Ji bo desthilatdaran ferq nake ku yê din kî ye, bi rastî çi cûdahî û taybetmendiyên wan hene. Serdest tenê dijî dijminên ku di mejiyê xwe de îcad kirine şer dikin, heta ku tevirên bindestan li serê wan dikeve. Baldwin wek tevirekî tûj li serê wan kesên nijadperest ket. Romanên wî hîna jî li dijî nijadperestiyê wek manîfestoyekê ne.
***
“Çîroka reşikên li Amerîkayê çîroka Amerîkayê ye. Çîrokeke ne xweş e.”
Hinek kesên ku ji dinyayê bêpar bûn bi şev û roj li ser rewşa xwe ya xerab nedigiriyan, ji xwe nefret nedikirin û tu carî nebûn parsekê azadiyê. Ji birînên xwe, ji nasnameyên xwe yên naletî çekên entelektuel afirandin û li hemberî dîwarên nijadperest û cûdaxwaziyê yên cîhanê şer kirin. James Baldwin jî yek ji wan kesan bû, belkî di vê çarçoveyê de mînakekî herî taybet e.
Tonî Morrîson di merasîma cenazeyê wî de gotibû: “Te ji bo me reşikan zimanek afirand ku em tê de bi cih bibin, ev diyariyeke wusa bêqisûr e ku tu dibêjî qey min ew îcad kiriye. Em êdî bi saya te xwedî cebilxaneke entelektuel in û ji tu kesî natirsin û em ji xwe hez dikin.” Wî bê perwa rastiyên xedar nivîsîn, eşkere kir ku xewna Amerîkayê derew e û ji bo reşikan dojeh e. Sûc û derewên welatekî mezin li ser milê wî bû. Hemû hêz û mîrata wî jî tenê peyvên wî bûn. Romana Holika Mamê Tom bû îlhama wî ya herî mezin ji bo nivîsîna li ser cîhana reşikan. Di sala 1949an de nirxandina wî ya li ser romana Holika Apê Tom di kovara Zero de tê weşandin.
James Baldwin li New Yorkê, li nexweşxaneya Harlemê, di sala 1924an de ji dayik bû. Wî bavê xwe yê bîyolojîk qet nas nekir, zirbavê wî jî waîzekî kevneperest bû. Di du saliya xwe de paşnavê xwe yê Baldwin ji zirbavê xwe wergirt. Di cîhana reşik û edebî de bi vî navî hate naskirin. Di zarokatiya xwe de bi pergala koletiya Amerîkayê û bi hovîtiya nijadperestiyê re rû bi rû ma. Jixwe ew neviyê koleyekî bû. Mamosteyeka jin a spî bi navê Bill Miller di zarokatiya wî de rolek giring lîst û li wî xwedî derket. Wê jinika bedew pirtûk dane wî ku bixwîne, di derbarê Etiyopya, Îtalya û Almanyaya Nazî de ew agahdar kir û şano û fîlmên pir taybet lê da temaşe kirin.
Di belgefîlma I Am Not Your Negroyê de bi van gotinan hestên xwe yên derbarê wan rojan de tîne ziman: “Sedema ku min qet nekaribû ji mirovên spî nefret bikim ji ber Bill Miller e, ku di temeneke piçûk de ket jiyana min a kambax. Dîsa jî Xwedê dizane ku min carinan xwestiye ku ji yek an du kesên spî zêdetir bikujim.” Di wan fîlman de yên ku James Baldwin di zarokatiya xwe de temaşe dikir lehengên ku dişibîyan bavê wî tune bûn. Di sînemaya Amerîkî de, kesên reşik bi piranî di rolên berdestîyan de derdiketin pêş, desdirêjî li keçên spî dikirin û pişt re ew dikuştin.
Baldwin jî wek Malcolm X ji Apê Tom hez nedikir. Wî bawer dikir ku ew qehreman nîn e, ji ber ku wî bi destê xwe, wek mêrên spî, tolhildana xwe pêk nedianî. Wê serdemê beriya her tiştî, tolhildan di bin destê John Wayne de bû û li wî dihat. Piştî salan, wî îtirafek wiha dikir: “Dema ez 6 yan 7 salî bûm, di fîlmên Amerîkî de Gary Cooper çermesor dikuştin û me piştgirîya Gary Cooper dikir, min pir dereng fêm kir ku ew çermesor em bûn.”
