Weşanên Darayê ‘VII-X Yüzyıllarda Kürtler (Arap Kaynaklarına Göre)’ çap kir

17/10/2023

Weşanên Darayê berhema VII-X Yüzyıllarda Kürtler (Arap Kaynaklarına Göre) Sedsalên VII-Xan Kurd (Li Gorî Çavkanîyên Ereban) ya Arşak Poladyan çap kir.

Arşak Poladyan yek ji wan kesên ewil e ku wî li ser binekoka kurdan û dîroka wan ya piştî sedsalên Îslamê xebatên cîddî kirine.

Sedsalên VII-Xan Kurd (Li Gorî Çavkanîyên Ereban) beşek ji teza Arşak Poladyan ya masterê ye ku wî wekî kitêb bi zimanê rusî jî çap kiriye.

Di vê kitêbê da, wî li ser agahî û çavkanîyên coxrafya û dîroka ereban ya serdemên kevin xebat kirine ku agahîyên derbarê kurdan da kom û tesnîf kirine.

Wergêra kitêbê ji alîyê Fırat Sözeri ve ji rusî bo kurdî û redaksîyona wê jî ji alîyê Nuri Özçelik ve hatiye kirin.

Beşek ji nivîsara kitêbê:

Çavkanîyên ereban yên IX-XVan ji bo lêkolînên dîroka kurdan yên sedsa VII-Xan cihekî xwe yê giring heye. Em bi tenê, bi xêra van çavkanîyan dikarin derbarê mijarên wekî herêmên kurdan çawa ji alîyê ereban ve hatine fetihkirin, belavbûna îslamîyetê li nav kurdan û rola faktora kurdan di xilafetê da melumatan bi dest dixin. Ji bo lêkolînên dîroka kurdan yên sedsa VII-Xan agahîyên dîroknasên erebî giring in ku bi bîyografîyên nivîskaran û berhemên coxrafyanasan piştrast dibin.

Dojehê çapa duduyan kir

Kitêba nivîskar Receb Dildar ya bi navê Dojeh ku cureyê wê çîrok e çapa xwe ya duduyan kir.

Kitêb ji alîyê weşanxaneya Darayê ve bi bergekî nû dîsa hate çapkirin.

Beşek ji nivîsara Dojehê:

Zindan, mirov dixîne, mirov dirizîne, tu dibî wek qalikekî pûç. Zindan, qada man û nemanê ye. Yan tu yê ji bo qurtek av û parîyek nan, fermanên wan bi cî bînî, yan jî canê te digrin. Îcar can şîrîn e, herkes nikare canê xwe teslîm bike. Ma em hemû ne wisa ne? Ma em hemû nebûne êsîrê canê xwe yê şîrîn? Em çi dikişînin, ji destê canê xwe dikişînin. Li vê derê, navê mêrxasîyê mirin e, mêrxasîyekî din pere nake.

Helbestkar Gulîzer li Darayê ye

Helbestkar Gulîzer bi Çar berhemên xwe li weşanxaneya Darayê ye.

Şevname, Buka Baranê, Kezîyên Jinebî û Sindoqa Dirûnê bi berg û tasarimeka nû ji weşanxaneya Darayê hatine weşandin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan