Botan Internationalê sê kargehên cuda pêk anîn

Botan Internationalê sê kargehên cuda pêk anîn
Botan Internationalê sê kargehên cuda pêk anîn
Engin Ölmez

Botan Internationalê bi piştgirîya Fona Demokrasîyê ya Ewropayê bi awayekî Online, Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk anîn.

Di roja duduyan ya kargehê da, 28ê Cotmehê Ferîd Demîrel, Ali Duran Topuz û Sertaç Kayar mijarên xwe pêşkêş kirin.

Ferîd Demîrel li ser Hazirkirina Hevpeyvînan, Ali Duran Topuz li ser Birêveberîya Medyaya Dijîtal û Sertaç Kayar jî li ser Wênegirîya ji bo Nûçeyan axivî.

Hazirkirina Hevpeyvînan

Ferîd Demîrel dibêje ku hevpeyvînan qalibên xwe yên dîyar hene û li ser pirsan têne avakirin. Demîrel destnîşand dike ku karê rojnamegerîyê bi pirsan dest pê dike û ji bo hevpeyvîneka xurt divê pirsên baş hebin. Ew yek ji xalên esasî yên rojnamegerîyê di peywenda hevpeyvînê da hebûna armancekê dibîne.

Demîrel beyan dike ku qalibê hevpeyvînan li gorî platforman diguhere. Ew destnîşan dike ku amadekarîya hevpeyvînan ji çar xalên bingehîn yên wekî, amadekarî, têkilîya bi çavkanîyan ra, pirs, guhdarkirin û şopandinê pêk tên.

Divê senaryoya hevpeyvînê dîyar be. Demîrel dibêje ku divê armanc, delîl, anektod bên bidestxistin, lêkolînek qadî bê kirin û divê derbarê kesê hevpeyvîn ligel tê kirin da agahî bên bidestxistin.

Demîrel dibêje pirsên şaş bersivên baş bi xwe ra nayîne û ji bo hevpeyvînên li ser heman mijarê, divê baldarî lê bê kirin ku hevpeyvîn nekeve dubareyê.

Ferîd Demîrel dîyar dike ku piştî pirs hate kirin divê bi baldarî kesê li hember bê guhdarkirin ji ber ku bi qasî pirsan guhdarkirin û çavdêrîkirin jî giring e.

Birêveberîya Medyaya Dijîtal

Ali Duran Topuz dibêje ku têkilîya raya giştî ligel civakê heye û rojnamegerî divê xwe dûrî dewletê bigire. Topuz dîyar kir ku gelek rêbazên rojnamegerîyê hene ku ew li ser Dûrbûna krîtîk axivî.

Ew dibêje dezgehek çiqas nêzî dewletê be ewqas dûrî karê xwe dimîne û rojnamegerî ya propagandayê ye.

Topuz balê dikêşe ser wê yekê ku hemî sazûmanên sîyasî dixwazin bibin dewlet. Divê dûrbûneka krîtîk di navbera dewlet û rojnamegerîyê da hebe ku ew dibêje divê mirov dev ji vê mesefeyê bernedin.

Ew fonksîyona rêveberîya rojnamegerîyê dibêje ku fonksîyona rojnamegerîyê fonksîyoneka tayînkirî ye û rojnamegerîya dîjîtal her ku diçe diguhere.

Topuz dibêje têkilîya zanîna akademîk û ya enformatîk em bi xwe divê çêbikin.

Ew li ser bidestxistin û xwegihandina agahîyan axivî ku ew dibêje îro çi kes nikare wekî sazûmanên dewletê agahîyan bi dest bixe û enformasyon li ser her kesê dibare.

Topuz li ser zûbûn û giranîya rojnamegerîyê dibêje ku em ê dev ji zûbûnê berdin zûbûna medyaya konvasîyonel ji holê rabûye û em dê tayîna wexta amadekirina nûçeyan jî bifikirin û çêbikin. Herwiha ew behsa merheleyeka nû ya medyayê dike ku divê dev ji zûbûnê berdin û dest bi merheleyeka nû ya agahî û zanistî û giranîyê bikin.

Ew li ser statuya zanînê wisa destnîşan dike ku statuya zanînê guherîye û divê ev guherîn bê zanîn, ne zû lêbelê giran giran sefera zanînê bê kirin.

Topuz dibêje ku sînor piştî medyaya dîjîtal rabûye û divê û sînoran em bi xwe keşf bikin û bimeşin.

Piştî sînorên rojnamegerîyê rabûn her kesê enfarmasyonên xwe vekirin ku ev tişt jî bi dîjîtalîzasyonê hatîye ku Topuz dibêje ji ber vê jî sînorên sînoran em dê danin.

Wênegirîya ji bo Nûçeyan

Sertaç Kayar dibêje ku her ku teknolojî pêş ve diçe mijara wêneyan bo mirovî dibe mijareka kûr û wêne çiqas xurt be nûçe jî ewqas xurt dibe.

Divê mirov li qadê xwedî fikrek be ku Kayar dibêje ji bo ku wêneyên mirovî jî li gorî wê teşeyê xwe bigire.

Kayar dibêje wêne nîşane û kunyeya bûyeran e ji ber ku gelek caran wêne di aqlê mirovî da dimîne şûna bûyeran. Ew vê yekê wekî nîşaneya bandora wêneyan dibîne. Gelek cureyên wêneyan hene ji alîyê naveroka xwe ve ku ew dibêje wêne li gorî mijara wêneyan tê guherîn.

Ligel guherîna qad û bûyerê fikr û wêne jî diguhere ku ew divêje divê mirov xwedî fikrek be ji bo girtina wêneyan. Kayar dibêje wêne rengvedana fikran e û wêne ji wextekî şûnde dibe nasnameya kesekî ku ji wextekî şûnda dema mirov wêneyekî dibîne mirov dikare bibêje ya filankesî ye.

Ew dibêje mirov dikare bi wêneyekî hemî bûyerê vebêje.