Zimanên lêzim û peyvên wan ên sereke yên hevpar

Zimanên lêzim û peyvên wan ên sereke yên hevpar
Zimanên lêzim û peyvên wan ên sereke yên hevpar
Zana Farqînî

Zimanên lêzim, ew zimanên ku di heman malbat û kom û şaxên wê de cih digirin, ji gelek aliyên zimanî ve dişibin hev. Jixwe ne ji vê şibîn û dirûvê bûye, ew ziman di nav heman malbatek û binbeşên wê de nedihatin senifandin û dîsan behs ji têkiliya binyad û kokê ya wan zimanan nedihat kirin.

***

Pêhisîna bi hebûna nêzikiya di navbera zimanan de, ne mijareke nû ye. Ev yek heta sedsala XIV’an jî diçe. Ji wê serdemê ve di vî warî de xebat û senifandina zimanan hatine kirin. Yek ji wan senifana jî ya klasîk e ku ziman ji aliyê teşe (morfolojîk) û lêzimiyê (genetîk) ve hatine dabeşkirkirin. Di encama vê senifanê de jî terma zimanên lêzim derketiye holê û zimannasan, pisporên vê qadê îcar bala xwe dane ser lêzimiya zimanan.

Ji bo peyitandina pêwendî û têkiliya zimanên lêzim, pîverên wekî pergala dengan, teşe, binyad (structure), hevoksazî ango sentaks û bihevketina dirûvên peyvên sereke yên hevreh ên di nav zimanan de jî têra xwe giring in. Zimannasan bi van pîveran ziman ji aliyê binyadî ve wekî malbatên zimanên hind-ewrûpî, hamî-samî, çîn-tîbet, ûral-altay û bantû dabeşandine. Zimanên germenîk (îngilîzî, almanî, swêdî), zimanên latînî (fransizî, îspanyolî, îtalî), zimanên slavî (rûsî, sirbî, bulgarî), zimanên hind-îranî (farisî, hindî, kurdî, nepalî, ordûyî, bengalî) jî ji şaxên zimanên hind-ewrûpî ne. Kurdî û farisî ji zimanên îranî n lê kurdî dikeve nav beşa rojavayê bakur û farisî jî dikeve ya rojavayê başûr.

Zimanên ku lêzimên hev in, ji gelek aliyên zimanî ve dişibin hev. Lê îcar yên ku di nav heman malbatê de, di nav heman kom an jî şaxê de ne, ew bêhtir ji aliyê taybetmendiyên zimanî ve manendî hev in, an jî em bibêjin ku pirtir dirûvên wan ên rêsayî/rêzikî bi hev dikevin. Ev zimanên lêzim, her wiha xwedî peyvên sereke yên hevpar ên ji heman rehekî ne jî. Mîna termên lêzimiyê dê, bav, xwişk, bira, navên organên laşê mirov ên wekî çav, dest, guh, pê, serî, navên hejmaran wekî yek, du, sê, deh, sed, xwerekên sereke mîna av, genim, goşt, masî, ew ajalên ku mirov bi wan re di nav têkiliyeke nêzik de bûye mîna hesp, çelek/manga, meşin/mih, heywanên ku di çandiniyê de hatine bikaranîn, amûrên çandiniyê û peyvên mîna dan, standin, xwarin, vexwarin, hatin, çûnê ku ev jî peyvên wisan in kiryarên berbiçav nîşan didin.

Cara pêşî zimannas Morris Swadesh di sala 1951’ê de bi rêbaza karbon 14, ku ev metoda bi piranî di zanistên wekî arkeolojî û antropolojiyê de tê bikaranîn, ji bo peyvêk sereke yên zimanên lêzim bi kar aniye û bi pêş xistiye. Bi azîna peyvên nimûnekirî û dîrokdarkirinê, ku qeydkirina dîrokî ya peyvan li pêş çav girtiye, pêşî li ser 200 peyvî (ku paşê ew daxistiye 100’î û bi piştre jî hejmar hatiye kêmkirin) yên ku di navbera wan de têkiliya rehî heye û ji aliyê semantîk û morfolojîk ve jî nêzî hev in, xwastiye temenê peyvan tesbît bike. Li gorî vê rêbazê di nav hezar salî de %19’ê peyvên sereke bi temamî diguherin û %81’ê wan, ji bilî guherînên biçûk, hema bibêje wekî xwe dimînin.

Ji ber ku kurdî jî ji malbata zimanên hind-ewrûpî ye, di warê van peyvên sereke de eynîbûn an jî nêzikî û dirûviya peyvên hevpar bala gelek kesan dikişîne ser xwe. Wekî van çend nimûneyên hanê:

Di kurdî (kirmanckî û kurmancî) de berginda dê ango dayik; ma/mak e jî; îcar bi farisî ew mader, bi îngilîz mother, bi almanî mutter, bi yûnanî mētér, bi latînî mater û bi rûsî jî maty ye.

Peyva bira; bi farisî birader, bi îngilîzî brother, bi almanî bruder, bi fransizî frere, bi îtalî fratre, bi latînî frater, bi rûsî brat e. Bi kurmancî dot, ku sînonîma keç û qîz e, bi farisî duxter, bi îngilîzî daughter, bi almanî
tochte û bi swêdî jî dotter e.

Di nav zimanên hin-ewrûpî de, manendi û nêzikiyeke navên hejmaran jî heye. Em pêşî navên hejmaran ji yekê heta dehan ên kurmancî û kirmanckî bidin:

Bi kurmancî: yek, du (didu), sê (sise), çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh û deh.

Bi kirmanckî: yew, di, hîrê, çar, panc, şeş, hewt, heşt, new û des.

Niha jî em ji çend çend nimûneyan ji zimanên vê malbatê derpêş bikin:

Bi farisî: yek, do, , çihar, penc, şîş, heft, heşt, noh, deh.

Bi zimanî hindî: ik, do, tin, çar, panç, çeh, sapt, atç, noh, des.

Bi rûsî: adîn, dva, trî, çyitirî, pîyat, şêst, sêm, vosîm, dêvyvat, dêsyat.

Bi fransizî: un, du, trois, quatre, cinq, six, sept, huit, neuf, dix.

Bi îspanyolî: uno, dos, tres, cuatro, cinco, seis, siete, ocho, nueve, diez.

Bi îngilîzî: one, two, three, four, five, six, seven, eight, nine, ten.

Bi almanî: eins, zwei, drei, vier, fünf, sechs, sieben, acht, neun û zehn.

Gava mirov di van navên hejmaran difikire dibîne ku çendî gişt ji malbata hind-ewrûpî bin jî, lê yên di heman kom û şaxê de ne bêhtir dimînin hev. Tevî ku hindî ne di nav koma zimanê îranî de ye jî, navên hejmara ango bilêvkirina hejmara bêhtir nêzî zimanên îranî ye. Di gel vê rewşê, her çi qas navên hin hejmaran hinek ji hev cuda bûbin jî, lê belê bi rêjeyeke zêde bilêvkirina wan pir dişibe hev û bêyî dijwarî tên fehmkirin.

Ji bo hemû peyvên sereke yên hevpar ên hevreh di heman malbata zimanî de mirov dikare bibêje ku sedema cudahiyên bilêvkirina wan, ji ber qewamên dengî ne û ev yek jî di pêvajo û domana demê de qewimiye. Çawan li jorê jî amaje pê hat kirin, di nav hezar salî de nêzî %20’ê peyvên sereke ji ber sedemên cur bi cur bi temamî diguherin. Yên din, ji bilî guherînên fonetik wekî xwe dimînin. Îcar ev guherînên denganiyê ne tenê di nav zimanan de çêdibe, di nav heman devok û zaravayên zimanekî de jî pêk tên. Wek nimûne, tevî ku di navbera kurmancî û kurmanckî de guherîna dengê /h/ û /s/yê heye, mîna hejmara deh û desê, em vê rewşê di nav kurdî û farisî de jî dibînin. Mesela, bi kurmancî navê masî û kirmanckî jî mase/mosî, bi zimanê farisî mahî ye; dîsan hesin (asin)a kurmancî û asina bi kirmanckî, di farisî de ahen e.

Min divê ez behsa xebatekê jî bikim ku bi vê mijarê re eleqedar e. Di sala 2012’an de, bi pêşengiya Zanîngeha Aucklandê ya Zelandaya Nû, bi rêbaza M. Swadesh ji aliyê komeke zanyar û lêkolerên navneteweyî ve li ser 103 zimanî lêkolînek hatibû kirin. Li gorî daneyên lêkolîna xwe gihîştibûn wê encamê ku malbata zimanên hind-ewrûpî serê pêşî ji Anadoliyê belav bûye û li gorî angaşta wan zimanê kurdî jî herî kêm 1500 sal berê ji zimanên îranî qetiyaye. Wê çaxê li ser vê xebatê bi min re jî hevpeyvînek hatibû kirin û min rexne lê girtibû ku çima sed peyvên nimûneyî tenê ji zaravayê kurmancî hatine wergirtin û wek ziman jî jê re kurdî hatiye gotin, her wiha min bi hendaze ranêzî lê îdeaya wan kiribû.

Wek encam; zimanên lêzim, ew zimanên ku di heman malbat û kom û şaxên wê de cih digirin, ji gelek aliyên zimanî ve dişibin hev. Jixwe ne ji vê şibîn û dirûvê bûye, ew ziman di nav heman malbatek û binbeşên wê de nedihatin senifandin û dîsan behs ji têkiliya binyad û kokê ya wan zimanan nedihat kirin. Lê kesên haya wan ji vê rewşê nîn e, yan jî bedniyet in, vê lêzimiyê, eynîbûn û nêzikiya hin peyvên sereke yên di zimanên lêzim de wekî qelsiya zimanê kurdî nîşan didin. Pê namînin, kurdî wek zimanekî serbixwe pênase nakin. Yek ji van argumanên wan jî meseleya şibîna bi hev a navên hejmaran e, ku ne tenê di farisî û zimanê îranî de, hema bibêje di hemû zimanên hind-ewrûpî de ji xeynî ferqeke biçûk, jêderka wan, reh û rîşalên hejmaran eynî ye.

Bi taybetî der barê peyvên sereke de, ku di vê malbata zimanî de rêjeyeke giring a van peyvan hev digire, divê haya me ji guherînên dengî/fonetîk hebe. Ev guherînên dengî pîvereke hîmî ye û bi saya vê yekê zimanên ji heman malbatê, ku ew eynî mîna qurmê darê, gulî û çiqilên wê darê ne, ji hev li kom, beş û çiqilan tên dabeşandin. Loma divê em guh bi gotinên niyetxeraban nekin, pûte bi dane û encamên xebatên zanistî bidin û bala xwe bidin ramanên zanyar û pisporên ewledar û pêbawer ên qada wan a xebatê.