Çar parçeyên welatî li ser sehneyekê ye

Koma Şaneşînê wekî projeyeka çarîneyê ewil bi Penceşêrê dest pê kirîye ku Înfaz ya duduyan e. Wan ji çarîneyê Penceşêr û Înfaz lîstine û ew dê du lîstik din jî derxin. Şêrko Janzêm beyan dike ku her lîstikek wan bi awayekî absurd amaje ye bo meseleyên civakî yên çar parçeyên Kurdistanê.

Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performansê 15ê Cotmeha 2023yan promîyera lîstika Înfazê, li sehneya xwe ya nû numayîş kir. Ew lîstika ewil e li wir hatiye lîstin.

Înfaz, komedîyeka absurd e li ser hewildana îdamkirina jineka ku ji ber xerabkirina exlaqê civakê, cezayê sêdarekirinê lê hatiye birîn. Ev lîstik yek ji çarîneya Şaneşîn Performansê ye ku ya ewil Penceşêr bûye. Ew dê di projeya çarîneyê da du şanoyên din jî derxe.

Di fuayeya piştî lîstikê da lîstikvan û derhênerên şanoyê ligel temaşevanan civîyan. Temaşevanan nirxandin, rexne û pirsên xwe kirin. Bi awayekî înteraktîf gotûbêj qedîya ku hema bibêje nîvîya temaşavanan beşdar bûn.

Yek ji temaşevanên lîstika Înfazê Îrfan Amîda çend gotin anîne ziman. Îrfan Amîda beyan dike ku roleka gelekî giring ya şanoyê heye di avakirina ziman da. Ew dibêje: Ya rast şano ne tenê zimanî diafirîne, her wiha şêwazekî ziman, têkilîya peyvan û sentakseka nû jî diafirîne.

Amîda li ser naveroka şanoyê diaxive û destnîşan dike ku şanoyeka xwedî tez bû ku wê yekê jî wekî zehmetîyekê şanoyê bi nav dike.

Ew li ser mînakeka zimanî balê dikêşe ser wê yekê ku li cihekî bi aql û hevoksazîya tirkî, biwêjeka tirkî monoton bi kurdî hatiye gotin û vê wekî kêmasîyekê bi nav dike.

Di lîstika Înfazê da întertextualîte/navdeqîya şanoyê dihat dîtin. Wan sehneyek ji lîstika xwe ya bi navê Penceşêrê di lîstika Înfazê da guncandibû.

Recep Îçen li ser mijara navdeqitîyê wiha beyan dike ku wan xwestîye çarîneyeka şanoyê çêbikin û Penceşêr jî yek ji çarîneyê bûye ku ji ber vê egerê wan xwestîye sehneyek ji wê listikê tê da bi cih bikin. Îçen lê zêde dike û destnîşan dike ku wan xwestîye lîstikeka absurd û dîstopîk pêşkêşê temaşevanên xwe bikin.

Yek ji temaşevanan razîbûna xwe tîne ziman ku lîstikeka baş bû ku wan hevsengîya di navbera femînîzmê û meseleyên civakî da baş zeft kiriye. Lê zêde diike û dîyar dike ku rola femînîstîyê bi awayekî dijwar û tund pêşkêşî temaşevanan nekiriye. Herwiha ew destnîşan dike ku li gorî sahneyan xemgîn bûye û kenîye û beyan dike ku hevsengîyek ji bo hestan jî hebûye.

Di lîstika Înfazê da wan cih daye zûgotinok û gotinên resen ên folklora kurdî jî ku Recep Îçen dibêje: Ji xeynî folklorê tiştek di destê me da nemaye. Îçen lê zêde dike ku ew gotinên folklorîk yên ku wan di lîstika xwe da bi kar anîne, ji wextekî dirêj şûnda lîstik dê bibe muzaxaneyek ji bo parastina wan gotinan.

Em dê dev ji folkorê bernedin, folklor hertim dê di lîstikên me da hebe

Recep Îçen

Yek ji lîstikvanên koma Şaneşîn Performansê Şêrko Janzêm ku di heman demê da rejîya Înfazê jî kiriye derbarê avakirina sehneya Şaneşîn Performans û Înfazê da bo Botan Timisê axivî. Koma Şaneşînê li Jûra Dermansazên Mêrdîn û Şirnexê û Baroya Mêrdînê lîstikên xwe numayîş kirine. Janzêm dîyar dike ku ew cih ne li gorî numayîskirina şanoyê ne û ew neçar mane sehneya xwe bixwe ava bikin. Herwiha ew dîyar dike ku wan ji bo numayîşkirina lîstika xwe serlêdan li Artuklu Kültür Merkezi (AKS) Navenda Çandê ya Artukluyê jî kirine ku ji ber hincet û egerên cuda wan ew dawxwaz red kiriye.

Janzêm destnîşan dike ku wan ji bo avakirina sehneya xwe biletên kombîneyê amadekirine ku bi dahata wê, wan hewil daye sehneya xwe ava bikin. Ew yek ji armancên avakarina wê sehneyê wiha dibîne, ji ber ku li mêrdînê sehneyek alternatîf tunebûye wan xwestîye ava bikin.

Şêrko beyan dike ku ew dê li wê sehneyê çalakîyên curbicur yên wekî nîşandana fîlman, atolyeyan, panel, gotûbêj û rêzesemînerên akademîk jî li dar bixin.

Koma Şaneşînê wekî projeyeka çarîneyê ewil bi Penceşêrê dest pê kiriye ku Înfaz ya duduyan e. Wan ji çarîneyê Penceşêr û Înfaz lîstine û ew dê du lîstik din jî derxin. Janzêm beyan dike ku her lîstikek wan bi awayekî absurd amaje ye bo meseleyên civakî yên çar parçeyên Kurdistanê.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir