Dimdim, Texeyulên Edebî û Tiştên Din

Çaxa ku roman îcad bû êdî her miletî dikaribû pirtûkên xwe yên pîroz binivîse, heta ruhekî pîroz pifî raboriyê bike, gerçî di nezera Borges da hemû pirtûk pîroz bûn, her wisa ew pirtûk ku texeyula civakeke din in jî, dibûne zimanên nû yên neteweyî.

***

Çi bender dikare te bihewîne

Ji pirtûkxaneyeke mezin çêtir?

                            Italo Calvino

I


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Ev nivîs xwendina çend bergeh û pasajan bi hev ra kêl dike, wekî ji koleksiyoneke destxetên nexuya! Tevî wê, hêmaya xeyalê fikr û afirandinên edebî işaret dike.

Kitêba Italo Calvino, Bajarên Nexuya (Le Città Invisibili) [1] li ser hinek fikran ava bûye ku sînorên wê yên texeyulî jî hene. Helbet kesên wekî Marco Polo û bajarên kevnar jî tîne bîra merivan, bi gotineke din, merivan dibine nava wan zemanên kevnar û xeyalan. Her çend ew bajar xeyalî bin jî, em dikarin di hizra xwe da derên din, tiştên din jî bifikirin, lewra Calvino jî fikra xwe pifî cesteyê wan kiriye. Qiblenumaya wê kitêbê ku keştiya zeman digerîne, li nava deryaya zeman xeyalkirina me serbest dike.

Ji Miguel de Cervantes vir da, ku Don Kîxotê (Don Quixote de la Mancha, 1605) li pey xeyalên xwe ketibû, roman bû ciyê fikr û xeyalên ku bi cûreyekî nû ji tradîsyonê vediqetiya. Don Kîxotê (Alonso Quijano) kitêbxwînekî arîstokrat bû û di nava xeyalên alema wan kitêban da dijiya. Îja piştî ev roman derket ku afirandina wê bi destê însên bû, yanî hizra dinyayên din, li ser kultura nû tesîreke mezin kir. Di dilqê Don Kîxotê da, Cervantes kultura şuvaliyeyê rexne dikir ku wê demê hukmê engîsîzyonê pirr tund bû. Piştî wê êdî Don Kîxotê mîna ruhekî di dilqên din da li nava romanan geriya. Tariq Alî di berhema xwe ya bi navê Macerayên Nû yên Don Kîxotê (The New Adventures of Don Quixote) da[2] Don Kîxotê û Sancho Panza tîne dem û ciyên nû û rexneyê li hin nihêrînan digire ku ewa wekî qenaetên xelet (doksa) ên rûniştî û berbelav in. Hatina Don Kîxotê ta erdên rojhilat ne problemeke anakronîk e, belkî texeyuleke edebî ye ku mêl û berekî nû tîne nava zemanê hazir. Belkî meriv bibêje, piştî ku roman êdî kete ciyê nivîsevaniya qedîm, û her miletî dikaribû pirtûka xwe ya pîroz binivîse, ku bibe parçeyekî Edebiyata Dinyayê (Weltliteratur) ya ku Goethe ew têgeh derpêş kiribû.

***

Li her derê hikayet hebûn. Lê belê xeyalkarî bû çîrokên hezar û yek şevê ku raborî û tiştên din bi şêwazine din zindî dikir. Ezmûna romanê li her derê ji hev cihê ye helbet.

