Li Paş Çavên Girtî: Rêwîtiyek ji Xewnên Pêxemberan Heya Pêvajoyên Kognîtîv

09/07/2023
Xewna Abraham

Di kûrahiya bêdengiya şevê de, li pişt çavên girtî, cîhanek zindî dibe. Ev cîhan ji qayîdeyên rastiyan azad e û ji hêla binhişê me (unconscious mind) ve tê rêvebirin. Li vir, em xewnan dibînin ku  derbirrînên tevilhev ên ku daxwaz, tirs û serpêhatiyên me yên kûr nîşan didin. Xewn, hema hema di her serdemê de bal û meraqa mirovan kêşaye û xewnan îlham bexşî mutefikir, zanyar, fîlozof û hunermendan kiriye. Di vê nivîsarê de, ez ê ji xewnên pêxemberan yên biheybet ên ku ji hêla bav û kalên me ve hatine pîrozkirin dest pê bikim, ramanên Freud û Jung raçav bikim û bigihîjim neurozaniya nûjen. Armanca min ew e ku li dû bikevim ka zanyariyên me yên xewnan bi demê re çawa pêş ketine.

Ji destpêka şaristaniyê ve, xewnan di hişmendiya mirovan de cihekî bingehîn girtiye. Çandên kevnar pir caran xewn, wekî peyamên îlahî yan jî wekî portalên sersirûşt (supernatural) dîtine. Misiriyan bawer dikirin ku xewn rasterast peyamên Xwedê ne. Di heman demê de ji bo feylesofên yewnanî yên mîna Herakleitos jî, xewn wekî rastiyeke alternatîf didît ku ji hêla giyanî ve hatiye tecrûbekirin (Krippner & Billy, 2012). Di kitêbên pîroz yên wekî Qur’an û Încîlê de tê nivîsîn ku jêhatîbûna li ser şîrovekirina xewnan ya Yûsiv Pêxember, hem ji bo wî û kesên din rêberî dikir, hem jî di biryardanên krîtîk de dibû alîkar. Li aliyê din ê dinyayê, gelê çînî yê kevnar xewn wekî deriyekî didîtin ku ev li alema miriyan vedibe. Li gel geşedan û pêşketina şaristaniyan, şirovekirina xewnan jî guherî.

Feylesofên Serdema Roşinbîrîyê (Enlightenment Era) yên wekî René Descartes û John Locke derbarê wateya xewnan de fikr û nêrînên cuda hebûn. Descartes îdia dikir ku em nikarin rastî û xewnan ji hev cuda bikin, ji ber ku dema em xewnan dibînin xewn wekî rastîyê ne. Ber’eksê vê îdiaya Descartes, Locke îdia dikir ku xewn nisbet bi ezmûnên me yên hişyariyê pêbawer nînin, ji ber ku xewn ji hêla hişê me ve ji derveyî kontrola me têne afirandin. Em dibînin ku di Serdema Roşinbîrîyê de xewn bi gelemperî bêqîmet in û wekî tiştên xeyalî, demkî û bêwate hatine qebûlkirin. Lê belê di sedsalên 19 û 20an de, li gel peydabûna zanista derûnnasiyê, bo cîhana balkêş ya xewnan meyl û meraqeke nû dest pê kir.

Signund Freud û Carl Jung

Xebatên bingehîn ên Sigmund Freud û Carl Jung bingeha têgihiştina derûnnasiya nûjen a xewnan danîn. Di sedsala 19an de, fikir û ramanên şoreşger yên Freud ji nû ve diyar kirin ka em dê xewnan çawa şîrove bikin. Pirtûka wî ya bibandor The Interpretation of Dreams (Şîrovekirina Xewnan), destnîşan dike ku xewn rê û kanal in ji bo arezûyên me yên tepeserkir û wekî pirekê ji bo nefsa me ya binhişî xizmetê dikin (Freud, 1899). Di vê çarçoveye em dikarin behsa nimûneya navdar a “arezûya zarokatîyê ya jibîrbûyî” (forgotten childhood wish) ya Freudî bikin. Di mînakekê de Freud, xewna jinekê tehlîl dike, ku ew jinik di xewna xwe da diçe dikana berfeşîran ya ku di zarokatiya xwe da jî diçûyê. Freud destnîşan kir ku berfeşîr di xewna jinikê de sembola arezûyên wê yên pêknehatî yên zarokatiyê ne û di jiyana wê ya navsere de jî arezûya wê ya pêkanîna hestyarî eşkere dike.