Baldwin Martin L. King û Malcolm X nas dikir û heyranê wan bû, lê wezîrê agahdariya Partîya Black Panther Eldrige Cleaver ji ber meyla wî ya cinsî ew şermezar kir û red kir. Lê wî tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda, hem ji bo çermê xwe yê reş û hem jî ji bo nasnameya xwe ya zayendî heta dawîya jîyana xwe li ber xwe da. Baldwin yek ji şahidên herî giring ên edebî û exlaqî yên têkoşîna reşikên Amerîkayî bû. Di salên 1960î de li Amerîkayê nîjadperestî û tundûtûjiya nijadperestî gihîştibû asteke bilind. Di van salan de sê lehengên wî yên reşik jî ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatin qetilkirin: Medgar Evers (1963), Malcolm (1965), Martin L. King (1968). James Baldwin dixwest ku çîroka xwe û ya welatê xwe bi dîroka sê hevalên xwe yên ku hatine qetilkirin vebêje. Wî ev fikra xwe ya romanê bi cih neanî, ji ber ku jiyana xwe ji dest da, tenê 30 rûpelên wê nivîsîbûn. Piraniya wan rûpelan jî ji notên belavbûyî û ramanên mezin û biçûk pêk dihat.
Xwişka Baldwin Gloria, di 2009an de ev notên bi navê Remember This House, bi derhênerê Haîtiyê Raoul Peck re parve kir û got, “Tu baş dizanî ku tu yê bi vî tekstî çi bikî.” Ew tekst ji hêla Raoul Peck ve hate bikeyskirin û di sala 2016an de bû belgefîlmeke balkêş bi navê I Am Not Your Negro (Ez Ne Reşikê Te Me). Di belgefîlmê de tenê gunehên nijadperestiya Amerîkayê li pey hev nayên rêz kirin. Baldwin di heman demê de derûnîya reşik û spîyan analîz dike, neynikekê li ber wan digire û banga rûbirûbûnê dike. Ew li ser sedemên siyasî, çandî û civakî yên polîtîkayên nijadperest hûr dibe û ji bo pêşerojê projeyekê pêşkêşî me dike.
Belgefîlma I Am Not Your Negroyê bi dîmenên Dorothy Counts dest pê dike. Dorothy yekem xwendekarê reş e û xwe di lîseya Harry Harding de qeyd kiriye, lê bi dehan xwendekarên nijadperest ên spî li pişt wê tif dikin wê, heqareta li wê dikin ku ew nekeve dibistana wan serdestan. Lê ew bi rûyekî serbilind û nerazî dîsa jî dimeşe. Ev wêneya balkêş, ev helwesta bibiryar li Parîsê dilê James Baldwin dişewitîne, di hundurê xwe de dibêje: “Divê ez li gel wê keçikê bim, divê ez piştgiriyê bidim wê.” Ji ber vê yekê di sala 1957an de ji Parîsê vedigere welatê xwe Amerîkayê. Baldwin ne tenê ji ber rengê çermê xwe yê reş bû. Ew hem gay bû û hem jî li dijî dêrê (perestgeha mesîhiyan) bû. Di sala 1956an de, hîna peyva LGBTÎQ li holê tunebû wî romana xwe ya bi navê Giovanni’nin Odası (Odeya Giovanni) nivîsî, ew roman roja îro di nav berhemên sereke yên edebiyata queer de tê hesibandin.
Pirtûka wî bi awayekî tund derbek li nirxên muhafezekarên Amerîkî xist û jiyana Baldwin jî du qat dijwar bû. Ji ber ku ne tenê taxa nijadperestan, civaka Afro-Amerîkî jî bi cidî bertek nîşanî wî dan. Baldwin mîna Malcolm an jî endamên Neteweya Îslamî ne misilman bû. Ew ne girêdayî Partîya Black Panther bû ji ber ku wî bawer nedikir ku hemî mirovên spî xerab in. Ew ne endamê civateke xiristiyanî bû jî. Lewra civaka spî mîna ku wan ev emrê Xwedê nebihîstiye dijiyan: “Mîna ku ez ji we hez dikim hûn jî ji hev hez bikin.” Wan, dêr li gorî rengan ji hev veqetandibûn. Ji bo wî tu nav, slogan, partî, rengê çerm û heta dîn ji jiyana mirovan bi qîmettir nebû. Dema ku James Baldwin di sala 1948an de ji ber homofobî û nijadperestiyê Amerîka terikand û xwe avête Parîsê, di berîka wî de 40 dolar, di hişê wî de jî tenê mana li heyatê hebû. Ger li Amerîkayê bimaya dê bihata kuştin. Bê cih û war bû, lê xwe azad hîs dikir, dixwest ku çîroka xwe bide zanîn. “Ev salên ku min li Parîsê derbas kirin, ji bo min tiştek kir. Ez ji wê terora civakî ya taybet xelas kirim, ev ne paranoya mejîyê min e, xeterîyeke rastîn bû, li ser rûyê her polês, her karsaz û her kesî xuya dikir.”
Di salên 1960î de rêya wî dikeve Stenbolê jî, bi qasî 10 salan li Stenbolê dimîne. Şeş berhemên xwe yên giring li vir dinivîse, romana xwe ya bi navê Bir Başka Ülke (Welatekî Din) li Stenbolê diqedîne, belkî ev salên ku li Stenbolê derbas kirîye salên wî yên herî berhemdar in. Her wiha tê zanîn ku James Baldwin ji nîjadperestiya Amerîkayê revîyabû û hatibû Stenbolê. Li Stenbol James Baldwin bi Yaşar Kemal re jî hevaltîyeke nêzîk datîne.
Di navbera wî û Yaşar Kemal de diyalogeke balkêş pêk tê. Rojek ji rojan ji Yaşar Kemal re dibêje, “Yaşar, ez li Tirkiyeyê xwe gelek azad hîs dikim”, Yaşar Kemal jî wiha bersiv dide: “Jimmy, ji ber ku tu Amerîkayî yî”. Lewra Yaşar Kemal baş dizanibû ku kurdên li Tirkiyê xwe wek reşikên Amerîkayê hîs dikirin. Jixwe piştî derbeya 12ê Adara 1971ê Yaşar Kemal hat girtin. Ji ber revandina konsolosê Îsraîlê Efraim Elrom nêzî 50 siyasetmedar, endamên sendîkayan, nivîskar û akademîsyen weke rehîn hatin desteserkirin. Li Stenbolê wê demê ji bo Baldwin azadiya civakî û afirînerî hebûye lê dîsa jî bi tevahî ji belaya nîjadperestî û homofobiyê xelas nebûye.
Pispora Baldwin Magdalena J. Zaborowska di pirtûka xwe ya bi navê James Baldwin’s Turkish Decade de hûrgilîyên balkêş parve dike. Rojekê, li Stenbol dema serdana gundekî li perê deryayê dike, ji aliyê du mêrên nijadperestên tirk ve bi şêweyekî hovane lêdanê dixwe. Navûnûçikê wî mixabin “Ereb” an jî “Ereb Jimmy” bû. Ew ji zordariya Tirkiyê ya li ser gelê Kurd jî pir aciz dibe. Di nameyeke xwe ya wê demê de dibêje: “Carinan ez hîs dikim ku li her derê cîhanê jiyan pir dijwar e û êdî tu kes xwe li mala xwe hîs nake” Piştî derbeya leşkerî ya 1980an careke din nayê Tirkiyeyê. Baldwin, nexwest here welatekî ku ji aliyê desthilatdariyeke faşîst ve tê birêvebirin. Jixwe ew di sala 1987an de di 63 saliya xwe de ji ber kansera mîdeyê jiyana xwe ji dest dide.
Piştî salan, sedema dûrketina ji welatê xwe wiha rave dike: “Tişta herî baş a ku min di jiyana xwe de kir, derketina ji Amerîkayê bû. Bi saya vê dûrketinê min hêrs û jehra di hundirê xwe de hêdî hedî vereşand. Qet nebe min karî bêyî awirên civakê yên nefretê bi rihetî tevbigerim.” Berîya mirina xwe, wî dît ku têkoşîna wî û yên miletê wî heta radeyekê bi ser ketiye. Bi qewlê wî, “ev dinya êdî ne spî ye û dê tu carî spî nemîne. Spî tenê metafora hêzê ye.” Her çiqas carna di vê dinyaya neheq de bêhêvî bimîne jî wî tu carî dev ji xeyala xwe ya yeksanita hemû nijad û neteweyan berneda.
Di belgefîlma berbehs de Baldwin li ser bernameyeke televîzyonê ya ku di salên 1950î de hatiye çêkirin, tê heta roja îroyîn û esasên faşîzmê pênase dike: “Ew tişta ku divê kesên spî bikin ew e ku destê xwe bidin ser dilê xwe û ji xwe bipirsin ka çima ji wan re mirovekî reşik lazim e? Ji ber ku ez ne reşik im, ez mirov im. Ger hûn difikirin ku ez reşik im, hingê hûn hewcedarên min in. Ez bawer dikim ku qedera vî welatî bi têgihiştina vê rastiyê ve girêdayî ye.” Bi rastî jî, faşîzm her gav hewcedarê yekî din e: Ji bo Almanan yê din (öteki) cihû bûn, ji bo Amerîkîyên spî jî yên din reşik bûn.
Li Rojhilata Navîn ji bo desthilatdarên dagirker yên din kurd in. Ji bo ku ew xwe mafdar, pêşverû, medenî û serbilind hîs bikin, pêdiviya wan bi yekî din heye. Ji bo desthilatdaran ferq nake ku yê din kî ye, bi rastî çi cûdahî û taybetmendiyên wan hene. Serdest tenê dijî dijminên ku di mejiyê xwe de îcad kirine şer dikin, heta ku tevirên bindestan li serê wan dikeve. Baldwin wek tevirekî tûj li serê wan kesên nijadperest ket. Romanên wî hîna jî li dijî nijadperestiyê wek manîfestoyekê ne.