Musa Anter, di 31emîn salvegara mirina xwe da, li cihê ku lê hatiye qetilkirin, hatiye bibîranîn.
“Musa Anter mîrateya gelê kurd e“
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna bo Botan Timesê dîyar kir ku çapemenîya azad ligel hemî şert û mercên zehmet li ser wê kevneşopîya Musa Anter dewam dike. Metîna, ronakbîrî û bîrdozîya Musa Anterî wekî mîrateya gelê kurd dibîne ku ciwan û rojnamegerên kurd jî wekî peyrevên vê mîrateyê pênase dike. Ew dîyar dike ku Musa Anter ji ber sekn û bîrdozîya xwe hedef hatîye nîşandan. Herwiha Metîna balê dikêşe ser wê yekê ku, ji ber ku rojnamegerên çapemenîya azad li ser wê kevneşopîya Anterî ne wekî hedef têne nîşandan.

Ez jî wekî rojnamegerekê feyza xwe ji wê tekoşîn û mîrateya Musa Anterî digirim
Roza Metîna
Musa Anter, di 31emîn salvegara qetilkirina xwe da, li cihê ku lê hatîye qetilkirin, hate bibîrxistin. Merasîm, ji alîyê Komeleya Rojnamegerên Dicle Fırat (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ve hate amedekirin. Kurê Musa Anterî Dicle Anter, parlementerê Partîya Çepên Kesk (YSP) Ceylan Akça û Mehmet Kamaç, nivîskarê rojnameya Yeni Yaşamê rojnameger Hüseyin Aykol û gelek sazîyên din beşdar bûn.
“Em li vir in, dewam dikin û em dê dewam bikin“

Di yadkirinê da rojnameger Hüseyin Aykol dîyar kir ku, wan piştî qetilkirina Musa Anter rojname derxistine û televîzyonan dest bi weşanê kirine. Akyol dibêje ku me alaya wî bilind kirîye û me nûçegihanîyeka rast kir ji bo ku pirsgirêka kurdan bi çareserîyeka aştîyane biçe serî. Ew balê dikêşe ser wê yekê ku wan soz daye Musa Anterî ku ew alaya wî teslîmî wan kirîye dê her bilind be.
Dicle Anter: Bavo rehet be ji ber ku generalên te yên biçûk hilgirên qelemê te ne

Di yadkirinê da kurê Musa Anterî Dîcle Anter wesîyeta babê xwe bi bîr anî “Bila ciwanên kurd bikin ku ez di gora xwe da rehet razêm.” Ew dîyar dike ku îro jî qelema wî şikandine, lê generalên biçûk yên Musa Anterî ew qelem te’mîr kirine û dewam kirine ku dê ew qelem çi car din neşikê.
“Musa Anter ji bo me li asîmanî wekî stêrkekî dibiriqe“

Parlementerê YSPyê Mehmet Kamaç dîyar kir ku ev bi sedan salan e gelê kurd bi qetlîamê re rûbirû dimîne. Wî dîyar kir ku Musa Anter, ne yê ewil e û dê neyê dawîyê jî be, ew navê berxwedanê ye. Ew balê dikêşe ser wê yekê ku wan aşkera xwe nîşan daye ku bi awayekî hiqûqî faîlên bûyerê bê ciza hiştine. Ew dîyar dike ku, Musa Anter stêrkeka li asîman e ku ew stêrk rêya berxwedana wan ronî dike. Ew rêya Musa Anterî jî wekî rêya berxwedanê bi nav dike.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.