Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

08/01/2025

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di guldankê de), yek ji kevalên Vincent Van Goghî ye ku di sala 1886an de (beriya xwekuştina xwe bi çar salan) li Parîsê çêkiriye û wek şêwaz jî bi ekola post-empresyonîzmê ve hatiye girêdan. Di kevalê de di guldankeke rûstîk de derzîlokeke ku kûlîlk dane, bi boyaxa dohnî hatiye sêwirandin, binekok (background) jî bi rengên dewlemend (sorekî germ û bi tonên axê, ango rengên navdar yên Van Goghî) hatiye ravekirin. Berevajî rengên tarî û gebsoyî yên li binekokê, derzîlok bi spî û keskekî narîn hatiye nexşandin. Gava em li taybetiyên Geraniumê hûr dibin, em dibînin ku –qaşogiravî– kûlîlkeke ‘haşker’ û ‘xemrevîn’ e, di heman demê de wek misk û ember jî, di sivikkirina şayîşên mehikiyê de hatiye bi kar anîn. Qaşogiravî dibêjim lewre, di çîroka Ew balindeya birîndar ku ez im (çîroka duyem a ku nav daye kitêbê jî) a Eta Nehayî de, bi kêrî haşkirina giyanê helbestvana me ya ku mêrkujiyê daye ber çavan, nehatiye, hem jî qet! Fena ku qeyranên heyînê yên Van Goghî derbasî guldanka ku li nîveka serê Kaweyî hûrûxiş dibe, bûbe, em xwe li cî û warekî derîzemên dibînin. Seyr e ya rast, Nehayî, vê derbeya jinişkavî –û girminiyê– wek “teqîna dinyayê” bi lêv dike; “Way ji wê girminiyê ku te digot qey dengê teqîna dinyayê bû di navbera herdû destê min de, girminiya teqîna guldankê bû di serê wî de û perçeyên guldankê tevî xweliyê li çarhêlê belav bû û gula Geranium bi koka xwe ya tênî û hişkbûyî ve kete nav hembêza wî.”(r. 27) Tevî mesela serî û teqînê, Geraniumeke tênî û hişkbûyî… alegoriya ku tirsa heyînê û nêrîna nîhîlîzmê rapêşî me dike; belkî jî bibîrxistineke li ser negirîngiya me ya kozmîk e.

***

Heke em nivîskara ingilîz Mary Anne Lamb (xwîşka Charles Lambî) nehesibînin, ku di sala 1796an de di henga herifîneke demarî de (nervous breakdown) rabibû dayîka xwe dabû ber kêran, di cîhana wêjeyê de helbestkarên (yan jî wêjekarên) ku bûne kujerê mêrê xwe, qewî kêm in. Mêr jî wisa; William S. Burroughsê ji nifşê Beatê, di lîstikekê de hevjîna xwe Joan Vollmerê bi bêhemdî kuştibû. Û Louis Althusser, ramanwerê Marksîst ê binyatger, ew jî, di sala 1980an de hevjîna xwe ya civaknas Hélène Rytmannê xeniqandibû, demeke dirêj ez di bin bandora ‘Gelecek Uzun Sürer’a [1] wî de mabûm; “Min dîsa di dilê xwe de digot Hélène dê nikaribe xwe bikuje. Min di serê xwe de disêwirand û digot me gelek germ û sermaya felekê dîtine; bi dilekî na bi heft dilan ji min hez dikir, wisa girêdayî min bû ku, ne pêkan bû wekî tiştekî bi xwe bike. Lêbelê min nikaribû ji vê yekê arxayîn bim. Paşê rojek ji rojan, rasterê ji min xwest ku wê bikujim, ev bû kula dû mirinê!”[2] Lehenga helbestkar a çîroka Ew balindeya birîndar ku ez im (Payîz, 2002) a Eta Nehayî, Kaweyê mêrê xwe yê endezyar (cîgirê serokê dayîreyekê ye) dikuje. Seba çi? Seba ku Kawe bi tehn û niç xeber dide yan? Seba ku pûte bi helbestkariya wê nake? Mêyîtiya wê pêpes dike? Ma ji Kaweyî hez nake gelo? “Te jê hez dikir?”, “Wê nedizanî çi bersivekê bide. Dibe ku jê hez kiribe, ne ku evîndara wî be. Lê Kawe evîndara wê bû. Ji wan evîndaran ku bi nêrînekê, ne bi dilekî bi hezar dilî dibin evîndar, reng li wan difire û çokên wan dilerize, xew û xwarin lê heram dibin û bi şev û roj, yar li ku be û biçe ku derê, bi dil an jî bi ceste li pey yarê ne.”[3]