Di heman demê de, Carl Jung, her çend di destpêkê de şopînerê Freud be jî, di şîrovekirina xewnan de, ji mamostayê xwe dûr ket. Jung, xewnan ne tenê wekî pencereyeka arezûyên binhişî, lê di heman demê de wekî katalîzatoreke kamilbûna derûnî û xwenasînê didît. Wî, ev pêvajo jî wekî “takekesbûnê” (individuation) bi nav dikir. Bo nimûne, “sîber” (shadow) di derûnnasiya Jungian de, aliyên binhişî yên kesayetiyê temsîl dike û bi giştî di xewnan de sîber bi xwedanê xewnê re di heman zayendê xuya dike. Ger zilamek pir caran xewnekê li ser zilamekî êrîşkar bibîne, dibe ku Jung vê yekê wekî hêrsbûn an hêrsa nêr ya tepesekirî şîrove bike. Li gorî Jung, di asta hişî de pejirandina van hestên tepeserkirî, ji bo pêşkeftina derûnî ya takekesî pirr giring e.

Herçend li ser van fikran guftûgo û minaqeşe hebin jî, di warê psîkoterapiyê de bingeha analîza xewna ya rojane danîne û şîrovekirina xewnan ya kesane tekez kirine.

Bi pêşkeftina neurobiolojî û zanistiya kognîtîvê, zanyariya me ya xewnan kûrtir bû. Xewn di rewşeke bêhnvedana kûr, ya ku tê de mejî hema hema bi qasî şiyarbûnê çalak e; ango di asta xewna liva lez ya çavan (Rapid Eye Movement – REM) de çêdibin (Maquet et al., 2000). Teoriyên nûjen pêşniyaz dikin ku xewn di pêvajoya hestiyarî, konsolodîsyona bîrê û çareserkirina afirîner ya pirsgirêkan de dibe alîkar. Xewn wekî pêkhateyên fonksiyonel û girîng ên jiyana me ya kognîtîv cih digirin.

Bo nimûne, li gorî daneyên lêkolîneke zanîngeha Harvardê, kesên ku derheqê meseleyekê de xewnan bibînin ku berê nedikarîn performanseke baş pêk bînin. Ev kes piştî van xewnan, di heman meseleyê de performansek baştir pêk tînin. Ev lêkolîn dide zanîn ku xewn alikariya bîra me û şiyanên me dike (Wamsley et al., 2010). 

Lê belê, çi naveroka xewnên me diyar dikin?

Xewnên me bi gelemperî ji demên me yên hişyar pêk tên û serpêhatiyên me yên rojane, têkilî, tirs û daxwazên me vedihewîne. Xewn, çîrokan ji çarçoveyên me yên çandî, civakî û takekesî diafirînin û bi gelemperî ji metafor û sembolan pêk tên. Bo mînak, wextê ku mirov xewnekê dibîne derbarê serneketina di îmtîhanekê de yan jî derengmana bo rûdaneke giring, dibe ku ev yek hestên kêmasiyan nîşan bide. Xewneke firînê jî dibe ku daxwaz û arezûya me ya ji bo azadiyê nîşan bide (Barrett, 2017).

Heywanên li tebîetê, ku ew dostên mirovan in, gelo ew jî xewnan dibînin?

Tabloyeke Salvador Dali

Lêkolînên berdest destnîşan dikin ku, heywan jî xewnan dibînin. Lêkolînên li ser mişkan destnîşan dikin ku awayê xebitandina neuronên mejî di dema xewê de dişibe dema hişyariya wan ya li derdora xwe digerin. Ev jî nîşanî me dide ku mişk dikarin li ser reftarên xwe yên rojane xewnan bibînin.(Wilson & McNaughton, 1994).

