Pêşangeha Hunermend Taylan Mîntaşî ya “Xanî” dê hola Qesra Îshak Paşayê vebû.
Li pêşangehê derbarê Ehmedê Xaniyî da ji disîplînên cuda yên wekî peyker, wêne, berhemên dîjîtal benda hunzerhezan in.
Hunermend Taylan Mîntaşî, dema berhemên xwe amade kirine ji têgehên “xanî” yan jî “mal” îstîfade kiriye. Ji ber ku “Xanî” hem navê duyem ê Ehmedê Xanî ye hem jî ji bo kurdan stargehek e. Wî li gorî vê hizr û ramanên ew berhemên xwe çêkirine.
Pêşangeh ji hêla Şaredarîya Bazîtê ya Agrîyê ve pêk tê.

Hunermend Taylan Mintaşî demek berê ji Botan Times ra qala Ehmedê Xani û pêşangehê xwe kiribû.
Wexta ez biçûk bûm ev fotograf di dîwarê me -yê mal- da dardayî bû, ji xeynî wî qet fotografek li ser dîwarê me tunebû. Fotografên kal û pîrên min hebûn, wekî din kes tunebû. Wekî mezinê berê yê Kurda ew hebû. Li ser min jî tesîreke zêde çêkiribû. Ji wir jî dinivîse; Ehmedê Xanî, di mejîyê însên da jî dimîne.
Hunermend Taylan Mintaşî