên xwe bibin serî û tiştên me yên li pêş çavên me hatine reşkirin û kêmxistin, em pihêt bi wan bigirin, li ber dilê xwe şîrîn û xweş bikin. Ji ber em bi wan em in, bêyî wan embûna me ji dest me diçe. Ziman yek ji wan nirxên damezirîner ê herî sereke ye ku em û ew, em gişt berdewama hev in; wekî kurd û kurdî. 

***

15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, ji salên berê pirtir tê pîrozkirin û giringîpêdana wê jî zêdetir dibe. Ev tiştekî dilxweşker e û ji bo raboriyê jî rewşeke hêvîder e, lê belê bi ya me divê pîrozbahiyên vê cejnê êdî girseyîtir bibin û ew ne wekî rojên din ên giring, lê mîna cejnekê bi şahiyan û bi beşdariyeke xurt a hemû beşên civakê bê pîrozkirin. Ji ber ev cejnek e, loma divê cudahiya vê ji yên din bi awayekî xuya û berbiçav hebe. Mesela divê pîrozkirina cejnê, ji ya 21’ê Sebatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pirekî pir cihê be.

Cejna Zimanê Kurdî hewce ye tenê ne bi daxuyanî, panel, civîna çapemeniyê û tiştên wekî wan û li cihên girtî lê bi awayekî girseyî tam hêjayî cejnekê li qadan jî were pîrozkirin û êdî qîm bi tiştên rûtin neyê anîn. Pêwîst e li gorî navdanîna li wê mirov tev bigere, nêzîkatî tê de û ji bo zêdekirina beşdariya li çalakiyên vê cejnê, ji bo girseyîkirina pîrozbahiyan, berbelavkirin û balkêşkirina wê hewl bide, naveroka çalakiyan jî zengîntir, rengîntir û balkêştir bike. Mîna li darxistina konseran, nîşandana fîlm û lîstikên şanoyan, bernameyên ji bo zarok û ciwanan, çêkirina bernameyên televîzyonan ên li ser hişmendî û giringiya zimên, amadekirina bernameyên hêvojer ên ji bo dê û bavan da ku zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, çêkirina panel û konferansan, civînên girseyî yên bi beşdariya gel, çalakiyên çandî, hunerî û zimanî yên cur bi cur û hwd. Ev hemû cure çalakî jî, divê li ser temaya zimên, rola zimên a di warê pêkhêneriya wê ya civak û neteweyê bin.

Sazî, damezirewa, rêxistin û partî gişt, ji bo xatirê vê cejnê bi ya min hewce ye bi awayekî navendî çalakiyeke dayîna xelatan jî li dar bixe. Her sal di warê çand, huner û zimanê kurdî de xebat, berhem û afirînerên wan ji bo handana berdewamiya hilberînê bên perûkirin. Wek nimûne di warê wêje (ji bo hemû cureyên wêjeyî), muzîk, şano, sînema, ziman û çalakiyên hişmendiya zimanî de her sal bi rêya desteyeke hilbijêr ew bên xelatkirin da ku hişyarî, giringî û eleqeya der heqê zimên de zêdetir bibe, berhem û xebatên hêjatir bi zimanê kurdî bên hilbirandin û ew li nav civakê berbelavtir bibin.

Medyaya kurdî jî pêwîst e bi hesasiya vê cejnê tev bigere, balê bikişîne ser giringî û bikaranîna zimên a di her qadî de, hilberîna berhemên pê û rola zimên a ku çawan dike civak û gel hişk bi nirxê xwe ve girêdayî bimîne, rê li ber pişaftinê digire û yekîtiya xwe, xwebûn û nasnameya xwe xwedî dike. Divê li ser siyaseta asîmîlasyonê, polîtîkayên zimankuj jî raweste, hayjêbûnekê li ser vê mijarê çêke û bide nîşandan ku nemana zimên her wisan têkçûna nasname û çandê ye, derbxwarina aîdiyet û ruhê hevpar e. Ji lew re mebesta sereke ya qedexekirina zimên, siyaseta asîmîleker û biçûkxistina zimên û bêprestîjkirina wî, heraftina dîwarê yekîtiyê, şikandina îradeyê û rakirina ji holê ya wî gel û neteweyê ye. Ji ber ew baş pê dizanin hêmana sereke ya civakekê dike netewe ziman e, loma serdest giraniyê didin siyaseta bişaftinê û têkbirina zimên.

Hemû ferdên civakê, nemaze yên hişyar û zana, yên li pêş civakê ne, jê re serkêşiyê dikin, li dam û dezgehan, li rêxistin û partiyan serokatiyê dikin, xwedî temsîliyet in, ew bêhtir xwedî berpirsiyê ne. Ji ber ew li pêş çav in û çavê her kesî li wan e, di vî warî de hewce ye zêdetir xemxwer bin û bi wê fehm û ferasetê bi zimanê gel deng li gel bikin. Çawan ku dibêjin “tirî li tirî dinêre digihîje” yan jî “gul li gulê dinêre dipeqe”, gel jî çav dide rêber û pêşengên xwe ku ew bi her awayê xwe ji civakê re kesên nimûneyî ne û takekes wan ji xwe re wekî model dibînin. Ji lew re jî ji rexnekirin, qîmpêneanîn û gazinên ji rewşê, ji dana soz û peymanan, ji daxwazkirina maf û azadiyan bêhtir, kir û kiryarên kesan tesîrdartir in û jildibûnê diyar û aşkera dikin.

Di rojên wiha yên binavûnîşan de hest radibin pêdarê, dil zîz dibin, bi mirovan re hestyarî çêdibe, ew roj û cejn dikin mirov li xwe vegere, di xwe û rewşa xwe bifikire, lê ya esas mayîndebûna raman, hestyarî û xwarina xeman e. Bi van cure çalakiyan, wekî me li jorê ji wan behs kir, divê armanc çêkirina wê hestê ya domdar be.

Li pêşiya me pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî û pîrozbahiyên ji bo wê hene. Ji niha ve hin bername diyar dibin û hin hewldan jî xwe didin nîşan ku naveroka çalakiyan rengîntir dibe û qet nebe divê ji bo demên li pêş me ew hîn jî çeşîddartir bibin û xîtabî hemû beşên civakê bikin, da bi rastî ev cejn bibe wekî cejneke bera.

Hemin cejneke me heye ku ji bo zimanê me hatiye ragihandin û van çend salên dawî çi qas diçe pirtir lê xwedîbûn çêdibe, berbelav dibe û sal ji salê zêdetir qîmet pê tê dayîn, lazim e em jî ji dil û can ranêzikiyê lê bikin, bi çalakiyên xwe, bi kir û gotinên xwe jî wê derxin pêş, bi saya wê jî hêvî û daxwazên xwe bibin serî û tiştên me yên li pêş çavên me hatine reşkirin û kêmxistin, em pihêt bi wan bigirin, li ber dilê xwe şîrîn û xweş bikin. Ji ber em bi wan em in, bêyî wan embûna me ji dest me diçe. Ziman yek ji wan nirxên damezirîner ê herî sereke ye ku em û ew, em gişt berdewama hev in; wekî kurd û kurdî. 

15’ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî li me hemûyan pîroz be û bi gotina nemir Ehmedê Xanî alaya zimanê me jî her li banê gerdûnê li ba be. Her wisan silav li Celadet Bedirxan be ku bi derxistina Hawarê hem ji me re alfabeyek çêkir, hem bingeha kurdiya nûjen danî hem jî bû sedema ragihandina rojeke wiha.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir