Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kursên çand û hunerê dan destpê kirin – bianet

09/01/2025

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ji bo kesên ku dixwazin xwe di warê çand û hunerê de bi pêş bixin, bernameyeke amade kir.

Kursên ku ji şanoyê heta muzîkê, sînemayê heta hunerên dîtbarî, perwerdehiya ziman heta govendan di warên cûrbecûr de têne pêşkêşkirin dê firsendê bide beşdaran ku şiyanmendiyên xwe kifş bikin û xwe bi pêş bixin.

Kursên ku dê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê bi dersdêrên pispor bêpere bên lidarxistin dê ji her temenî hezkiriyên hunerê bînin cem hev. Derfeta wergirtina perwerdehiyê di gelek waran de wek hunerên şanoyê, resim, govend, sînema û ziman pêşkêşî dike, bername armanc dike ku hem di pêşkeftina kesane ya mirov de hem jî ji çanda civakî re bibe alîkar.

Serîlêdana destpêkê ji ber kotayên tixûbdar girîngiyeke mezin e. Kesên ku dixwazin beşdarî kursan bibin dê di navbera 6-31 Kanûna Paşiyê de bi rêya www.dismek.org.tr serlêdana xwe bikin.

Çavkanî: bianet Kurdî


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha