Botan Internationalê 8 kargeh pêk anîn

Botan Internationalê bi piştgirîya Fona Demokrasîyê ya Ewropayê bi awayekî Online, 27-28-29ê Cotmehê 8 Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk anîn.

Di roja sisîyan ya kargehê da, 29ê Cotmehê Hozan Adar, Kadrî Esen û Murat Bayram mijarên xwe pêşkêş kirin.

Hozan Adar  li ser Edîtorîya Medyaya Civakî, Kadrî Esen li ser Birêveberîya Rojnameyan û Murat Bayram jî li ser Rojnamegerîya Edebî axivî.

Edîtorîya Medyaya Civakî

Di rojnamegerîyê da medyaya civakî roleka xwe ya giring heye. Adar li ser rola hêza medyaya civakî axivî. Ew dibêje ji bo nûçeyên lezgîn platforma herî baş Twîtter e. Ji bo hêsanîya xwegehendina nûçeyan û daneyan Adar beyan kir ku bi rêya lîsteyên twîtterê mirov dikare xwe bigehîne agahîyan. Ew dibêje Facebook ji bo lêkolînê gelek baş e ku daneyên mirov nikare li ser google bi dest bixe mirov dikare bi rêya komên li ser facebookê bi dest bixe.

Instagram platformek e ku ji bo vegotina çîrokên dîtbarî cihekî xwe yê giring heye. Ew destnîşan dike ku ev platform derfetê dide ku rojnameger vîdeoyên kurt û wêneyan parve bikin.

Adar dîyar dike ku bi rêya Linkedinê mirov dikare pisporên qadan peyda bikin ku mirov bikare têkilîyê ligel wan dane. Wî bal kêşa ser wê yekê ku li ser medyaya civakî gelek agahî û nûçeyên sexte/derew hene. Ji bo fahmkirin û piştrastkirina wê yekê çend bername hene. Bo nimûneya piştrastkirina fotoyên sexte û rast FotoFrensics û GooglMaps du malperên hindê ne ku wî denstnîşan kirine.

Hozan Adarî çend kodên Googleyê destnîşankirin ku ew kod di lêkolîn û lêgerînên medyayî da hêsanîyeka mezin çêdikin.

Birêveberîya Rojnameyan

Kadrî Esen li ser gerînendetî, mudîrî û îmtîyazbûnê axivî. Esen karê rojnamegerîyê wekî karê têkoşînê dibîne. Esen beyan dike ku li gorî naverok û karê tê kirin ekîba edîtoryal tê guherîn û berpirsyarîya xebatkaran diguhere. Ew balê dikêşe ser wê yekê ku divê di rojnameyekê da herî kêm 20 kes bixebitin. Esen destnîşan dike ku hemî karên resmî ji hêla xwedîyê îmtîyazê ve têne birêvebirin û çareserkirin. Herwiha ew dibêje hemî karên bazirganî û rojnamegerîyê li ser milê xwedîyê îmtîyazê ne.

Esen dibêje ku gerînendeyê giştî yê weşanê ji hemî karûbarên polîtîkayên weşanê mesûl e. Herwiha ew dîyar dike ku plankirina weşanê û lazimîyên weşanê hemî ji alîyê gerînendeyê weşanê ve têne kirin. Esen dibêje ku ji bo weşaneka biqalîte divê gerînende baldar be li ser şopandina weşana rojnameyê ya bi rojane û heftane. Herwiha ew wisa destnîşan dike ku kêmasî û lazimîyên weşanê divê ji alîyê gerînendeyî ve bêne tespîtkirin ji bo ku bikare mudaxele bike û çareser bike.

Karê nivîskî yê weşanê ji alîyê midurî ve tê kirin ku Esen dibêje ew jî hinekî girêdayî gerînendeyî jî ye. Esen dîyar dike ku biryara hilbijartina nivîsan di peywenda polîtîkayên weşanê da midur nivîsan kontrol dike û diweşîne. Herwiha midur divê baldar be ku nivîs û nûçeya tê hilbijartin ji alîyê qanûnî ve jî rewa be. Midur herwiha mesul e ji dîzayna manşetên rojnameyê. Esen serincê radikêşe ser hindê ku heke pêwîst be midur dikare li ser rewşa xwîneran raportekê pêşkêşî gerînendeyî bike û plansazîyek bê danîn.

Rojnamegerîya Edebî

Murat Bayram dibêje ku rojnamegerîya edebî bi estetîka edebîyatê û bi pîvanên rojnamegerîyê pêk tê. Bayram li ser pîvanên bûn û nebûna rojnamegerîyê sekinî. Ew balê dikêşe ser hindê ku rojnamegerîya edebî bi Daniel Defoe dest pê kirîye.

Bayram yek ji xisusîyetên nûçeçîrokan wisa dibîne ku behsa bûyerekê dike. Herwiha ew dîyar dike ku bi xêra rojnamegerîya edebî bûyerek dikare bo wextekî dirêj li ser pêyan bimîne. Bayram destnîşan dike ku rojnamegerîya edebî bi çend kêlîyên ewil, bi hevoka ewil ya ku balê bikêşe, dest bi çîrok û bûyerê dike.  

Murat Bayram li ser ferq û cudahîya çîrok û nûçeçîrokan wisa dibêje ku rojnamegerîya edebî hewil dide çîrokê bi karakteran pêşkêş bike lê çîrokên edebî karakteran bi çîrokê pêşkêş dike. Herwiha ew dîyar dike ku rojnamegerîya edebî dikare karakteran teswîr bike nikare tiştên teqez bibêje. Bayram rojnamegerî yek ji lehengên çîrokê bi nav dike. Ew balê dikêşe ser hindê ku rojnamegerîya edebî alîgir e lê bi edelat e. Bayram wisa dibîne ku rojnamegerîya edebî şexsî ye ku du rojnameger dikarin bi awayên cuda heman bûyerê vebêjin.

Bayram destnîşsan dike ku di rojnamegerîya edebî da kronolojî ne muhîm e, meqseda bingehîn pêşkêşkirina bûyerê ye. Herwiha ew dibêje teswîrkirin lazim e lê bi qasî ku lazim be, zêdebêjî teswîra esasî ya pêwîst di nav xwe da dikuje.

Kargehên 27ê Cotmehê
Kargehên 28ê Cotmehê

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir