Ayşe Karacadagê 5emîn pêşangeha xwe ya wêneyan li Qesra Zerzevanê, li Amedê vekir.
Karacadag di vê pêşangeha xwe da mijarên wekî dîrok, çand û mîtolojîya kurdan, bi wêneyên xwe pêşkêşî hunerhezan dike.
Ew bi qelema xwe jîyana jinên kurd û çîrokên mîtolojîk yên kurdan, bi perspektîf û şiroveyaka nû xêz dike.
Pêşangeha li Qesra Zerzevanê, ji 20 tabloyên Ayşe Karacadagê pêk tê.
Ayşe Karacadağ mamosteya rismê ye. Ev sê sal in ew bi profesyonelî karê wênesazîyê dike. Gelek kes jê ra peyaman dişînin ku ew nikarin karê wênesazîyê bikin. Ji ber vê yekê jî ew dixwaze çîroka destpêkirina wênasazîya xwe parve bike.
Ew li wargehên zaningehan ên dewletê mezin bûye û dîyar dike ku gelek problem li wir bi serî hatine. Ew ji wargehê hatîye avêtin û ew li parkan çend rojan jîyaye ku ew beyan dike li wir jî hunera xwe îcra kirîye û wêneyên xwe xêz kirine. Ev yek ji ber hindê kirîye, li ber xwe daye ku beşa rismê bi dest bixe. Digel ku aborîya wê nebaş jî bûye wê dev ji wênesazî û hunerê bernedaye ku dibêje: “Bêperetî û bêkesî ne asteng e ji bo hunerê. Huner di nav tunebûnê da tê afirandin. Di hundirê vê axê û dîrokê da huner heye”.
Potansîyela wênesazîyê ya Amedê dibîne, divê malbat û derdor ji bo kesên dixwazin karê wênesazîyê îcra bikin nebe asteng ku dibêje: “Tiştek ne asteng e li ser daxwazî û arezûya we ya xêzkirinê”
Di wênesazîya xwe da wê zêdetir bala xwe daye dîrok û mîtolojîyê û lêkolîn li ser kirîye ku ew dibêje: “Di vê jîyanê da her kes ji xwe ra li wateyekê digere, wateya min jî li ser hunerê bû. Wate di dîrok û mîtolojîyê da veşartîye”.
Wê xebatên qadî kirine, ew li pey deq, motîf û sembolan çûye ku di vê lêgerîna xwe ya qadî da rastî gelek motîfan tê û gelek wateyên wan dîtine ku dibêje: “Armanca min ew e ku ez bi hunerê dîrok û çanda kurdan ji wendabûnê xelas bikim, derxim holê û hunera min bibe çirayek”.
Ew li ser pîrebokê ligel 300 kesan diaxive û digihije wê encamê ku ew berî du nifşan jî ew di nav kurdan da hebûye. Wê li ser pîrebok, şahmeran û girê mirazan gelek wêne xêzkirine ku ew dibêje: “Bi rih, hiş û şiroveyên xwe xêz dikim. Ew motîfên min xêz kirine hemî orjînal û taybet in. Ez bixwe gerîyame, min ew atmosfera wan motîfan dîtîye û ew wisa xêz kirine. Ez bi çavê xwe nebînim ez nikarim xêz bikim çunkî mijar, motîf, tablo û reng dema têne ba hev huner tê afirandin.
Wê li Enqere, Stenbol û Riha jî pêşangeh vekirine lê ew dîyar dike ku bi qasî ya Amedê eleqa nedîtîye û dibêje: “Ji hêla motîf, reng û mijarên xwe ve aîdê wan deran nebû, aîdê Amedê ye”
Pêşangeha li Amedê 30 Îlonê diqede lê ji ber ku eleqeya pêşangehê zêde bûye ew dîyar dike ku belkî hefteyeka din jî dirêj bike.