Tirkîyeyê du erdhejên mezin û bibandor li pey xwe hişint. Li gelek bajaran erdhêjên biçûk hêj berdewam dikin. Bajarên kurdan jî ji erdhêjê gelek zerer dîtin.
Piştî erdhêjên ku li 11 bajaran bûn sedema mirina 50783 kesan, ji bo erdhêjên nû gelo tedbîr tên girtin? Li bajarên kurdan rewş çawa ye? Rayedar çi dikin û divê amadekarîyeka çawa bê kirin?
Ji zanîngeha Dîcleyê endezyarê avahîsazîyê Prof. Dr. İdris Bedirhanoğlu dibêje; “Avahîyên me ji bo erdhêjeka nû ne hazir in. Di erdhêjên biçûk da bi hezaran avahîyên zererdîtî dê biherifin.”

“Di erdhêjên biçûk da bi hezaran avahîyên zererdîtî dê biherifin”
Di lêkolînên xwe da jî me dît ku avahîyên li herêma me ji bo erdhêjeka nû ne sexlem û ne hazir in. 3 sedemên vê tiştê hene:
1) Sîstema barhilgirtînê ya avahîyekê, ji stûn û dîwarên betonarmeyê pêk tên. Di avahîyên ku zererdîtî da mezinahî û jimara wan stûnan kêm in û divê em zêdetir stûn û bi taybet dîwarên perdeyên betonî bikar bînin.
2) Herwiha di wan avahîyan da bikaranîna kêm ya malzemeya betonê, kêmasîye etrîyeyê, hesinên zirav ên pevgirêdanê, lihevsiwarbûna hesinên zirav, bikaranîna betona kêm hwd.
3- Ya seyemîn jî ew e ku kêmasîya dorpêçkirina betonê ye, karnekirina pêkve ya hesin û betonê ye. Eger em van tiştan sererast nekin, ji ber erdhêjên biçûk jî bi hezaran avahîyên xisardîtî dibe ku biherifin.
Prof. Dr. İdris Bedirhanoğlu
“Avahîyên me ji bo erdhêjeka nû ne amade ne”
Em dikarin bibêjin ku avahîyên me ji bo erdhêjeka nû ne amade ne. Em hemû jî dizanin ku erdhêjeka li kîjan bajarî çêbibe dê avahîyên me jî xira bibe û welatîyên me jî jiyana xwe ji dest bidin.
Tenê em dikarin vê bibêjin ku avahîyên me yên ku piştî sala 2000an hatine çêkirin gelemperî rewşa wan baştir in. Ji ber ku di wê salê da zagona ‘Kontrolkirina avahiyê û nûjenkirina bajarî’ derketiye. Lê dîsa jî em nikarin ji bo hemû avahîyên piştî wê dîrokê hatine çêkirin bibêjin ‘baş in’ û dê di erdhêjekê da xisarê nebînin. Di lêkolînên xwe da me jî dît ku avahîyên ku berîya 2000î hatine çêkirin hema bêje ji sedî 90 ji wan gelek xirab in. Yên piştî wan hatine çêkirin baştir in.
Prof. Dr. İdris Bedirhanoğlu
“Divê du pêngavên bi lez û bez bên avêtin”
Prof. Dr. İdris Bedirhanoğlu li ser giringîya rêveberîya herêmî radiweste û dibêje;
Ji bo amadekariya erdhêjê wekî gava yekemîn divê şaredarî û rêveberîya bajêr ji bo avahîyên xirab bi hev ra tevbigerin û komeke ji endezyaran pêk tê hemû avahîyan kontrol bikin. Piştre divê yan ew avahî bên xirabkirin an jî divê alîkarî bidin xelkê ku xelk bikaribin li dijî erdhêjê avahîyên xwe bi xwe saxlemtir bikin.
Prof. Dr. İdris Bedirhanoğlu
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandibû ku ji ber erdhêjên 6ê Sibatê 11 bajar wêran bûn. Zêdetirî 100 milyar dolar zerer daye Tirkîyeyê.
Li bakurê Kurdistanê jî zerera herî zêde li bajarê Semsûrê çêbû.
Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyipp Erdoğanî jî wê demê kemasîya hikûmeta xwe qebûl kiribû û gotibû,
“Ji ber şert û mercên neyînî roja ewil me nekarî li em Semsûrê bi lez û bez bixebitin. Ez ji bo vê ji we helalî dixwazim”
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.