‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna zû em her diçûn. Fikrên me zelal bûn, me digot welatê me bindest e, em ê bixwînin, bipeyivin, miletê xwe şiyar bikin û welatê xwe azad bikin. Lê dê û bavên me, dapîr û bapîrên me ji vê heyecana me bi tirs bûn. Agirê em li dorê diçûn û dihatin wan berî me destê xwe pê kiribûn, lewre ji ber me nerehet bûn.
***
Wextê tême dinyayê, bavê min demançeya xwe di paceyê re dirêjî derve dike û jarjûrekê di ezmên de vala dike. Pîrka min xwe pê re aciz dike, dibê: ‘‘Çi teqe teqa te ye? Te lawik bizdand! Derkeve derve tu çi dike bike!’’ Di bêdengiya şevê de dengê demançeya bavê min li zinarên pişt malan olan dide. Dibe tûre tûra dengê pîspîskan. Pir derbas nabe polîs tên. Bavê min di wê eceleyê de demançeya xwe davêje ber nigên diya min. Diya min jî hema bi lez radihêlê û bera paxila xwe dide. Polîs digerin tiştekî nabînin. Wa pîs pîs li bavê min dinerin û diherin.
Ez wê şevê di nava wê qereperê de tirsiyame netirsiyame ez nizanim, lê hertim tirseke meriv heye. Wextê zarok bûm ji miriyan ditirsiyam. Bi şev gava di ber goristanekê re derbas dibûm min ji xwe re sitranek digot. Min li hêla miriyan nedinerî û bi lez dibihurîm. Ditirsiyam lê min tu xerabiya wan nedît. Dûre mezin bûm, bûm xort û tirsa min a ji miriyan nema. Lê tim tirsek meriv heye, niha jî ji zindiyan ditirsim.
Tirsa min a zaroktiyê ya din jî ji sunetçiyan bû. Di zaroktiya min de sunetçî hebûn. Ne memûrên dewletê bûn, lê em zarok pir ji wan ditirsiyan. Nizanim ji ku derê dihatin, hema dinya germ dibû xuya dibûn. Ciwan bûn, rûyê wan nûranî, tayikên rî û simbêlên wan firk û nermik bûn. Tilîkên wan dirêj û zirav û pişta wan wek cedwelên textikî ripîrast bû. Lê me zêdetir ew ji çenteyê reş a di destê wan de nas dikirin. Hundirê çenteyê wan î gindorîkî tije meqes û gwîzan bûn. Wextê em çav li wan diketin me dawa xwe dixist devê xwe û xirp û me baz dida. Xweziya min ne bi dilê wî zarokî ku diket nava destên wan. Zarokên ermeniyan ji sunetçiyan neditirsiyan. Wan xwe pet nedikirin. Wextê em ji ber sunetçiyan virde wêde direviyan, wan lîstikên xwe dilîstin.
Li qezaya me Dêrikê tirk û tirkî tunebû. Temamê wan çend polîs, esker û çend memûrên dewletê bûn. (Qaymeqamek, qomîsêr û yuzbaşiyek, hakim û savciyek, çar pênc heb mamoste, doktorek û hemşîreyek.) Wek bîst- sî kesî encex hebûn lê ji me xurtir bûn, dawiya wan ji Anqerê dihat.
Di salên 60an de li herêma Mêrdînê li her qezayê lîse tunebû. Tenê li navenda Mêrdîn û li Qoserê hebû. Piştî dibistana navîn ji bo ku me xwendina xwe dom bikira divê em an biçûna Mêrdîn an Qoserê, yan jî biçûna Diyarbekir an bajarekî hîn dûr. Vê rewşa hanê deriyê bajarekî nû, dinyayeke nû li me vekiribû.