Lehenga xeyalî, ango Mestûre Erdelanî jî (Mah Şeref Xanim an jî Mestûre Kurdistanî) matmayî ye [4], paşê li xwe mikur tê, dibêje; “Ez bextewer nekirim Mestûre can. Ji min hez nekir û tenê ji xwe hez kir, lewma jî min kuşt.” [5] “Ez bextewer nekirim”, hinde? Naxêr! Helbestkara me didomîne; “Ne ji ber vê yekê ku derew dikir û ji min hez nedikir, min guldanka mezin di qafê wî de hûr kir û ew kuşt ji ber ku ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir. Ewqasî ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir [6] ku êdî hindik hindik min xwe winda kiribû.” [7] Dîsan jî aqilê min nedibirrî, diviya tiştine din jî hebin, tiştine ku bibû bayîsê mêrkujiyê; “Wext” digot Altuhsser, “tişta ku me bi destê xwe di hundirê mala xwe de afirandibû, aha di van şert û mercên mehpûsî û tenêtiyê de derbas dibû, hin hevalên me ji vê yekê re gotin ‘bêçaretî’, anîn gotin ‘dojeha du kesî’.”[8] Ango şûkirin, mêrkirin; “Min got, ez bi zilamekî wiha re nazewicim.” (r.32), ma Kawe zilamekî çawa bû? “Xortekî bibejnûbal û xweşpoş bû ku hertim çanteyekî samosonet di dest de bû. Wê carekê du caran jî Kawe di kombûnên edebî de dîtibû. Wextê ku diçû hember temaşevan û guhdêran helbest dixwend û xelas dibû, Kawe ji hemûyan mehkemtir jê re çepik lêdixist.” (r.31) Dû re nivîskar hin xisûsiyetên din ên kesayetiyê jî –wek ku em li bendê ne– li Kaweyî bar dike; fena dilpîsî û kumreşiyê; “(…) dema ku fêm kir Kawe dilê xwe lê pîs kiriye, got: dilpîsî bê exlaqiya herî mezin e.” (r.33), jê û pê de berê me dide nava gerîneka kesayetiya Rojhilatî, bîr û baweriya wî ya sincî, nêrîna wî ya li jinê, li zewacê û li laşî, ango li bîyopolîtîkê. Kawe, bi dû pevçinîn û sitemkariyê –piştî şerekî tûreyî, em bibêjin–, destdirêjî lê dike; “Kawe bi bejna wê ve daliqî. Wek mêrekî tênî û hejmekar dest bi alastin û maçkirina wê kir û destê xwe bire bişkokên kirasê wê. Ku ew têgihîşt daxwaza wî çi ye, bixwe û li ser xwe yek bi yek bişkokên kirasê xwe vekir û rût bû. Rût û tazî. Wek meytekê xwe li ber destê wî dirêj kir. Kawe lê aliya, wekî ku xwe kotitekî darê bialîne, kotikekî darê yê hişk û bêruh. Cotbûna li gel dareke hişk û sar û bêruh qet ne xweş bû” (r.39) Rondikên Althusserîdadiwerivin ser tilîpêçiyên Hélèneê, ku tucarî jê re negotibû bê ji ber çi dibû îskeîskên wî, Hélèneêjîtênedigihîşt bê ji ber çi wiha dikir, qey ji bo dilê wê bêhtir neşewitîne wiha tevdigeriya, xwe kerr dikir. “Lewma lê cuda bû, û şermezar û bêhêvî li laşê wê yê ku reş û şîn bibû hûr bû û temaşe kir. Li çavên wê ku çavên jineke serkeftî nebûn, çavên jineke têkçûyî jî nebûn.” (r.39) “Lê çavên Kawe, nêrîn û lêhûrbûnên wî, yên mêrekî têkçûyî û têkşikiyayî bûn.” (r. 39). Mêrekî têkçûyî, mêrekî têkşikiyayî! Althusser bi bîr û boçûnên Spinozayî li kêşeya laş û ruhî hûr û kûr bibû, “laş” digot Spinoza, “xwediyê xwe û hêzekê ye, hêzeke ku em pê nizanin, laş, ‘conatus’a xwe, yan liv û tevgerên ‘virtius’ yan ‘fortitudo’yê çiqasî bi pêş bixwe, ‘mens’a ku (giyan) ruhê wî ye ewçend azad dibe. Kawe dibêje; “Were em xwe rizgar bikin, alîkariya min bike em jiyana xwe ya hevpar rizgar bikin.” (r.39) Jiyaneke dojehîn e jiyana Althusserî, êdî dikare her tişt bi xwe û bi Hélèneê bike, Hélèneê ji Althusserî re dibêje “tu cinawir î!” û dixwaze xwe jê cuda bike, çavên xwe li xanîyekî digerîne. Jixwe hemû tirsa wî ew e ku rojekê bê teriqandin, ango tirsa hemû mêran, reşexewna hemû mêran! “Kawe ne got ku ji çi ditirse. Ji vê yekê ku jina xwe fêm nake? Ji hez û hest û daxwazên wê tê nagihîje? Kawe ji van yekan neditirsiya. Ji vê yekê ditirsiya ku kesên din ji wan hez û hest û daxwazan fêm bikin. Jin beşa veşartî ya herêma mêr bû.” (r. 41)

