“Beriya ku ez ê derkevime ser sehneyê wek ku min hemû tişt ji bîr kir, ti tişt nehate bîra min, streseke mezin li ser min hebû lê baş bû, şikir, reaksiyoneke gelekî baş çêbû.“
Piştî 16 salan derhêner, senarîst û lîstikvanê naskirî Aram Dildar bi Stand-Upa xwe ya nû Ne Wisa, Ne Jî Wilo, li Beyoğluya Stenbolê derket pêşberî temaşevanan.
Aram Dildarê ku van salên dawî bi kurefilmên xwe yên kurdî (Navnîşan & Hazirîyek Bo Derengmayînê) bi dehan xelat wergirtibûn, berê xwe dîsa daye Stand-Upê.
7ê Adarê, roja pêncşemê Stand-Upa Aram Dildar li Nînova Cafe Taksim saet 21.00an bi hejmareke qelebalix a temaşevanan pêk hat.
Dildarî di despêka performansa xwe de behsa meseleyên bavîtî, jiyana kurdên koçer, bicîhbûna bajêr û trajediyên koçeran kir. Herwiha di berdewamiya stand-upa xwe de wî qala salên xwe yên destpêka şanogeriyê kir; bi tecrûbeyên derhêneriyê, peydakirina fonan û têkiliyên zewacê performansa xwe domand. Stand-Upa Aram Dildar bi ken û bi çepikên haziran bi dawî bû.

“Ez li benda vê rojê bûm”
Piştî bidawîbûna Stand-Upa xwe Aram Dildar derbarê şevbihêrkê de hîssên xwe bi germegerm bi Botan Timesê re parve kir.
Ji ber ku 16 sal in ez derneketim ser sehneyê (helbet di festîvala fîlman de, meriv carna pirs û bersivan dike) lê wek performanseke saetekî ji bo min gelek bi heyecan bû. Beriya ku ez ê derkevime ser sehneyê wek ku min hemû tişt ji bîr kir, ti tişt nehate bîra min, streseke mezin li ser min hebû lê baş bû, şikir, reaksiyoneke gelekî baş çêbû.
Ez li benda vê rojê bûm ku min got heger îro baş derbas bibe ez ê dewam bikim û vî karî bikim. Ez gelek kêfxweş bûm ku reaksiyonên gelek baş hatin, hêvî dikim bigehije her kesî, ez li her derê bilîzim.
Aram Dildar
Herwiha ji teşemaşevanên performansa Ne Wisa, Ne Jî Wiloyê Serhat Güneş (Serhed) û Gülperi Gündüz (Gûlperî) jî derbarê performansa Aram Dildar de hîss û nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Hinekî nerehet bû ango xwe kip dikir lê li gorî 16 sal in derneketiye dikê, ev tişt normal e. Wekî din çîrok û bihevgirêdana mijarên di çîrokan de serkeftî bûn. Di vegotinê de car caran mantiqa tirkî bala min kişand. Bi gelemperî stand-upeke xweş bû û em têra xwe keniyan.
Gülperi Gündüz
Aram Dildar hunermendekî gelek serkeftî û hêja ye, piştî 16 salan derkete ser sehneyê. Bername jî serî heya nizanim çawa qediya, bi dawî bû; bi kelecanek mezin jî me guhdar kir û kêfxweşiyek mezin bû. Bira pîroz be ji bo gelê kurd û hevalên me tev jî, ez bawer im wê derkeve turneyê û bigere, serkeftinê jê re dixwazim.
Serhat Güneş
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.