Di wan salan de li hin bajar û qezayên bakurê Kurdîstanê hin kurdên welatperwer hebûn. Bi temenê xwe hinek jê ciwan hinek jî navsere bûn. Temamê wan 30- 40 kes encax hebûn. Hevdu nas nedikirin, bi dizî dixebitîn, lê dewletê ew giş nas dikirin. Car caran wextê îdareya orfî îlan dibû wê çaxê li bajar, qeza, gund kî li ku bûya eskeran digirt ser malên wan û ew giş digirtin. Vêca ji bo ku ‘‘sûcê’’ wan eynî bû dewletê ew giş dibirin Diyarbekir, li herêmeke eskerî ew diavêtin koxûşekê û li gor rewşa Tirkiyê ya siyasî carina neh deh mehan, carina wek salekê du sala ‘‘ji bo selametiya welat û miletê xwe’’ ew girtî dihiştin. Vêca tiştekî ku dewletê nizanîbû hebû. Digotin girtî tev bi kêf û henek bûn, got dibêjin ‘‘Xwedê ji dewletê razî be! Em bi hevdu dan naskirin, me her yekî digot qey em bi tenê ne, maşale em têra xwe hene.’’ Ev însanên miletperwer her hinek bi awayekî bi meseleya kurdan hesiyabûn. Hinek jê gund, qeza an bajarê wan li ser tixûbên kurdîstanê bûn, bi kurdên perçeyên din re eynî Milet bûn, têkiliyên wan çêdibûn û bi vê sobê zûtir bi meseleya kurdan hesiyabûn. Hinek jê li kurdîstanê ilmekî wan ê medreseyan hebû û li van mekteban fikrên kurdewarî bi wan re çêbûbûn. Hinek jê firar bûn, wextê eskeriya wan dihat nediçûn, xwe bera binxetê (Rojavayê Kurdîstanê) didan û li wê derê fikrên Kurdayetiyê bi wan re çêdibû. Hinek jê di şerên eşîrî de mahkûm dibûn, esker diçûn ser wan, teslîm nedibûn, ew jî ya derbasî binxetê dibûn yan jî diçûn cem Mele Mistefa Berzanî, nav pêşmergeyan.
Salên 70yî bû, em xort bûn, telebe bûn, xwîna me germ bû, em neditirsiyan, a rast me hê nizanîbû tirs çiye. Dibû şev me her yekî radihişt qutiyeke boyax û firçeyekê û em li kolanan belav dibûn. Sloganên me yên wê çaxê ên herî zêde me dinivîsandin Kurda re Azadî, Bimre Koledarî û Bijî Kurdîstan bû. Lê sloganên me yên bi tirkî jî hebûn, wek, Komando Zulmune Son, Kahrolsun Sömürgecilik û wekî din. Hevalên me yên Şermixê bi nivîsandina sloganan bi gavekê di pêşiya me de bûn, li gel van sloganên hevpar, sloganeke wan î taybet hebû ku patenta wê a wan bû, li ser dîwara dinivîsandin ‘‘Sıkı Yönetim Bize Vız Gelir’’ Di wan salên ‘‘… Vız Gelir’’ de hin xortên kurdan li Anqere, Îzmîr û Stenbolê zanîngeh dixwend. Wekî hejmar hindik bûn lê şoreşger bûn, wek şikil jî tarzekî wan hebû, bi simbêl bûn û cênîkê wan wek tîpa ‘‘L’’ ya girde bû. Hela wextê parkên xwe yên eskerî li xwe dikirin meriv digot gule bi wan de nare. Havînan, wextê betlaneyên dibistanan, radihiştin kitêbên xwe û dihatin welêt. Bi heyecan bûn, dixwendin û dipeyivîn. Dihatin ba me jî, li qahweyan em li dora wan kom dibûn, ji me re li ser kurdîstanê, felsefe û sosyalîzmê û li ser tekoşîna azadiya neteweyên cîhanê dipeyivîn. Di wan sohbetan de navê Marks, Lenîn, Mao, Ho Şî Mîn û wek welat jî navê Rûsya, Çîn, Vîyetnam, Angola û Mozambîkê gelekî derbas dibû. Helbet tiştên em wek hevdu nedifikirîn jî hebûn, nêrînên wan yên li ser tekoşîna Başûrê Kurdîstanê me rast nedidît. Ne temamê wan be jî dikarim bêjim pirên wan wextê qala Mistefa Berzanî dibû ne bi nezaket bûn.
Berî van telebeyên kurd li welêt hin mele û seydayên welatperwer hebûn, însanin muteber bûn, me ji wan re hurmet dikir. Ji me re digotin: ‘‘Deh sal maye…’’ De em pir ciwan bûn, em êdî li gorî deh sala tevdigeriyan… Me digot qey bira jî heta deh salan em ê şoreşekê çêbikin. Me pozika sola xwe li kevira dixist, di destekî me de elfaba sosyalîzmê, îlkeyên temelê felsefê, di destê dinê de şerefname dîroka kurd, me dixwend, dinivîsand, em dipeyivîn û digeriyan. Me komele ava dikirin, kitêbxane vedikirin, me şev çêdikirin, mitîng li dar dixistin û em dimeşiyan.
‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna zû em her diçûn. Fikrên me zelal bûn, me digot welatê me bindest e, em ê bixwînin, bipeyivin, miletê xwe şiyar bikin û welatê xwe azad bikin. Lê dê û bavên me, dapîr û bapîrên me ji vê heyecana me bi tirs bûn. Agirê em li dorê diçûn û dihatin wan berî me destê xwe pê kiribûn, lewre ji ber me nerehet bûn.