Wekî ku li jorê hatî destnîşankirin, di hemû wext û çandan de xewnan bandora xwe domandiye. Ji niştecihên Amerîkî (native american) ku xewnan wekî rêberiya giyanî dihesibînin, heya tabloyên surrealîst ên Salvador Dalí û Rene Magritteyî, xewn bûne çavkaniyeke dewlemend a îlham û ramanan.

Îroroj, xewn tesîrê li cîhana teknolojiyê jî dikin. Teknolojiya rastiya virtual dikare ezmûna biafirîne ku mîna xewnan bide hîskirin. Hindek lêkolerên hişê çêkirî (AI) jî hewl didin ku hindek makîneyan biafirînin ku ew makîne dikarin ‘xewn’an’ bibînin. Em nêzî teknolojiyekê dibin ku dikare xewnan tomar bike yan jî parve bike. Ev yek balkêş e; lê belê di heman demê de hindek nakokiyan jî li gel xwe tîne, yên derbarê pirsên wekî ‘gelo em kî ne?’, ‘rastî çi ye?’ û pirsgirêkên mahremiyetê. Em dibînin ku xewn ne tenê rêyek e ku em ramanên xwe yên binhişî bibînin, hemwext ew derbirrîneke raman, çand û mezinbûna me ya hevpar e.

Di encamê de, labîrenta xewnan bi qasî serpêhatiya mirovan bi xwe cihêreng û kûr e. Xewn wekî girêdaneke girîng e, ku me bi dem, cih û celeb/cureyan ve girêdide. Xewn, di navbera hiş û binhiş, hundir û derve û tiştên razber û şênber da pirek in. Xewn, dengbêjên rabirdûya me, awêneya giyanê me û vîzyona paşeroja me ne. Wekî pêşniyaza Freud, em bixwazin di nava binhişê xwe de bigerin; yan wekî pêşniyaz Jung em rêyeke ber bi takekesiyê ve ava bikin yan jî em ruh bidine ber bûyerên rojane, êdî her çi be, xewn parçeyeke giring ya kognîtîv ya  jiyana me ye û belkî her ku em xwe kûrtir berdine nava binyada tevilhev ya xewnan, em dê sirrên hişê xwe bêtir ronî bikin û têgihîştineke mezin a hişmendiya xwe bi dest bixin.

Çavkanî:

  • Barrett, D. (2017). The Committee of Sleep: How Artists, Scientists, and Athletes Use Their Dreams for Creative Problem Solving – and How You Can Too. New York, NY: Crown.
  • Descartes, R. (1641). Meditations on First Philosophy. Latin: Michael Sweeney.
  • Freud, S. (1899). The Interpretation of Dreams. Vienna: Franz Deuticke.
  • Jung, C. G. (1951). Aion: Researches into the Phenomenology of the Self. Zurich: Rascher Verlag.
  • Krippner, S., & Billy, J. (2012). Extraordinary Dreams and How to Work with Them. Albany, NY: State University of New York Press.
  • Locke, J. (1689). An Essay Concerning Human Understanding. London: Eliz. Holt for Thomas Basset.
  • Maquet, P., Péters, J., Aerts, J., Delfiore, G., Degueldre, C., Luxen, A., & Franck, G. (2000). Functional Neuroanatomy of Numan Rapid-eye-movement Sleep and Dreaming. Nature, 383(6596), 163-166.
  • Wamsley, E. J., Tucker, M., Payne, J. D., Benavides, J. A., & Stickgold, R. (2010). Dreaming of a Learning Task Is Associated with Enhanced Sleep-Dependent Memory Consolidation. Current Biology, 20(9), 850-855.
  • Wilson, M. A., & McNaughton, B. L. (1994). Reactivation of Hippocampal Ensemble Memories During Sleep. Science, 265(5172), 676-679.
Weşana berê

Peyvên di dawa dêya min de

Weşana paşê

Pêşangeha Ehmedê Xanî li mala xwe ye!

Te hay ji vê heye?