Bermayiyên demê: Eskici

Atmosfera mekanî bivê-nevê ji te hinekê sikûnet, hinekê wefa, hinekê nermbûnê dixwaze. Li ser vê yekê, kesên ku bi aweyekî mêrane tizbî dikêşin yan tebî’eta wan teng û hişk, tehdîtkar xuya dikin, nayên vê derê. Bêjingeke veşartî heye li ber derî. Kesên jê neborin nikarin werin vê derê.

***

Li Wanê ji sala 2013an ve kafeyeke bi navê Eskici heye ku hem bi dekora xwe, hem bi çaya xwe ya baş hem jî bi xwediyê xwe cihekî nasyar û navdar e.

Tişt/obje bi nerîneke nû, bi feraseteke deredetî li ser konsepteke tebi’î hatine dîzaynkirinli Eskiciyê. Objeyên li vir êdî ji heyatê teqawid bûne; demekê hem bi hebûna xwe hem bi wezîfeya xwe kêrî gelek tiştan dihatin. Buhayekî wan hebû, nav û nîşanên wan kêrhatî û biqîmet bûn. Lê êdî wezîfeya wan temam bûye, gelek ji wan hatine jibîrkirin.

Eskici

Obje kengî dimirin?

Mirov dikare bibêje ku wezîfeya tiştan bi du awayan diqede: Yek, bi rêya şikandin, xirabûn yan jî kevinbûnê; yanî bi giştî ew êdî nikarin wezîfeya xwe pêk bînin. Ev yek ji rêzê ye û ji bo her tiştî derbasdar e. Ya din jî teqawidbûna wan ya ji heyat û jiyanê ye. Yanî, betalbûna fonksiyona wan û têkçûna sîstema wan ya ku wan wextekî di nav de teşe û wate digirt. Ser meselê, soleke naylon ya ku piçekê ji goreyan çêtir bû, tenekeyên rûnê Viteyê, teşiya hiriyê, radyoyên ku zor û zehmet sînyal dikêşin hwd. êdî ew kêr nayên. Ew yan teqawid bûne yan jî hindek tiştên nû ketine şûna wan ku heman karî hem ji wan baştir û hem jî zûtir dikin. Şexsen ez bi xwe jî ev demeke dirêj e van tiştan kom dikim.

Nasîna min li gel Eskici

Tesadûfen beriya pênc salan ez û kafeya Eskiciyê rastî hav hatin. Çawa min li kafeyê ev dekor û ev tişt  dîtin,  nişkegav hestiyariyek li min hasil bû. Min nezanî ez dê pêşî li kîjanê binêrim û bi kîjanê re bi çi zimanî bipeyivim, lewre mirovî digot qey ne li gorî rêz û esasekê, lê li ser “bêasasiyekê” hatibûn binecihkirin. Di nav geremola tiştan de, li hember tîrên hafizeyê li ser darkursiyekê wisa şaş mam û bi saetan min li wan tişt û objeyan nihêrî. Piştî qasekê ev obje li ber çavên min wek birîndarên ji sengera şerekî dijwar hatibûn komkirin xuya kirin. Ev birîndar -obje- diqêriyan. Li erdê, bi dîwaran ve, li ser masayên li ber dergehê malê, bi dehan obje an birîndar hebûn. Ji van nexweş an birîndaran -ya milê wê şikestî, ya bişkoka wê ketî, ya derizî hwd- pistepistek dihat û ji wan êş dinizilî. Min nezanî ka ez ê çawa bigehim hewara wan. Lê weke her nêrînên ewil, di nezer û fikra min de kêmasiyek hebû.

Goşeyek ji goşeyên Eskiciyê

Ev obje ji hev pir cûda bûn. Mirovî digot ka gelo ew çawa bi hev dikin? Her yek ji wan karmendên karên dûrî hev bûn; dem û rabirdûya ku jê dihatin jî ne yek bû. Hin ji wan amûrên kîleran, hin yên cotkariyê, hin yên zir’etê hin jî yên xemlên malan bûn. Loma di çavpêketina ewil de dibûn sedama aloziyê û di wê geremolê de kaoseke piçûk di serê mirovan de çêdikir.

Piştî heyameke dirêj, cara caran ez dîsa çûm wê kafeyê û ez bûme midawimê wê derê. Çunkî, hem çaya wan û hem jî qehweya wan ya tirkî pir çêjbexş bû, û mêhvan û mişteriyên wê derê hinekê bijare bûn. Kesên xwende, sînemager, nivîskar hwd. dihatin. Hêja ye bê gotin ku muzîkên kafeyê jî teqabûlî asteka bilind dikirin. Min hêdî hêdî konsept an rehên veşartî yên di navbera wan de keşif kir. Geremol û kaos belav bû. Min ji ziman û daxwaza wan hinekî fêhm kir. Konsept an konteksta wan, destketin û teqawidbûna wan ya ji demê bû. Ew çerxa demê ya dijwar ew dirûtibûn, hûr kiribûn û avêtibûn pişt guhên xwe. Ev obje -bêjing, solên berê, teşî, radyo, qutiyên salçeyê- bermayên demê û jiyaneke winda bûn. Qedera wan ser tayê jibîrkirinê hatibû girêdan û êdî bûbûn dost û hevalbendên hev. Weke kalemêrên xulqteng yên ku êdî li hêviya mirinê ne, li qehwexaneyekê, li ser bêdengiyê dihatin cem hev. Van objeyan jî halê xwe yê berbiçav, sînorên xwe yên tûj dabûn aliyekî û li cem hev li ser textê fanîbûnê rûniştibûn. Belê, ev kafe cihê bermayên demê bû.

Mikaîl

Bi tirkî jê re gotibûn Eskici. Ev peyv têra xwe xwedî rehmet û şewqetê ye ku hem li navê kafeyê hem jî li xwediyê wê Mikaîl dihat.

Mikaîl Haskanlı bilûrê dijene (destê çepê)

Mikaîl (Haskanlı) ne ji bo tiştekî din, bi min rasterast ji van tiştan hez dikir û ruh û giyanê xwe di van tiştan de didît.  Wer nebûya sibê heya êvarê ev nebat, kulîlk, darên muştemîleta vê derê bi tena serê xwe av nedidan, bi çewalan ax nedikêşa, qutiyên salçeyê û yên rûnî nedikir guldank bo gul û kulîlkan. Mikaîl ku bi min ev der bêyî wî bêwate ye, konsepteke din jî ava kiribû.  Hewil daye ku van objeyan bide axaftin an zimanekî nû diyarî wan bike. Di soleke cizlawêt/hoto de kulîlk çandibûn. Li ser hêlîna kevokan -ku bi destê xwe çêkiribû- “Rektörlük” (rektorî -rêvebiriya zanîngehan) li ciheke din “Kredi Yurtlar Kurumu” (wargehên xwendekaran) dinivîsî. Bi nezera min, bi van nivîs û navlêkirinên nû û seyr hem rabûrdiya nesneyan, hem jî ya mişteriyên vê derê li hev dialiya. Di navbera her du hafizeyan de pirek dihate avakirin. Lewre mişteriyên ku emrê wan ji sihî borîne, bi van amûrên bavûkalan û bi yên zarokaniya wan, bi bîranînên xwe yên xortaniyê, emrê çûyî cardin didan berhev û di serê xwe de baxçeyeke nostaljîk ava dikirin.  

Ji ber vê atmosfer û konsepta xwe, mirov çiqas şad û keyfxweş bin jî, bi daxilbûna Eskiciyê xemgînîyek jî li dilê mirovan hasil dibe. Mirov bivê-nevê diçe ser bîranînan, loma hinekê bêdengî, hinekê aramî û hinekê vegera li xwe, li ruhê mirov diale. Axaftina zêde, dengê bilind, çeqeçeq li vî mekanî nayê loma. Atmosfera mekanî bivê-nevê ji te hinekê sikûnet, hinekê wefa, hinekê nermbûnê dixwaze. Li ser vê yekê, kesên ku bi aweyekî mêrane tizbî dikêşin yan tebî’eta wan teng û hişk, tehdîtkar xuya dikin, nayên vê derê. Bêjingeke veşartî heye li ber derî. Kesên jê neborin nikarin werin vê derê. Çi ne ev yek? Bi min yekemîn hebûna tecrubeya Mikailê ku dizane dê kî bigire û kî biqewirîne. Ya din muzîka mekanî ye ku pir astbilind û bijare ye. Kesên ku ji van muzîkan hez nakin nayên vê derê.

