Bakteriyên mîkrobîotayê, mahdê me yê xwarinê birêkûpêk dikin û pergala parastina laşî sererast dikin. Bandora van bakteriyan heta li ser rewşa me ya derûnî jî heye.
Pergala herî giring ya laşî, pergala mihandinê ye (digestivesystem). Mihandin, ji devî dest pê dike. Piştî cûtin, parçekirin û daqurtandinê xwarin dadikeve mîdeyî. Di nava mideyî de bi asîda mîdeyî re ew xwarin li hev digere û wekî pelûlî lê tê. Em dikarin vî halê pelûlî bişîbînin şorbeyeke tîr.
Paşê, ji mîdeyî derbasî rovîyê biçûk (small intestine) dibe. Di roviyê biçûk de ji hêla hin enzîm û şileyên mihandinê ve (enyzmeand liquid of digestive) dibin parçeyên piçûktir. Ev parçeyên biçûktir wekî karbonhîdrat, proteîn, vîtamîn, mîneral û hwd. têne penasekirin. Parçeyên xwarinê yên biçûktirîn (macro and micro nutrient) bi vî halî derbasî xwînê; yanî pergala dewirîna xwînê (u7yhycirculation system) dibin. Ji xwînê jî li gorî pêwistiyê belav dibin. Di vê asta mihandinê de madeyên beravêtinê dimînin. Ev madeyên beravêtinê ku nehatine serifandin an jî mihandin derbasî rûviyê mezin dibin û ji wir jî tên avêtin. Ev kurteya çîroka mihandinê ye. Di vê çîrokê de rola roviyan mezin e. Ji ber ku rovî zewadan (nutrients) li gorî karbonhîdrat, protein, vîtamîn, mineral û hwd. ji hev vediqetînin û digihînin xwînê. Herwiha tiştên beravêtinê, ku ji bo laşî ne lazim in; derdixin derve. Girîngiya roviyan bi pergala mihandinê naqede. Şanikên parastinê bi piranî di roviyan de cih digirin. Em dikarin bibêjin ku laşê me, ji hêla roviyan ve tê parastin. Bi gotineke zelaltir pergala parastina laşî, bi tendurîstiya mîcrobîotayê re, ango bi tendurîstiya floraya roviyan ve girêdayî ye.

Mijara mîkrobîotayê, di van 15 salên dawî de bûye navenda lêkolînên zanistî. Van lêkolînan, ji bo siheta mirovan perspektîfên nû danîne holê. Mîkrobîota ji bo devera komên mîkroorganîzmayan (bakterî, vîrus, fungî, parazît û hwd) lê dijîn, tê bikaranîn. Komên mîkroorganîzmayan li ku bin; ew der mîkrobîotayek e. Mîkrobîota, li gorî cihê ku mikroorganîzma lê dijîn tê pênase û binavkirin. Wekî mînak, mîkrobiotaya rovîyan, mîkrobîotaya çermê, mîkrobîotaya pişikê, mîkrobîotaya devî û hwd. Helbet mîkrobîota bi laşê zindiyan re jî ne sînordar e. Axa guldankekî, piyaleyeke avê, binê kevirekî heta fêkiyekî kufikgirtî jî dibe mîkrobîotayek.
Di pergala mihandinê de bi trîlyonan mîkroorganîzma hene. Nêzî temama van mîkroorganîzmayan, di mîkrobîotaya roviyan de cih digirin. Di nav mîkroorganîzmayên mîkrobîotaya roviyan de bakterî serdest in. Mihandina xwarinê jî, karê bakteriyan e.
Wekî din bakteriyên mîkrobîotayê, mahdê me yê xwarinê birêkûpêk dikin û pergala parastina laşî sererast dikin. Bandora van bakteriyan heta li ser rewşa me ya derûnî jî heye.
Pergala mihandinê hebûna xwe dispêre mîkroorganîzmayên mîkrobîotayê. Helbet mihandin ji devî û bi xwarin û vexwarinê dest pê dike. Pêwistiya laşê me bi karbonhîdrat, protein, vîtamîn, mineral û hwd. heye û bi vî awayî xwe digihîne laşê me. Lê wekî mînak hindek vîtamînên wekî vîtamîna Kyê û folatê jî di mîkrobîotayê de ji hêla bakteriyan va têne afirandin. Bakteriyên ku vîtamîna Kyê û folatê diafirînin; bakteriyên baş in. Lê hemî bakterîyên din mîkrobiotaya rovîyan de baş û bi kêrhatî nînin. Di vê çarçoveyê de bakteriyên mîkrobiyotayê dibine du beş: bakteriyên baş û kêrhatî; bakteriyên xirab û ziyanker. Em ji bakteriyên baş re dibêjin probîotîk; ji yên xirab re jî pathojen.

Bakteriyên baş; ango probîotîk, bakteriyên ziyanker ji holê radikin. Vîtamîna K û folatê jî dîsa bakteriyên baş çêdikin. Dema ku bakteriyên ziyanker zêde dibin rê li ber hin nexweşiyan jî vedikin. Înflamasyon(enfeksîyon), obezîte, qanser, diyabet û nexweşiyên derûnî tenê çend nimûne ne. Ji ber vê yekê pêwîst e, bakteriyên baş zêdetir bin.
Gelo divê em çi bikin ji bo vê?
Bakteriyên baş jî (probîotîk), yên ziyanker jî (pathogen); mîkroorganîzmayên zindî ne. Di xwezayê de pêdiviya hemû zindiyan bi xwedîbûnê/xwexweyîkirinê heye. Helbet ev bakterî jî bi şiklekî xwedî dibin. Lê xwedîbûna bakteriyên baş û xerab ne bi heman zewadan e. Wekî mînak yek ji zewadên probîotîkan lîf e (fiber) ku di sebze û fêkiyan de tê dîtin. Dema ku em sebze û fêkiyan dixwin; em bakteriyên baş ên di roviyên xwe de xwedî dikin. Em wan xurt dikin û alîkariya wan dikin. Bi vî awayî bakteriyên baş mezin, zêde û bihêztir dibin.Yek ji zewadên bakteriyên ziyanker jî şekir e. Helbet şekirê fêkiyan ne lê ye. Bakteriyên ziyanker ji şekirê çêkirî hez dikin. Dema em tiştên şekir tê de ne dixwin, em kêfa bakteriyên ziyanker tînin. Di navbera van her du koman de her tim têkoşîneke serdestiyê heye. Xwarin û vexwarinên me serfiraziya di vî şerî de diyar dikin.
Çavkanî
World J Gastroenterol,2015 Aug 7;21(29):8787-803, doi: 10.3748/wjg.v21.i29.8787.
Chin Med J (Engl), 2019 Jul 5;132(13):16101614,doi:10.1097/CM9.0000000000000290.
https://www.gutmicrobiotaforhealth.com/
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.