Ramazan Erçek 65 sal in bi çêkirina sobeyên êzingan û firotina wan ve mijûl e. Sinetkarê sobeyan Erçek wiha got: Berê dema ez dixebitim du sê xebatkarên min hebûn, ji ber ku bazara sobeyan hebû. Lê aniha ez tenê dixebitim û tiştek nemaye êdî, sobe nayêne firotin. Serê sibê da hatime hêj heqê çayê derneketîye.
Hema bibêje zivistan bi nivîbû lê wisa dîyar e ku hêj zivistana Amedê tam nehatîye. Belkî jî yek ji problemên sereke yên zivistanê germa nava malan e ku xelk ji fatureyên gazan yên zêde aciz e.
Digel pêşketina dinyayê û guherîna şert û mercan, destkeftî û îhtîyacên mirovan jî diguherin.
Ez jî dê heta biharê dikana xwe bigirim. Lê berê ne wisa bû, bazar hebû, me ji eskerîyê ra bi sedan sobe çêdikirin. Bi kamyonan me sobe difirotin xelkê.
Ramazan Erçek
Di vê sir û sermayê da hinek bi gazê, hinek bi klîmayan û hinek jî bi sobeyên êzingan malên xwe gerim dikin. Li Amedê, Sûr yek ji wan deran e ku hêj gaza sirûştî nehatîyê û xelk zêdetir sobeyên êzingan an jî yên ceyranê bi kar tîne.
Dema ji ofîsa Botanê, ku carna li gorî dijwarîya keşûhewayî bi klîmayê têra xwe gerim nabe, derketim û ber bi Sûrê, suka şewitî ve meşîyam, min hest bi sermayê kir û fikirîm, çawa hedara bêwar û bêkesan di vê sermayê da, li derva tê.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Sobeyên ku demekê wekî luksekê di malan da cih digirtin aniha bûne malê feqîr û jaran. Li kêm cihan êdî dukêla sobeyê bilind dibe.
Belkî jî ew luks, civata li dor sobeya geş bû ku malbat bi geşbûna sobeyê dikete nav sohbeteka geş ku aniha li kêm cihan tê dîtin belkî.
Ligel kêmbûna sobeyan, ku êdî zêdetir gaza sirûştî tê bikaranîn, sinetkarên sobeyan jî neçar, feqîr û bêzar bûne ji ber ku bazara wê namaye.
Melzemeya ku em ji bo çêkirina sobeyan distînin pareyê xwe dernaxe. Xwedî giravî divê sinetkar qezenc bike, çû qezenc nake tiştekî. Êdî tenê feqîr û jar dikirin.
Ramazan Erçek
Li sûka şewitî rastî sobefiroşekî din hatim ku wî xwarina xwe dixwar, hema bibêje 65 salî bû, bi şertekî dê qebûl bikira roportajê derbarê sobeyan da bide min ku dê bi pere biaxivîya. Got: Jixwe em ji sobeyan kar nakin qet nebe bila wiha pereyek bê destê me.
Hevkarekî wî ligel bû ku wî dîrek dest bi axaftinê kir û got ji bilî çîna jêrîn kes sobeyan nakire, sobe malê feqîr û jaran e.
- Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.
Weşanên dawiyê
- Hevpeyvîn10/09/2024KURTEPIRS: Ali Kemal Çınar
- Rojev29/08/2024MEB: Li dibistanan metoda pirzimanî tê xurtkirin
- Hevpeyvîn23/08/2024KURTEPIRS: Sadiq Ûskan
- Hevpeyvîn21/08/2024KURTEPIRS: Jehrmar