Şeva helbestan a Hozanên Mirî (Ölü Ozanlar Şiir Gecesi)

Li Eskiciyê edeteke balkêş heye ku her pêncşeman şeva xwendina helbestan tê lidarxistin. Navê şevê “Ölü Ozanlar Şiir Gecesi” ye. Hem bi navê xwe hem bi konsepta xwe ya balkêş şeveke taybet e. Lewre her kî çi bixwaze dikare li ser dikê bixwîne, çi helbestên xwe û çi jî helbestên helbestakrên din. Ev yek bi min giran, hinekê jî melankolîk tê. Lê ev lîrîzm û ev klîşeyên helbestan pir li mekan û objeyan tê.

Ew kesên bargiran -mişterî- bi xeyal û bîranînên xwe yên şikestî bi objeyên jidestketî re aheng û kafiyeyekê çêdikin. Loma aheng û kafîyeya di helbestên wan de tişta herî serekî ye. Wek tê zanîn kafiye wekheviya dengên dawiya risteyan in; eger du deng, wek hev du bin kafiyeya kamil pêk tê. Em dikarin bibêjin ku mirovên tebî’et-lîrîk yan jî romantîk (dengek), obje (dengê duyem) û mekan bi xwe (dengê sêyem) kafiyeyeke dewlemend çêdikin. Lê belê ev helbest wiha naqede, xwediyê kafeyê Mikaîl, redîfa vê helbestê ye. Bi dijûnên xwe yên seyr û ecêb, bi anonsên xwe yên îkonîk (“Eskici, Eskici…cihê çaya nexweş û muzîka berbad”), bi jest mîmîkên xwe yên balkêş û bi helwesta xwe ya biîstiqrar redîfek e ji bo vê helbesta bi navê Eskici.

Belê, ev şibadin ne ji ber nêrîna lîrîzmeke jihevdeketî ye da ku xwe dispêre hêmayeke rizî (şiir misali – wekî şi’ran) û betilî; rasterast li vê derê tê, loma ez wek helbestekê bi nav dikim. Helbesta demên winda, gotinên dubare, rûtînên daîmî, bîranînên şikestî, wefa û mikurhatina demên berê ye. Belkî kurt û kurmancî ev helbest helbesta windabûn û fanîbûna her tiştî ye ku dibêje rojekê hûn dê tevde wek van objeyan bêkêr bin, winda bin û herin.

Axirî, hûn ya min bikin, heke rojek ji rojan rêya we li Wanê ket, berê xwe bidin Eskiciyê.

Gava hûn bi derenceyan re hilkişiyan û çavê we bi nivîsên li ser dîwaran, posterên kevn ên fîlman, sindoqa kevin a bûkan ket, baş bizanin ku hûn ketine korîdora dem û dewran û zemaneke dûr û cûda. Piştî korîdorê hûn dê li ser darmaseyekê zêde narehet rûnin ku li hember we guldankek heye ku ji qûtiya salçeyê hatiyê çêkirin…  Bi sebr û hedar li benda çaya xwe bin. Ew obje, ew poster, ew nivîs dê ji we re helbesta xwe bibêjin. Ew helbesta fanîbûn û ebediyetê. Nav, nîşan û wezîfe her çi be, her tişt di nav heman qab û qalikê de dihele û tê hêran û dîsa dibe heman tişt. Ne tu nû yî, ne jî yên din. Hemî tişt û her kes li hember mirinê û li hember zemanî wekî misqaleke tozê ye.

Ev xemgînî jî ji baran û toza salan e, loma tu meseya li ber xwe paqij nekî jî dibe.