Hilbijartinên li Tirkîyeyê: Encamên derketin tûra duyemîn nîşan dide

Hilbijartinên li Tirkîyeyê: Encamên derketin tûra duyemîn nîşan dide
Hilbijartinên li Tirkîyeyê: Encamên derketin tûra duyemîn nîşan dide
Botan Times
  • 15 Mayıs 2023 07:56

Li gorî encamên ne fermî di hilbijartina serokomariyê de ti namzet bi ser neketiye.

Ger namzetek nekaribe 50+1 bigre dê di 28ê Gulanê de tûra duyem a hilbijartina serokomariyê pêk bê.

Di vê tûrê da herdu namzetên ku herî zêde deng bidest xistine wê bikevin pêşbirkê.

Di vê tûrê da kîjin namzet ji yê din dengên zêdetir bistîne, wê ew bibe serokomar.

Di tûra duyem de 47 milyon û 523 hilbijêrên ku temenê wan di jor 18yan ra ye, wê bikaribin dengên xwe bidin.