***

Zireavahiyeke seyr a panoptîk hebû li Viyanayê; Narrenturm, hevaleka min a hunermend ez biribûm wir, di rê de derheqa avahiyê de hinek agahî jî dabûn min; yekem nexweşxane bû ji bo nexweşên derûnî, di sala 1784an de, di dema Qeyser Josephê IIyan de, ji aliyê Isidore Canevaleê hatibû lêkirin ku di demên modern de bibû mûzexaneyeke patolojî-anatomiyê. Ji cenînên duserî bigire heya bi qerqotên ecêb, ji kilox, embriyo, laşê cotikên pevzeliqandî, dest û pê û mejiyan tije bû û li her qatekî, li ser laş û anatomiyê tiştekî din î ku min nedîtibû, derdiket pêşiya min. Nûjdarê ku rêberiya qeflê dikir, kiloxê jinekê –di pêşî de negotibû ku yê jinekê ye– şanî me dabû û ji me xwestibû ku em kuna çargoşe ya ku li nîveka kiloxê bû texmîn bikin wekî bi çi hatiye vekirin. Ji ziyaretvanan çend jin û mêran texmîna xwe gotibûn, belam yek jî rast derneketibû. Dawiyê gotibû ku cerîmeyeke evînê ye, mêrê jinikê dînûhar bûye û bi tefşoyê qeşayê kunek di kiloxê jinikê de vekiriye.

Seba çi?

Seba ku jê dexisiye.

Texmîna min jî ev e, heke wê nekira, dê Kaweyê endezyar helbestvana xwe bikuşta! Dê axa reş bi ser ‘herêma xwe a veşartî’ de wer bikira: “Heta bigre bi şev, dema razanê jî bêyî hîç, ‘wisa neke û nikarim’ekê min xwe siparte azar û êşkenceya seksa li gel wî û Kawe bi mestî û serxweşiya helbesta Nalî, ez di hembêza xwe de diguvaştim. Ew hembêza wekî strînan, destdirêjî û tecawûz bû. Tecrubeya dagirkirina laşê min a tehl û bi êş bû.” (r.44) Çarenûs cihê xwe dîtibû û perde daketibû gotibû Althusser, spêdeya 16ê Mijdarê, di katjimêr 9an de, li ber lingê qeryoleyê laşê Hélèneê dîtibû, ruh jê çûbû.

