Karbidestên Fransayê: Bergumanê êrîşa Parîsê depresîf e û mêldarê întixarê ye

25/12/2022

Medyaya Fransayê îro Yekşemê hin detayên din yên ser bergumanê êrîşvanê Parîsê dide.

France 24 dîyar dike ku polîsan berguman duh Şemîyê ji derdestîyê derxistiye û birîye klînîkeke psîkîyatrîyê.

Dozgera Parîsê Laura Beccau dibêje ku bergumanî li xwe mikur hatiye ku ew bi awayekî patolojîk ji bîyanan nefret dike.

Beccau dide zanîn ku berguman depresîf e, mêldarê întixarê ye.

Li gor gotina Beccau, berguman piştî di sala 2016an de li mala wî dizî çêbûye xwestiye ku bîyanan bikuje.

Di êrîşa roja Înê de, ku li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Parîsê li dar ketibû, 3 Kurd hatibûn kuştin.

Karbidestên Fransayê dibêjin her çiqas êrîş nijadperest be jî hîn ne zelal e ku êrîşvanî xwestiye bi taybetî Kurdan bikuje yan ne. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Dozgerê Parîsê: Bergumanê êrîşê dibêje nefreta min patolojîk e

Weşana paşê

Şanoger Bafeyî: Bi qasî we bertek da hev we neda van komkujîyan