Têbîniyên Amerîkayê I

“Hejdeh roj, fenanî mêşekê ku li ser neynikê vegevize…”

Şener Ozmen

Li Amerîkayê qelîteya jiyanê li hember derfetên pêşketina mirovan heqaretek e.

Susan Sontag, Li Amerîkayê Çi Diqewime? (1966)

Ya rast –ma ne rastî xweş e– min hîç ew hewes û daxwaza berê tune bû wekî dest bi nivîsekê bikim, li ser mijarekê hûr û kûr bibim, wê li gorî dilê xwe bihûnim û dîsan li gorî dilê xwe pê de biçim; ‘eynî wek berê… hemû ew tiştana (hewes, daxwaz, nivîs) bi têgîna “avakirin”ê re têkildar in, ez heçkû ji dibêtiya vê pêwendîdariyê jî ketime şikê, wekî gelek tiştên din. Wekî gelek tiştên din ên ku di vê kêlîkê de, li Wilmetteya Şîkagoyê, di xanîyekî yekqatî û di jûrekê de heya bibêjî maqûl colî dora min dibin; hatûçûya hin camêran kêm nabe; Pound, Kafka û Mayakovskî…

Ezra Pound

Evêt pêşî li vir, ango li vî welatî mejî avêt, bi çolan ket, ava wî û ya Amerîkayê di coyekî de neçû, bi heqîqeta Amerîkayê re kete heftûheştê, têk çû, bi xinizkariya li hember welêt hate gunehbarkirin, bi helwêsteke ji vê sosrettir serî hilda, ew hevwelatîyekî Amerîkayê bû û dê heta hetayê jî wisa bimaya! Ezra Pound, ev dilsozî di ser her tiştî re didît, reh û rîşal, dilpakî û kêmasî, serfirazî û têkçûn, gava bi mêjûya Amerîkayê re berawirdî hev dibe, dîmenek derdikeve mexderê ku dişibe tîmarxaneyê; qey wî gotibû; Amerîka tîmarxaneyek e! Pound û dam û dezgehên Amerîkayê, nexêr, qet li hev nekirin! Carcaran derîaqil, carcaran manîk, gelek caran jî depresîf, ew Yankee Doodle Dandyek berra bû, wilo dibêjin.

Tiştekî din jî helbet; Pound di şevekê de nebû faşîst. Li gor bîyografînûs Richard Aldingtonî, di sala 1920an de bi hêrseke nedîtî terka Brîtanyayê da, bawerî pê dianî wekî ji sehneya edebiyatê yekûderb hatiye avêtin. Di nivîsên xwe yên hingî de peyva ‘selefxûr’ bi kar anîbû, ev jî bûbû diyardeyeke girîng a dij-semîtîzmê. Di sala 1951an de Hemingway ev qise dikir ji şa’irî gewre re; “Pound bi xinizkariya li hember welatê xwe xetayeke gelek cidî kir û bêgav ma wekî li ser nivîneke pal bide ya ku bi destên xwe û ji bo demeke kurt raxistibû.” Di sala 1952yan de derûnnasekî teşhîsa nexweşiya kesayetiya narsîsîst pê ve danî. Wilo jî ma.

Franz Kafka

Yê duduyan, ango yê di navberê de, Kafka ye (çawa ku camêr di niqrîskên mirinê de jî di navberê de bû!), da ji we re bibêjim, ne wî ne jî serlehengê wî Karl Rossman, Amerîka bi çavên seriyan nedîtibûn, tew di xewnan de jî! Di romana xwe ya bi navê Amerîka: Zilamê Windabûyî de Kafka ji ber meseleyeke şermdêr (de’wa namûsê) Karl Rossmanî –bi darê zorê– dişîne heta bi Amerîkayê, ku li gorî hin çavkaniyan roman di navbera salên 1911-1914an de hatiye nivîsin û piştî mirina wî, di sala 1927an de jî çap bûye.

Romana ku li dor jiyan û serboriyên Rossmanî digere, weke romaneke pîkarêsk (edebiyata ku wek bertek li hemberî edebiyata mêr û mêrxasiya şovalyeyan û jiyana li çol û beyaran derketiye pêş; leheng çendî dekbaz, çendî fenek û sextekar, çendî çelqulî û aqilcihû be ewçend maqûl e) hatiye binavkirin; Kafka, reva ji barûdoxan, ji teşqelayan, ji fen û fûtên mirovan, bi Amerîkayeke fantastîk ya ku her bi tenê di kunkunoşkên hiş û bîra xwe de li hev anîye, bi hûrgiliyên seyr xemilandiye, ji ber hindê ye ku qala şarezayiya wî ya zeftkirina pîvanekê tête kirin, Amerîka mezin e! Bi texmînan rê dibire, aya Amerîka welatekî çawa ye? “Derya”, belê ev e, lewre “Derya” di sêwirîna wî de cihekî xwe yî girîng heye. Karl Rossman koçberek e, yan jî tiştekî nêzî wê. Sêwirîna wî ya kapîtalîzmê silavekê dide ger û geşta ewê li dûmahîkê. Mayakovskî ye ew.

Mayakovskî li ser Pira East River

Vladîmir Mayakovskî, şa’irê sergêr yê Soviyeta şoreşger, du caran hewl dide ku vîzeya Amerîkayê werbigire, daxwaza wî bi cî nayê, cara dawî serî li vîzeya Meksîkayê dide, xweşbextane didinê, berê xwe dide Meksîkayê, nûnerê Ûrisetê yê li Meksîkayê pêşwaziyeke germ lê dike, her weha Dîgeo Rîvîera û cemawerê li vir. Ji wir hewl dide derbasî Amerîkayê bibe (1925), hew peyvek jî bi ingilîzî nizane, pasvanê li ser sînor jê dikeve şikê û dawiya dawî radibin davêjin binê qereqolê. Şoka yekem!

Mayakovskî li New Yorkê

Mayakovskî bi navê Kişfa Min a Amerîkayê kitêbeke xwe heye, bi texmîna min we xwendiye jî. Ber’eksê Kafkayî, şa’irê bolşevîk çûye Amerîkayê û hin bajarên wê yên mezin jî dîtine; gava qala rêwîtiya xwe dike, dibêje; “Hejdeh roj, fenanî mêşekê ku li ser neynikê vegevize…” New York, Chicago, Cleveland, çîna karkeran, hejmara karxaneyan, boşiya tirimbêlan, şixûl, her û her şixûl… xasma jî li Chicago û li New Yorkê, bi erkeke niştimanî li wir e, dê pergala kapîtalîzmê rabigihîne bo dostên xwe yên li Ûrisetê! Dînemêrê me dibe hejmekarê New Yorkê! Dikeve bin bandora roniyên bajêr: “Ez New Yorkê di rojên qerebalix yên payîzê de hez dikim.” New Yorkî, di bin ronahiya findan de şîvê dixwin, bi tevî roniya karebayê, ma dibe?  New York, ji oqyanûsê bilind dibe, bi avahiyên xwe û bi teknolojiyê wî sermest dike. Û Chicago jî ji karxaneyan fedî nake. Li wir lotikan dide Mayakovskî, helbestên xwe dixwîne…

Bergê pirtûka Mayakovskî

Li ser rêya Clevelandê destê xwe di paceya tirimbêlê re derdixim, ya ku Zelal Xan diajo û li ba dikim, Mayakovskî di vir re xwe gihand Chicagoyê, gotina wî li ser lêva min e;

“Min dixwest li Parîsê bijîm û bimirim. Heke bajarekî mîna Moskovayê tune bûya.”

Şeva me li motelekê, li ser rê bi dawî tê.