“Wê tişt negot. Li tabloyê hûr bibû ku Kawe li ser dîwêr û li cihê herî berçav daliqandibû. Li Mestûreyê dinêrî ku li odeyeke koşka mîr rûniştiye û li ber ronahiya çavên xwe yên şûşekî û piçûk, pirtûkekê dixwîne. Di wê rojê de na, lê di rojek ji rojên piştî wê rojê de, Mestûre ne wekî kesayetiyeke hinek çîrokên nû ku ji çarçêweya tabloyê dadikevin nav çîrokê, wekî xatûneke helbestvan ku di demên berê de jiyaye û niha jî di xelwet û tenêtiya jineke din a helbestvan de derdikeve holê, derket.” (r.35)

Belam Mestûre jî, ne jineke bextvekirî ye, di nava wan jinên heramserayê de bextewerî nebûye para wê, ew jî balindeyek ji balindeyên di nav qefesa mîr a zêrîn de ye.


[1] Gelecek Uzun Sürer, Louis Althusser, ji fransî: İsmet Birkan, Weşanên Can, 1996.

[2] Heman berhem, r. 269.

[3] Ew balindeya brîndar ku ez im, Eta Nehayî, r. 31, Avesta, 2022.

[4] Ku dibêje ez mêrkuj im, Mestûre lêva xwe gez dike û bijangên xwe kom dike û bi mirûzekî pê dide fêmkirin ku wisa nebêje. (Ew balindeya brîndar ku ez im, Eta Nehayî, r. 27, Avesta, 2022)

[5] Heman berhem, r. 32.

[6] Kawe digot: “tu jî ji xwe re dibêjî ez helbestvan im lê tu nikarî du kelîmeyan bi kesekî re biaxivî.” r. 33.

[7] Heman berhem, r. 32.

[8] Gelecek Uzun Sürer, Louis Althusser, r. 270.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Nivîskar û hunermend. Di sala 1971an de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1998an de Beşa Perwerdehiya Nîgarkêşiyê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Di gel ku di temenekî gelekî berwext de nasiya wî li gel karîkatur û helbestê çêbû jî, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û wêjeya kurdî rabe. Di navbera salên 2005-2007an de beşdarî bernameya pevguherînê ya hunermendan a Transfer 07ê (Munster-Almanya) bû, ya ku bi destê Sekreteriya Rewşenbîriyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hate birêvebirin. Di sala 2008an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkiye-Almanyayê (Munîh) bû, a ku ji aliyê Enstîtuya Goethe (Stembol) ve hate birêvebirin. Ozmen di sala 2016an de bû mêhvanê Q21 Museum Quartier Artist in Residencyê ya li Viyanayê. Di navbera salên 2017-2019an de, Zankoya Parêzgeha Montclairê Beşa Huner û Dîzaynê (Montclair, NJ), li Kargeha Navnetewî&Bernameya Kuratoriyê (ISCP, Brooklyn, NY) û li Weqfa Hunerê ya Elîzabethê (EFA, Manhattan, NY) û herî dawî, bi piştgiriya Senatoya Çand û Hunerê ya Ewrûpayê, li Berlînê kar û barên xwe yên hunerî û wêjeyî bi rê ve bir. Ozmen li Chicago, Amerîkayê dijî.

Berhemên wî:
- Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), şi'r (bi tirkî), 1999
- Şaşıracaksın (Tu Yê Matmayî Bimînî), şi'r (bi tirkî),1999
- Ağıt mı bu yaktığın? (Ma Qey Tu Dilûbînî?), şi'r (bi tirkî), 1999
- Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), şi'r (bi tirkî), 2004
- Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2007
- Rojnivîska Spinoza, roman, 2008. Spinoza'nın Günlüğü, wergera ji tirkî: Abdullah Koçal,
2014
- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, 2010. Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası, wergera ji
tirkî: Abdullah Koçal, 2015
- Keleh, çîrok, 2012. Kale, wergera ji tirkî: Selamî Esen, 2017
- Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî) (Xwendinên Li Ser Wêjeya Kurdî ya Nûjen),
2013
- Gramera Bêhizûr, roman, 2014
- Sevişen Kurgular (Aşopên Bi Hev Şa Dibin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2016
- Xeyb, roman, 2016
- Qiseyên Xerîbiyê, roman, 2019
- Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê, çîrok, 2021
- Kurê Dêlê, novel, 2022
Werger:
- Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, Arjen Arî, 2011
- Kalbim Bir Yastıktır Aşka, Berken Bereh, 2012
- Îhtar, C. Hakkı Zariç, 2022

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya