Dersa kurdî çima li kolej û dersxaneyan nîne?

  • 15/01/2024
Dersa kurdî çima li kolej û dersxaneyan nîne?
Engin Ölmez Fotoğrafı

Engin Ölmez

15/01/2024

Herçiqas bi awayekî fermî di Rêziknameya Sazîyên Perwerdeya Taybet ya MEBê da astengîyek li ber dayîna dersa kurdî nebe jî kurdî ji ber sebebên cuda yên wekî sîyasî, bazar, taleb û ekonomîk, li kolej û dersxaneyan ji alîyê rêveberîya wan ve nayê tercîhkirin.

Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî, ji sala 2011yan vir ve, li zanîngehên Muş Alparslan, Bîngol û Mardîn Artukluyê vebûye û heta niha ji hezarî zêdetir mezûnên beşa Kurdî hene.

Dersa zimanê kurdî di bin banê MEBê da, ji sala 2012-2013yan heta niha bo polên 5-6-7-8an tê dayîn. Herçiqas bi awayekî fermî tayînên mamosteyan têne kirin jî hejmareka gelek kêm (2-3) kes tayîn dibin ku li gorî rêjeyê û pêdivîyan kêm e.

Îsal jî kampanyaya hilbijartina dersa zimanê kurdî dest pê kirîye ku gelek sazî û kesên pêwendîdar li ser wê mijarê dixebitin. Lêbelê hêj jî ji alîyê MEBê ve teqwîma serlêdanên dersa hilbijartî ya kurdî nehatîye dîyarkirin.

Dersa kurdî tê hilbijartin lê mamoste nayên tayînkirin

Herçiqas xwestek û meyla xwendekaran li ser hilbijartina dersa kurdî hebe jî ders, yan ji alîyê rêveberîya mekteban ve an jî bi awayekî din têne talokkirin ku li gorî rêjeya hilbijartina dersa kurdî tayîn nayêne kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê di sala perwerdeyê ya 2023-2024an da, 20 hezar û 379 xwendekaran dersa Kurmancî û 2 hezar û 607 kesan jî dersa Zazakî ango bi giştî 23 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye.

Herçiqas 23 hezar kesan dersa kurdî (kurmancî-zazakî) hilbijartibe jî par bi giştî 50 tayînên mamosteyên kurdî hatine kirin ku ev yek jî nîşan dide li gorî xwesteka xwendekaran mamoste nehatine tayînkirin.

Digel vê yekê li Amedê çendîn kolej û dersxaneyên taybet yên zimanan hene ku li çi cihan dersa kurdî nayê dayîn. Herçiqas bi awayekî fermî di Rêziknameya Sazîyên Perwerdeya Taybet ya MEBê da astengîyek li ber dayîna dersa kurdî nebe jî kurdî ji ber sebebên cuda yên wekî sîyasî, bazar, taleb û ekonomîk, li kolej û dersxaneyan ji alîyê rêveberîya wan ve nayê tercîhkirin.

Lêkoler û zimanzan Resul Geyik

Resul Geyik lêkoler û zimanzanê kurdî ye ku ew yek ji berpirsên Kursa English Addressê ye. Li Adresê bi 8 zimanan ders têne dayîn. Resul Geyîk derbarê nebûna dersa kurdî li kurs û dersxaneyên taybet da dibêje ku bi awayekî fermî talebek ji xelkê nîne.

Kolej an jî dersxane banga dersa kurdî nakin

Her çiqas Geyikî bal kêşabe ser nebûna talebê jî bi qasî ku me lêkolîn kirîye û agahîyên me bi dest xistine kurs, dersxane an jî kolejekê heta niha banga dayîna dersa kurdî nekirîye an jî reklama wê nekirîye ku haya miletî jê çêbibe û mirov taleba xwe bînin ziman.

Geyik bi giştî van sebaban destnîşan dike ji bo nebûna dersa kurdî li dersxane û kolejan: Xelk pêwistîyê pê nabîne, tirs ji bo xwendekar û kursan (dema kursek derseka zimanî vedike MEBê agahdar dike û MEB programekê amade dike) û rewşa aborî (ji bo hemî kursên zimanî lê ya kurdî ji ber ku bazara wê nîne kes xwe nade ber).

Dewlet naxwaze dersa kurdî bi awayekî formal bê dayîn

Bi awayekî giştî dema mirov li rewşê dinêre dewlet belkî naxwaze, bi awayekî formal dersa kurdî bê dayîn.

Lêkoler û zimanzan Resul Geyik

Geyik wisa dibîne ku xelk dibêje kurdî pere nake, jixwe kurdî li nava malê tê axaftin, dê çi karekî profesyonel bi kurdî pêk neyê û dê di siberoja xwe da bi kar neyîne. Li ser vê gotinê Geyik nimûneya derketina ji welatî nîşan dide ku xelk ji bo ku ji cihekî koçî cihekî din bike ziman yek ji amûrên sereke ye ji bo pêkanîna wê çendê.

Bazara kurdî nîne

Geyik dîsa balê dikêşe ser nebûna taleba dersa kurdî ku ew dibêje sê kesên emrîkî hatine û xwestine dersa kurdî bistînin bo xweîfadekirinê ku wan bi bernameyeka şidîyayî dersa kurdî dîtine. Yanî heke fêrbûna zimanekî tiştekî bi xwe ra neyîne gelek caran dibe sebeb ku ew ziman neyê tercîhkirin û fêrkirin.

Herwiha Geyik pêşketina teknolojî, derfet û guherîna civakê yek ji sebebên nebûna dersa kurdî li dersxane û kolejan dibîne. Ew wekî nimûne balê dikêşe ser wê yekê heke kesek bixwaze dersa kurdî hîn bibe bi rêya înternetê û mamosteyên taybet dikarin hîn bibin ji ber vê yekê jî dibe ku kolej an jî dersxane rewacê nebînin.

Geyik bi salan e lê kêleka nasnameya xwe ya lêkolerî û zimanzanîyê, karê kursên zimanî jî dike ku ew dibêje heta niha tenê 5-6 kesan xwestîye kursa kurdî vekin. Ji ber vê yekê jî rêveberîya kursê pêwîstî pê nedîtîye kursa kurdî vebe.

Şîrove*

%d