Şahnameyên Kurdî çi ne, kîjan in û Geşedanên Wê

Dema ku ez di sala 2013an de hatim beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê, ji min re pêşniyara dersa mastera bitez hat. Min du bername amade kirin: 1- Teoriyên Mîtolojî û Mîtolojiya Kurdî, 2- Şahnameyên Kurdî. Ez çûm odeya rehmetî mamoste Qedrî Yildirim (ku wê demê serokê enstituya me bû) û bernameya dersê ya ku min amade kiribû da wî. Mamoste li dersan nêrî, keniya û got: Yaw Shahab xoce, ev çi ye? Ev mijar pir fantastîk in! Tiştekî wisa heye gelo? Min got: Helbet heye, ezbenî, û ez bawer im ku ew mijar, mijareke pir girîng e. Ger hûn destûrê bidin, ez ê van dersan bidim.

***

Ev nivîs, nivîsa dawî ya rêzenivîsê ye ku min di bin navê ‘Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destan di nav Kurdan de’ dinivîsî. Loma jî min xwest ku şêwaza nivîsandina xwe biguherînim û pêşî, bi zimanekî samîmîtir behsa xwe û Şahnameyên Kurdî bikim. 

Tam çil û du sal berê, gava ez heşt salî bûm, cara yekem min Rustemê Zal û serpêhatiyên wî nas kirin û peywendiya ‘me’ ji wê rojê heta îro berdewam e û qet qut nebûye. Helbet dema ku min dest bi xwendina destanên Rustemê Zal kir, min texmîn nedikir ku ez ê li ser van destanan teza xwe ya doktorayê amade bikim û paşê jî li zaningehê behsa van destanan ‘wekî ders’ bikim. Lê min ev destan bi taybetî ji vegotina Firdewsî dixwendin û min nedizanî ku ev destan di edebiyata me ya Kurdî de jî hene.

Sala 1988ê (ku ez di sala yekem a lîsansê de bûm) min cara yekem metnên dinî yên Kurdên Yarsan nas kirin. Ev ji bo min tiştekî muhteşem bû. Ji ber ku di van metnan de serpêhatiyên Rustemê Zal û lehengên din, di çarçoveyeke cuda û taybet, bi Kurdî! hatibûn vegotin. Di heman salê de berhemeke ku ji aliyê Îrecê Behramî ve hatibû amadekirin, çap bû. Dema ku min ew berhem cara yekem li vîtrîna pirtûkfiroşiya Tehûrî ya Tahranê dît, min nedizanî ez çi bikim. Ji ber ku navê pirtûkê ‘Şahnameya Kurdî’ bû!. Helbet, min ew pirtûk yekser kirî. Ez hatim malê û min dest bi xwendinê kir. Pir balkêş bû, li mala me pirtûkxanayeke ne xirab hebû (12 hezar cîld pirtûk), bavê min mamoste bû û bi van mijaran re jî eleqedar bû. Lê wî jî, cara yekem navê ‘Şahnameya Kurdî’ dibihîst.  

Welhasil, pir kêfxweş bûm, mîna ku min tiştekî hêja dîtibû ku min ew winda kiribû. Bi rastî jî ‘hêja’ bû. Ji ber ku ‘Şahname’ bû û ya ‘me’ bû, bi zimanê ‘me’ hatibû vegotin. Helbet ez li pey vê meseleyê ‘Şahnameyên Kurdî’ ketim. Di lêkolîna xwe ya destpêkê de ez hîn bûm ku cara yekê (bi zanîna min), beşek ji Şahnameyên Kurdî ji aliyê M. Mokrî ve di dala 1966an de li Parîsê hatiye çap kirin (La Légende de Bîzan-U Manîja, Paris: Librairie Klincksieck). Ji wê rojê ve lêgerîna min a li ser Şahnameyên Kurdî berdewam e. Wek min got, min di sala 2008an de li EPHE-Sorbonnê teza xwe ya doktorayê li ser vê mijarê parast.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Dema ku min di navbera salên 2008-2011an de li Zanîngeha Beheştî ya Tehranê dersa (Tarîxa Mîtolojîk a Îranê) dida, min li ser Şahnameyên Kurdî jî bi kurtasî behs dikir, lê helbet derseke taybet li ser vê mijarê tunebû. Dema ku ez di sala 2013an de hatim beşa Ziman û Çanda Kurdî ya zanîngeha Mêrdînê, ji min re pêşniyara dersa mastera bitez hat xwestin. Min du bername amade kirin: 1- Teoriyên Mîtolojî û Mîtolojiya Kurdî, 2- Şahnameyên Kurdî. Ez çûm odeya rehmetî mamoste Qedrî Yildirim (ku vê demê serokê enstituya me bû) û bernameya dersê ya ku min amade kiribû da wî. Mamoste li dersan nêrî, keniya û got: Yaw Shahab xoce, ev çi ye? ev mijar pir fantastîk in! Tiştekî wisa heye gelo?. Min got: Helbet heye, ezbenî, û ez bawer im ku ew mijar, mijareke pir girîng e. Ger hûn destûrê bidin, ez ê van dersan bidim.

Bi vî awayî li Mêrdînê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de cara ewil Şahnameyên Kurdî wekî ders hatine dayîn û ev ders, di asta mastera bitez de, heta niha dewam dike. Di heman demê de, ji sala 2014an vir ve li beşa Ziman û Çanda Kurdî ya zanîngeha Mêrdînê çend tezên Masterê yên derbarê Şahnameyên Kurdî de hatine amade kirin û têne amade kirin (wekî mînak teza, Rojbîr Çalışır, Engin Ölmez, Rojhat Işık…).

Lê Şahnameyên Kurdî çi ne? Di nivîseke din de me behsa Xwedaynameg kiribû û me gotibû navê vê berhemê tê wateya “pirtûka padişahan”. Ev nav, bi îhtimaleke mezin, di serdema îslamî de bûye çavkaniya navê “Şahname” yê. Dîsa, di nivîsa hefteya borî de me behsa Şahnameyên Farsî û bi taybet yê herî girîng, yanî Şahnameya Firdewsî kir.  Lê balkêş e ku Firdewsî di berhema xwe de tu carî peyva Şahnameyê bikar neaniye. Dema ku ew behsa berhema xwe dike bi piranî navên wekî “Nameyê Bastan (kevn), Nameyê Xusrewan (nameye padişahan) û ….” bi kar tîne.

Em ji bo Şahnameyên Kurdî, navê Şahname bi kar tînin, ji ber ku berhem bixwe vî navî bi kar tînin

“Dewranê werîn min nedîm ve çem

Ne rûy Şehname û fetihnamey Rûstem”

“Şerhê Şahname bikerîn îzhar

Medhê Şa Xusrew şa Îrandiyar” 

Di heman demê, her tim pirsek ji min tê kirin: “Çima gava ku behsa Şahnameyên Kurdî dikî, vê peyvê (Şahname), bi pirjimarî bi kar tînî? Divê ez bibêjim ku Şahnameyên Kurdî ji aliyê şairên cuda ve, di çarçoveya destanên cuda de, hatine honandin û ne “yek” berhem in. Ji ber vê yekê, bikaranîna vî navî wekî “pirjimar” bêtir maqûl e.

Şahnameyên Kurdî kuliyateke mezin e li ser rîwayetên mîtolojîk, destanî/hemasî û lehengî ku kevneşopiya neteweyî, ayînî, dînî û civakî ya kurdan vebeyan dike û bi zaraveyên cuda yên zimanê kurdî hatine gotin. Destanên Şahnameyên Kurdî di eslê xwe de çavkanî an rîwayeta tarîxa mîtolojîk-lehengî-efsanewî yanî “tarîxa zêrîn”a kurdan in.

Tarîxa nivîsîna Şahnameyên Kurdî, bi piranî ne diyar e. Lê îro tê zanîn ku Şahnameyên Kurdî berî Şahnameya Firdewsî ava bûne û vegotina wan di serdemên cuda de, di nav kurdan de dewam kiriye. Çavkaniyên tarîxî behsa hebûna berhemên destanî li rojavayê Îranê, yanî li herêma kurdan, beriya serdema Firdewsî dikin. Ev berhem, ku mixabin negehiştine roja me, “Kitêbî Seksîran” an “Sekîkîn”, “Şahnameya Pîrozan” û “Gurdname”ya (Gurd bi wateya egîd) Rustem Larcanî ne û naveroka van jî neqil kirina serpêhatiyên Rustemê Zal û malbata wî bûne.

Di Şahnameyên Kurdî de, kesayetekî bingehîn û sereke, yanî lehengek, tê dîtin. Ev kesayet di rîwayetên Şahnameyan de ewqas navendî ne ku Şahnameyên Kurdî, dikarin wekî çîroka “leheng”an bên nirxandin. Lehengê sereke yê Şahnameyên Kurdî, Rustemê Zal e. Serpêhatiyên Rustemê Zal dikarin di bin du bûyerên esasî de bên dîtin: şer û evîn. Bi gotineke din, riwayetên Şahnameyên Kurdî bi giştî qada şerî û evîn a lehengan, bi taybet jî Rustemê Zal, in.

Diyarkirina çîrokên ku kuliyata Şahnameyên Kurdî pêk tînin karekî zehmet e. Ev kêşe, di eslê xwe de, kêşeyeka giştî ya edebiyata kurdî ye û girêdayî sedemên tarîxî, coxrafiyayî, civakî û siyasî ye.

Sedema zehmetbûna diyarkirina çîrokên Şahnameyên Kurdî berî her tiştî ev e ku hejmareka nediyar ya destxetên Kurdî di kitêbxaneyên cuda yên dinyayê da di bin navê zimanekî din da hatine qeydkirin û ev yek jî bûye sedem ku vekolînên derbarê edebiyata Kurdî da bi zehmet bikevin. Di heman demê de, gelek destxetên Şahnameyên Kurdî li gundan, li benda peydabûn/kifşkirinê ne.

Hin destanên Şahnameyên Kurdî û yên Farsî, hevpar in. Lê hin destan jî hene ku versiyona van a Farsî tuneye û tenê aîdê çanda Kurdan in.

Beşên cuda yên Şahnameyên Kurdî ku heta niha hatine tesbîtkirin ev in :

Qehremanname, Sam û Nerîman, Rustem û Bebrê Beyan, Rustem û Kukê Kuhzad, Heft Xana Rustem, Rustem û Suhrab, Destana Siyaweş, Cihangîrname, Heft Leşker, Destana Cewahirpoş, Bîjen û Menîje, Berzûname, Rustem û Semsam Şahê Dêw, Rustem û Bêhtûn, Rustem û Zerd Hengê Dêw, Rustem û Seqlab Dêw, Rustem û Zenûn, Rustem û Îsfendiyar, Rustem û Şexad, Behmen û Feramerz, Behmen û Azerberzîn.

Di van salên dawî de hejmarek ji destanên jor hatine çapkirin lê dikarin bêjin ku kêmasiya van xebatên çapkirî ev e amadekarê berhemê yan tenê metna destanê pêşkêşî xwendevan dike yan jî tenê ji aliyê edebî ve wan destanan dinirxîne. Ev jî nişan dide ku  hêj girîngiya analîza naverokî ya van destanan ji bo lêkolînerên kurd diyar nebûye. 

Gotina dawî : Kevneşopiya destan di nav Kurdan de xwedî tarîxeke pir kevn e. Edebiyata Îranê berê îslamê (devkî an nivîskî) ne tenê aîdê Farsan e. Ev mîrata edebî, herî kêm bi qasî Fars û milletên din ên Îranê, aîde Kurdan e jî. 

Berhemên ku em îro wekî Şahnameyên Kurdî nas dikin, di eslê xwe de berdewamiya kevneşopiyekê ne ku di serdema Medan de li rojavayê Îranê, dest pê kiriye û bi rêya devkî-nivîskî gihiştiye roja me û yek ji sitûnên esasî yên çanda kurdan in ku ‘divê’ her Kurd bizane û biparêze û lê xwedî derkeve.

Nivîskar/rojnameger
Shahab Vali
Shahab Vali