Şert û dînamîkên romana kurdî/kurmancî li nava Soviyêtê zûtir derfet peyda kirin ku romana kurdî pêşiyê li wir geşe da. Şa’ir û doktorê fîlolojiyê û lîteratûrê Çerkezê Reş di pêşxebera romana Eliyê Ebdilrehman, Şer Di Çiya Da, dibêje: “Tarîxa romana kurdên Sovêtiyê ewqasî jî dirêj û dewlemend nîne. Bona pêşdabirina wê janrê rê û mezîla berevbûna erf-edetê lîtêratûriyê-medeniyetê ya hemcîhanê ya tomerî lazim in. Di salên 50yî da dîharbûna romana kurdî ya Sovêtiyê li ser riya “leqandin-girtina” wê janrê bû cûre-nîşaneke xwehazirkirina tarîxiyê-psîkologiyê. Hîmlî Ereb Şamîlov û Eliyê Evdilrehman wa gotî “turuş kirin” xwe li “şovkirina” mezîla romanê bigirin.” [3] Romana Erebê Şemo (Ereb Şamîlov) Dimdim, [4] wek metneke epîk xwe dispêre tarîxê li gel destana gelêrî, ji wir hewl dide texeyuleke neteweyî biafirîne. Di romanê da, wek afirandineke epîk wî mekanê keleh-bajar bi me dide xeyalkirin. Weke mîrnişînên din ên Kurdan nebe jî, Keleha Dimdimê bi texeyuleke edebî zêdetir dibe ciyekî heyî. Tevî destana wê, roman xeyala ber bi raboriyê zindîtir dike.

Calvino bi sêwra edebî, seyah Marco Polo bi xeyalî, ya ku rastiya wê jî heye [5], di nava bajaran da dike sêyr û sefer. Di wir da Calvino wêya bi me jî dide kirin. Loma em dikarin di dilqê Polo da kesên din bînine Keleha Dimdimê, yan bajarekî din, heta em bi xwe jî dibine gerokekî xeyalî li wê raboriyê. “Çarsiya kelê tijî mexlûqet bûbû, ne ku gundî û koçer bûn, gelek mexlûqet hatibû ji Adirbêcanê, ji Wanê, ji Seraya Mexînan (Asorî) û welatên mayîn.” [6] Her wisa pêkan e ji derine din û kesine din jî di bergehên din da peyda bibin. ‘Li bazara kelê pirtî û qumaşê ji Keşmîrê, Hindistanê heta qedîfeyê Besrayê û çîtê Hurimistanê peyda dibûn’, eva yeka bergeha xeyalê firehtir dike.

Berî ku destana Dimdimê têkeve nava zar û zimanan, herhal çendîn seyah hatine van erdan jî. Ji wir şûnda em dikarin xeyalan li ser bikin û pêkan e seyahên piştî Polo jî werine wir û bibine mêvan. Helbet nav nîne mesele, nav wekî form ku Calvino ruh berdida nava forma bajêr. Babet û form yanî bajarê Calvino bi xwe dibe çîrok. Helbet janra romanê bi xwe jî formeke modern e. Lê wekî ku Erebê Şemo xwe spartiye destana Dimdimê ya gelêrî, texeyuleke civakî jî heye. Berî wî şerî, yanî Şerê Dimdimê (1609) avakirina kelehê wekî cî û warekî pîroz xwe dispêre efsaneyekî ku kana wê ji xewnekî dihat. Tevî wê, efsaneya çîrokê rêyine din dide ku xwîner wî welatî di hizra xwe da bisêwirînin. Ew hikayeta efsûnî di folklorê da wekî xewna şivanekî yê li ber barxaneya xwe di xew ra çûye û bilûra wî li ser beroşa şîr e. Xanê Lepzêrîn (Xanoyê Çengzêrîn) ê ku li ber revoyên hespan bû, berî ku kelehê ava bike, xewnekî dibîne. Lê wekî wê xewnê, ew hikayeta bi raz û remz, di pêwendiyên din da li nava xelqê jî heye. Wekî gotiyan gotiye, kesek tê cem şivanekî, dibîne ew şivan di xew ra çûye, dinihêre mêşeke hûrik ji bêfila pozê wî derket, çû kete qulika bilûra li ser beroşa şîr, di ser şîr ra derbas bû di wir ra çû kete nava goniyekî bi wêdatir. Behsa xewnê hê dirêj e lê paşê şivan hişyar dibe û xewna xwe ji ewî hatî ra dibêje; ez di ser pireyekî ra li ser deryaya şîr diçûm… Ewî xewn-xwan ku te’bîr dike yanî xewnê li cem xwe şirove dike û paşê bi ser xezîneya zêran va dibe. Û Xanê Lepzêrîn jî wexta li çolekî hişyar dibe eynî ew xewn dîtiye û paşê xewna xwe dide şirovekirin û xezîneyekî peyda dike ku bi wê text û pa dest dixe. Lê tehlebextan ra bext diçe, namîne text!

Rabû xanê zêrîn zend e

Sub’hê vekir derbend e

Xelqê cindî dixwende

Reşandin zêr û qend e [7]

Li aliyê din yê dinyewî ye ku Xanê Lepzêrîn ji Şahînşahtiyê erdekî bi qasî postê gayekî dixwaze, wekî heqê wî ye ku bi salan li nava artêşa şahane serleşkeriya qehremane kiribû. Ku wî welatî “ji çermê gayekî zirav bike û velezîne”. Ev yeka meseleya hukumraniyê tîne pêş ku belkî ne erdekî winda (terra incognita), lê erdekî eyan dixwaze ji bo damezirandina sêwra xwe ya cîhanî, eva texeyulek e ku destan di nava hizra neteweyî da dikemile. Di romana Dimdimê da Xanê Kurd wekî wesfên wî tên dayîn ku Kurdistan di serdema netewetiya cîhanê da xwe dispêre wê raboriyê. Romana Dimdimê tevî sêwra wê ya ji destanê, herhal ji xwendinên destanên edebiyata cîhanê jî tesîrine din girtine. Li rexê din, tişta ku Dimdim kire efsane ew şerê qehremanane bû, mîna Şerê Troyayê. Berî Homeros ew efsane, yanî qala Şerê Troyayê bi devkî û dengbêjkî dihate gotin û paşê bû kitêbeke nemir a mîrasa cîhanê.

Di kurdî da romaneke din jî heye dîsa babet Dimdim e, romana Seyîd Qadir Hîdayetî, ya bi navê Berdîne [8] ku bi kurdiya soranî hatiye nivîsandin. Bi çîrokê dest pê dike, pêç û vepêç hene di metnê da. Zemanê çîrokê û zemanê çûyî bi hûnandinê ra ji hev vedibin. Helbet desîse û defikên zemanan û şahan yanî eqlekî din, nihêrînên din jî tîne ber çavan. Ev romana han tevî ziman û honaka xwe, zêdetir roniyê dike ser hal û mercekî ku behsa fêl û desîseyên hukumraniya li Îranê dike. Wekî ku meriv pê bixape ku meriva ew xapandine! Di vê romanê da jî ew efsaneya hespê behrî derbas dibe. Lê belê ev roman, li mekanên din digerîne xeyalê. Serboriyeke trajîk, hikayeteke şexsî ku der barê hewldana bidestxistina Dimdimê da ku çarenivîseke xemnak û bi fesane… Qal û behsa welatekî dûr û efsaneyî dihêle ku meriv ji derva ber bi xwe va bê.

***

Di Bajarên Nexuya da, Calvino bi fikreke xeyalperdazî, qeder û ruhê bajaran nîşan dide ku êdî mekan ne sekan in. Bajarên şûşeyî, bajarên ku wekî tora gîhayekî yan ku bajarên qesrên wê di şevan da noqî hebûna xwe ya efsûnî dibûn û yên din. Calvino di pêşgotina wê kitêbê da dibêje ku ji bo ew fikra xwe bike şiklekî, ew sêwirandin peyda kiriye. Parçe parçe nivîsiye ew kitêba ku wî belkî çêtirîn rê bi dest xistîye ku fikra xwe bike dilqê bajêrên ku mîna zeman di nava veguherînê da ne. Wexta ku Kûbilay Xan bi hîç û pûçtiyan wan destxistinên textê şahane dihese, Polo nezera wî radikêşîne li ser texteyê kişikê û helqe û xetên li ser darê texte. Textê bext! Her mîna wê dibe seyahekî din bi Xanê Lepzêrîn ra tekelim bûbe û çend xetên winda di wê barê da mabin!

Zemanê ku Calvino bi reng û rûçik dike, bajar û mekan di dilqekî teze da tê xeyalkirin û tê afirandin. Di romana Dimdimê da wekî mekanê rêvebiriyê dîwanxane ciyê meclisa şêwr û mişêwriya hukumraniyê û li rex wê meclisa rûspiyan ku tê da nîzamek tê sêwirandin. Li nava kelehê da bazar û bajar ku ji duwalên dûr û deraz bazirgan tên, ji Helebê û Şamê û Diyarbekrê tucar malên xwe tînine wir. Keleh-bajarekî ku kesên din jî ji her deverên dûreder rêka wan pê dikeve.

Piştî Marco Polo û berî şerê Dimdimê, seyah û tucarên Venedîkî yan rêwiyên ji duwalên Frenk, kesin hebûn dihatine serayên xanedanan. Marco Polo li ser nexşeyên welatê fireh, di honaka Calvino da, bi Kubîlay Xanê bi qas û qudret ra, şirove dike ku bextê zeman tunîne. Yanî jîn bi xwe di nava lîstina kişikê da ne. Calvino di wir da disêwirîne ku her bajar, em bajaran wekî cûrbicûr beden texeyul bikin, ruh hene ku di wan da dikişine nava zemanan. Ew kêş û gerîn tên li ciyekî asê dibin û dibêje “Ku hebîtin çilkek be jî pakî, divêt ew bête xwedî kirin.”

Dimdim texeyuleke wekî arketîp e jî bo mirazê ku tekmîl bibe dîn û dewlet, di edebiyatê da di hêmayên şi’irî û romanê da dibe mekanekî hizrî. Lê hene û hê dûr û kûr xîmên ku bi serê derziyê ew bêne veçêkirin. Wekî Calvino teswîr diket, dibe li derinan ne Dimdimên ji kevir, belkî kelehên şûşe hene ku bi topa zeman hûrxaş nabin! Evana bi tenê di xeyalê da mimkun in yên ku hizra edebî diafirîne. Êdî em dikarin bajarên xwe biafirînin, yanî belkî pêşiyê fikr û honaka xwe. Bajarên ku zimanê wan û şênî û mi’mariya wan bi dilê xwe çêkin. Jixwe ma tişta edebî ew nîne ku di zemanan da dikişe tê û di gav û qasa me da berceste dibe?

Dimdim wekî war, di serdemeke ku xeyalê erdekî bi qasî çermê gayekî mîna xeyalê Don Kîxotê bû ku Xanê Lepzêrîn da dû. La Mancha ew devera ku Don Kîxotê li wir erdek xeyal dikir, Dimdim jî bi zeman ra bûye texeyula ciyekî bilind. Keleha Dimdimê mîna Birca Babîlê û Baxçeyên Dardakirî yên Babîlê (Hanging Gardens of Babylon) di texeyulên edebî da behsa wê derê dike ku edebiyat wekî Borges gotî bi destanê û romanê ruh dide wî xeyalî. Lê tarîx her çi be, edebiyat dikare tîjikê ronayî bike ser terk û qelîştekên zeman û wêya bi nihêrîneke din bisêwirîne. Yan jî xeyalekî din biafirîne wekî ji wî zemanî çirûskên din derîne. Edebiyatên din hev du xweyî dikin ku em bi çirûskên din dikarin xeyalên din bi dest bixin.

II

Calvino dipirsî; Çi bender dikare te bihewîne ji pirtûkxaneyeke mezin çêtir? Ji bo Borges jî pirtûkxane biheşt bû ku ew bibû xeyal ketibû zikê qurneyan, zîra wî xwe aîdî qurneya 19. didît! Pirtûkxaneya Babîlê û xeyalên wî yên bê ser û ber… Neql dikir Borges: “Herhal Emerson li ciyekî, nivîsîbû ku kitêbxaneyek şikefteke bi sêhr a tijî merivên mirî ne. Û dema em rûpelên wan vedikin, ev merivên mirî dîsa tên dinyayê, tên zindî kirin.” [9] Belê, kitêbxaneyên qedîm mabed û perestgehên pîroz bûn ku ew mekan wekî arxîv bû. Lê çaxa ku roman îcad bû êdî her miletî dikaribû pirtûkên xwe yên pîroz binivîse, heta ruhekî pîroz pifî raboriyê bike, gerçî di nezera Borges da hemû pirtûk pîroz bûn, her wisa ew pirtûk ku texeyula civakeke din in jî, dibûne zimanên nû yên neteweyî. Lê çiqas peyv û risteyên sêhrawî û çiqas nivîs û kesên nixumandî hebûn, ewana ji Borges xilas nedibûn, wek mînak em dikarin rabin, kitêba Hans Jakob Christoffel von Grimmelshausen a bi navê Simplicissimusê Maceraperest (Der Abentheuerliche Simplicissimus Teutsch) li cem Borges peyda kin! Lê hostayê wî, gelek hostayên wî hebûn, Rafael Cansinos-Asséns bû ku rasthatina wî, ji bo Borges, rasthatina kitêbxaneyên Şerqê û Xerbê bû. Ji bo wî di şi’irekî da dibêje:

zivistana te dê bibe siya havîna min

û şewqa te nûra siya min. [10]

Belê ziman, metafor û şi’ir her tim Borges hişyar dikirin, lê dîsa ew li pey hikayetan dikeve yanî hikayetbêjî; ew behsa şi’ira epîk dike ku hikayet in. Di vir da şi’ira Feqiyê Teyran, Beyta Dimdim di vê qal û behsa şi’ira epîk da ne.

***

 Lê îcar, qey edebiyat li rehan û rehendan digere!?

Wextek berê bû rastî wê gotina Italo Calvino hatim, ewa li jorê. Lê bi nezera me pirtûkxane ne bender e ne jî wekî Borges gotî biheşt e. Belkî civatek be li Birca Babîlê ku piştî wê lenetkirina esmanî ya li ser ehlê Babîlê ku ew kaosa zimanî wekî bû Karnavala Edebî. Zimanên ku belkî li hev nayênewergerandin! Mimkun e hezar rê hene bo wergerê û dagêrrê, lê ya nayê-gotinê tim û daîm temam nabe. Loma jî pirs e, bê ka kitêbxane, bi zimanê Borges Biblioteca, çito alem e? Jiyan hene ku kitêban hêj ewana venegirtine nava xwe, lê dîsa jî wekî Proust jî gotî; em di kitêbekî da bi nivîskarekî ra bi samîmî dikarin dostiyê bikin, ku eva mirî be ew dostî durusttir e. Pirtûkxane belkî civîna wan ruhan e, ku xwendina wan tiştekî şexsî ye wekî dostiyê.

Lê belê tişta niha bala me dikişîne ku Calvino mîna koleksiyonerekî zeman ew per û kitêbên sûretên ruhê mekanên bajaran berhev kir ku ew bi xwe kitêbxaneya zeman e belkî, dîsa jî em naperestine zimanekî mirî, yanî kitêbên mirî. Divêt kitêbên me yên mezin hebin lê mîna toximê zindî razayî bin ku em her gava dil bikin bişên ku wana di hiş û xeyalê xwe da hişyar bikin bi şikl û dilqên din. Her wisa ew per û sûret û rengên mekanan ku dikişin û nayêne dîtin, wekî le cittá invisibili, di nava perên zer ên kitêbên peritî da têne ber guhê me, erê bêhna wan xût bêhna zeman e.  Ji Kitêbxaneya Iskenderiyeyê, ya Pergamona qedîm ji papîrûsên efsûnî, Kitêbxaneya Nînewayê û tabletên gîl vir da yên li ber talan û tajanan bûne xeyal. Û xezineya winda û takankirî, Kitêbxaneya Bidlîsê ku seyahekî mîna Ewliya Çelebî nexşeya qeyd û zebtên pûrte vekirina wê samana nadir datîne. Niha jî li parzemîna Ewropayê mal û milkên miletan, wekî mîrateke kitabî aîdî kitêbxaneyekî (ex libris) tê tesdîq kirin.

Hemwelatiyê Calvino, yanî Umberto Eco jî xwediyê pirtûkxaneyeke mezin bû ku tê da gelek nusxeyên destnûs, yên antîke û kêmpeyda hebûn. Mêrikî wê salê çû ber rehma Xwedê, îja got, heta deh salên mirina min sererast temam nebin, bila li ser min civînan, konferansan, bîranînan, hwd. çênekin. Herhal mebesta wî ew bû, çi ka piştî wî zemanî çi tesîra wî dimîne. Dibînî edebiyat der barê ya edebî/ebedî da ne, ku mirin jî daxilê nivîsê ye. Jixwe kitêb û nivîs û ew mekanê wan ê kerr û lal, pirtûkxaneyên ezemet û bi sirr û raz; mirinê û jiyanê mîna perên kitêban waldigerînine ser hev û nava hev.

***

Wexta xwindkariya lîseyê, li bajarê ku lê dimam, li Qerekilîsê pirtûkxaneyek hebû; navê wê Halk Kütüphanesi (Kitêbxaneya Gel) bû, ew avahiya sê qat. Ji hundirê wê, ew mekan hingî zeman di ser ra derbas dibe xeyal û efsûniya wê hê zêdetir dibe, bêhna kaxizên kevn jê dihat. Qata wê ya jor ciyekî bilind ê ku arîkê wê nimiz bû, niha dîsan pê dihesim ku mekanekî poetîk bûye. Pencereyên wê kitêbxaneyê jor da li baxçe dinihêrîn ew dera ku tê de peykerên kevir ên ji fîgûrên ajalan hebûn, darên li baxçe heta ber pencereyên wê dihatin. Li qata duduyan refên bilind ên kitêban û li nava salona mezin maseyên dirêj û kursiyên dar hebûn. Kursiyên wê piranî tijî dibûn, serê herkesî di ber da, bêdengiyeke mîna barîna berfê dikir ku pistinîya nava perên kitêban li guhê meriva bibine perperok. Kitêbên stûr û yên berê ku bergên wan ji post bûn, reng û giraniyek didane nava salona nîvtarî. Min navê xwe jî dabû nivîsandin û romanek hildabû biribû pansiyona ku li dimam, aya xêncî xeyalan, min çi tiştên din ji wê romana bi navê Şeva Kesk dixwend! Ew kitêbxane paşê bû ciyekî wisa ku xeyalên wê meriv ji rê derdixistin! Ew kêlî, ebedîtî, hemwate ew fanîtî dikir ku însan bi tazitiya zindî bihese. Nivîsên wan kitêban ku pistîn bûn berî ku ew perr û kaxiz mîna belgên daran bikevin û hişk bibin, bêdengî dinimandin. Ji wê demê pê va kitêb dibûne dengekî bêdeng di nava perdeya zeman da dipistandine guhê min. A Borges piştî ku Tarîxa Bêdawîtiyê (Historia de la eternidad) nivîsî ku destteng bû jî, loma di kitêbxaneyeke Buenos Airesê da xebitî; Kitêbxaneya Şaredariyê, li wan salan stîla xwe pêş xist bi rexnegiriya romaneke xeyalî.

Olav H. Hauge tê bîra min, şa’irê tenêtiyê, yê ku risteyên wî ji devê berf û bageran bi sebra zivistanê tên. Wî ji kitêbxaneya bajarokê xwe, nehiyeya Ulvikê ya Norwêcê, ji Kitêbxaneya Gel ya Ulvikê kitêb dibirin û dixwendin, ber da jî li gel keşîşê wê derê dostiya wî hebû ku ji kitêbxaneya keşîş ya dewlemend sûd digirt. Ew jî destteng bû ku di baxçeyê sêvan da dixebitî. Ez î ku wê salê ji darên sêvan ê baxçeyê erdê bilind çend kase sêv biribû li bajêr firotibû û dabû kitêb, ku dîsan Olav H. Hauge bi bîr anîbû, tevî hêmayên şi’ira wî ya bêdeng a ku derbên kovî dihewîne.

***

Lê kê çi dizane, dibe mebesta Calvino ya li jorê ku me gotina wî kiriye epîtaf, di îmaja benderê da ku însan mîna keştiyeke di behra ruhê xwe yê ku car heye bi bayên har pêlên wê lê dibine hût, ew xwe davêje bextê kitêbên ku kes in di wan rêyên çetin da keştiya xwe mihafize kirine û anîne bendergehên talde. Belkî ji sêyr û seferan destevala vegeriyane, pêlên xedar darên keştiya wan cûtine, mîna masîvanê kal ê Hemingway dest û lep lê qelişî, jihalketî, bi hestiyên şûrmasîyê ku qîlên xedar ên şevan ew hincirandine û pûrte vekirine, wisa vegeriyane kolika xwe ya li peravê deryaya jînê, û di defter û sefernameyên xwe da bi dilekî sax ew hilketin û daketin li qelemê dane. Ew in yên deryazede; di deryaya jînê de, di deryaya jana evînê de xwe avîtine ber bextê kitêbxaneyên lal. Lewra ji miriyan çêtir tunene hişyar û guhdar!

Çavkanî:

[1] Italo Calvino, Görünmez Kentler (Bajarên Nexuya), wer. Işil Saatçıoğlu, Yapı Kredi Yayınları, 2013.

[2] Tariq Ali̇, Don Ki̇şot’un Yeni̇ Maceraları, (Macerayên Nû yên Don Kîxotê, The New Adventures of Don Quixote), Werger: Çınar Tuncer, Weşanên Mitos-Boyut, 2020.

[3] Eliyê Evdilrehman, Şer Di Çiyan Da, Weşanxaneya Xorhrdayîn Grox, Yêrêvan, 1989. (Pêşxebera vê romanê: Çerkezê Reş. Tîpguhêziya vê pêşxeberê: Mistefa Kiliçaslan.)

[4] Erebê Şemo, Dimdim, Weşanên Lîs, 2016.

[5] Marco Polo; (1254-1324) seyahê Venedîkî, kurê bavekî ku ew jî seyah û tucar bû. Piştî wan gerr û seferên li Asyayê ta nava Çînê, ew kitêba bi navê Kitêba Nuwazeyên Dinyayê, Il Milione, (Book of the Marvels of the World) nivîsî ku zêdetir bi navê Rêwîtiyên Marco Polo tê nasîn. Hin çavkanî dibêjin ku ew peyva Milion ji navê bine mala Polo ji Emilione‘yê tê. (n.n.).

[6] Erebê Şemo, Dimdim, r. 18. çapa duyem, Weşanên Lîs, 2016.

[7] Dîwana Feqiyê Teyran, Seîd Dêreşî, r. 176. Weşanên Lîs, 2011.

[8] Seyîd Qadir Hîdayetî, Berdîne, Weşanên Xanî, Seqiz, 2021.

[9] Jorge Luis Borges, Şu Şiir İşçiliği, Charles Eliot Norton Konferansları, (Ev Pîşekariya Şi’irê, This Craft of Verse, The Charles Eliot Norton Lectures), 1967-1968, r.13. Editör: Cálin-Andrei Miháilescu, Werger: Mukadder Erkan, Weşanên Ketebe, 2020.

[10] Heman berhem, r. 25.

Nivîskar/rojnameger
Rizgar Elegez
Şa’ir û nivîskar, di Tebaxa sala 1984an da li gundê Bazirganê yê bi ser navçeya Giyadînê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya fermî li ser perwerde û sosyolojiyê heta masterê temam kir. Çend salan mamostetî kir û paşê îstifa kir.

Wekî pêşnivîskarî di sala 2011an di kovara W û Çirûskê da bi navê Hêvî Ronî, kurteçîrok, û derbarê kesên wekî Saint Simon û A. Gramsci da û der barê Dibistana Frankfurtê da nivîsî.

Heta niha di gellek kovarên Kurdî da şi’irên wî û çend kurteçîrokên wî hatine weşandin. Berhema wî ya bi navê Havîna Li Serfêza Behrê di sala 2018an da di beşa şi’irê da Xelata Edebiyatê ya Ehmedê Xanî wergirt. Edîtoriya çend kitêbên Kurdî kir. Di kovarên edebî de wergerên wî ji Amy Lowell, Sara Teasdale, Robert Frost çap û belav bûn.

Berhemên wî yên çapbûyî:

Hibra Sor, helbest, Lîs, 2015.

Havîna Li Serfêza Behrê, helbest, Dara, 2018.

Xunçeyên Heyamê, helbest, Avesta, 2020.

Werger:

Hawar, Ehlam Mensûr, vegotin, Avesta, 2022.