Bi Deng Xwendina Metnan

Zimanê Tirkî tenê bi rêya mekanîzmayên asîmîlasyonê kurdan asîmîle nake, rewşa zimanê Kurdî û di lîteraturê de elelusûl bikaranîna Kurdî jî ji serdestîya zimanê Tirkî re zemîn amade dike.

***

Bi deng xwendina metnan ji bo her zimanî muhîm e, lê ji bo zimanê me muhîmtir e. Çimkî meriv dikare bi guhdarîkirinê zimanekî baştir fêr bibe û qabîlîyeta xwe ya xeberdana bi wî zimanî pêş ve bibe. Ji ber ku Kurdî (li Bakur) her roj bi lez ji nav jîyanê vedikişe, bo neslên ciwan û zarokan neqil nabe, lewre bi deng xwendina metnan hem bi awayekî zindî Kurdî qeyd dike, hem jî ji bo kesên ku bixwazin bi guhên xwe jî Kurdî fêr bibin îmkanekî din çêdike. Eger kesek bixwaze bi deng metnek yan xîtabetek gudarî bike û bala xwe bide ser bê hela çi tê gotin, bêyî ku ferq bike, mîna ku di nav hawirdoreka wî zimanî de be, dîksîyon û fonetîka wî zimanî; dengên mexsûsê wî zimanî, melodî û rîtmên vegotina wî zimanî; teqil û îştîyaq û cihên seknê yên qisekirina wî zimanî; qalib û îdyom û gotinên pêşîyan ên di wî zimanî de jixweber diherikin binhişê guhdarî.

Em dikarin bi teşbîhekê jî îzeh bikin ku bi deng xendina metnan li ser merivî tesîreka çawa dike. Mesela, em bibêjin, ji vir bi qasî pêncî sal berê gotinên sitranekê di kovarek yan kitêbekê de hatine weşandin. Îro, dema ku em wan gotinan bixwînin, tenê em ê temaya wê sitranê fêm bikin. Lêbelê eger ew sitran di wextê xwe de bi deng bihata qeydkirin, me dê bikarîya meqam û awaz û melodîya wê jî nas bikira. Û eger me bixwesta, em dikarîbûn ji nuh ve îcra bikin. Bi vî awayî, dê ew sitran heta bi heta zinde bimaya û bijîya. Bi deng xwendina metnan jî wisa ye. Dema ku metnek bi deng qeyd dibe, di eynî demê de ew ziman bi awayekî zindî; bi dîksîyon û fonetîka xwe, bi dengên mexsûsê xwe, bi melodî û rîtmên vegotina xwe, bi teqil û îştîyaq û cihên seknê yên qisekirina xwe jî qeyd dibe. Eger yek guhdarîya wî dengî bike, dema ku bala xwe bide ser bê hela çi tê gotin, bêyî ku hay jê hebe, esas zimanê metnê bi awayekî zinde diherike binhişê wî kesî. Em ji bîr nekin, berîya tiştê ku tê gotin, zimanê ku ew tişt pê hatiye gotin diherike binhişê muxataban.

Di nav xelkê me de bawerîyeka wisa heye, eger xebatek bi Kurdî be, çawa dibe bila be, dibêjin qey ji jîyandin û pêşveçûna Kurdî re xizmetê dike. Ji vê çendê, em bibêjin nivîsek be; kovar, rojname yan kitêb be, eger bi Kurdî be, hêja û pîroz e. Lê na! Qet jî wisa nîne. Çima? Çimkî eger di xebatên Kurdî de ziman baş, fesih û famkirî neyê bikaranîn, eger berhem bi kalîte nebe, îmaja Kurdî dadixîne û li ber çavê kurdan bêqîmet dike. Em ji bîr nekin, berhemên bêkalîte dikin ku ciwanên me, neslên me yên nuh ji zimanê xwe fedî bikin û ji kerema dilê xwe terka zimanê xwe bikin. Ji vê çendê, kesên ku bi Kurdî dinivîsin; kesên ku xebata xwe ya fikrî û hunerî bi Kurdî dikin, kesên ku berhemên xwe yên estetîkî bi Kurdî diafirînin, mecbûr in ku kalîteya xebata xwe jî bilind bigirin. Em kurd, berîya her tiştî, divê di warê ziman û berhemên ku malzemeyê wan ziman e de bi zimanê serdestan re reqabetê bikin. Çimkî zimanê Tirkî tenê bi rêya mekanîzmayên asîmîlasyonê kurdan asîmîle nake, rewşa zimanê Kurdî û di lîteraturê de elelusûl bikaranîna Kurdî jî ji serdestîya zimanê Tirkî re zemîn amade dike.

Di zimanên ku li perwerdeyê nayên bikaranîn de mîna zimanê xeberdanê zimanê nivîsînê jî ji bin tesîra devok û şîveyan ewçend zû dernakeve. Lewre, di her nivîseka Kurdî de tesîra lehna (aksan) herêma nivîskarî heye. Ji alîyê din ve, çawa ku her kesek dengekî xwe yê cihê heye, eynî bi vî awayî, yê her nivîskarek jî zimanekî aîdê xwe heye. Ji vê çendê, bi deng xwendina metnên Kurdî, bo nimûne, nîsbet bi zimanê Tirkî zehmettir e. Çimkî zimanê me yê nivîsînê (yazı dili) hê baş rûneniştîye. Ji vê çendê, em nivîskar divê karê kesên ku metnan dixwînin hêsan bikin. Mesela, ji bo ku metin ji xwendina bi deng re kêrhatî be, ji bo ku metna nivîskarek ji alîyê kesekî din ve rehet were xwendin, divê nivîskar bi xwe berîya ku metna xwe biweşîne çend car bi deng bixwîne. Nivîskarek dema ku metna xwe bi deng bixwîne, eger di cumleyê de seqetîyek hebe, dê ferq bike; dê baştir bibîne ku di cumleyê de teqil diçe ser kîjan peyvê yan komika peyvan û cihê seknê kîder e. Nivîskarek berîya weşandinê, eger metna xwe çend car bi deng bixwîne û pê re jî nivîsa xwe rast bike, dê zimanê wî baştir be. Divê metin xwe bi xwendevanan bide xwendin ne ku xwendevan metnê bixwînin. 

Ziman pêştirîn nirxê neteweyî ye; yanî milet li ser zemîna zimên dibe milet. Ji vê çendê, eger metin baş werin nivîsîn, yanî kalîteya bikaranîna zimanê metnan baş be, paşê bi dengekî baş û bi dîksîyon jî werin xwendin, li ser kesên aîdî wî zimanî tesîreka baş dikin, di çavê ferdên wî miletî de prestîja zimanê wan bilindtir dibe. Lewre Botan Times gelek baş dike ku metnan bi deng jî belav dike. Ev karekî hêja ye. Divê nirxê wî tesdîq bibe û bête teqdîrkirin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir